Xewna Vejandî

Ciwanê ABDAL


      

Bi rastî Candîl niza çawa bi vê yek hisiya, ku xewna nabîne, ne bi roj û ne bi şev, baş dizane ew têr xewa xwe dike, têr radikeve û her yek dizane di navbera xewê de meriv xewnan dibînine, belê Candîl qe nîv-xewna dibîne û çawa ji xewê şiyar dibe ji bîr dike rehên xwe .

Bilbî ji wê gava jina wî Rewşê xanim sibakî jêre behsa xewna xwe kir, hin xewn û sawîr anîn bîra wî - gava Rewşê jêre digot :

    -- Lo şeva din min çi xewnek bisaw dît ..!

    --  Xêr bû inşa-ellah , te çi xewn dît .. keçê ..!

    -- Kuro min dîtnalet li çavê şeytên bê  - marekî reş-rengîn terî hildayî , berî ez bighêmê dişemitî qulekê di kêleka kendalekî xaçkirî de, qet ez jê ne ditirsiyam, min dida dû ku bigirim, tirrî ya wî rep bû û zingil bû û him jî bi pirçbû, hîna hin li dervî devê qulê hiştibû .. yanî xwe baş berneda bû yê, û bê saw min da dû, min ne dixwest ez wî bikujim, na welleh .. çawa bi min hesiya xwe bi temamî berda qula xwe, lê mefer tune, rabû min qul kula û veda .. lê ez çi  bibînim .. kes bawer nake ..

    -- Welleh .. başe ka bêje ....

   -- Belê .. her min qul vedikir û vedida fireh dibû, û her rengê wê dihat guhertin, wek dizanin rengê axê sorî-qewerngî ye, lê her min dikula kesk dibû û ji-pêre hêdî hêdî zer dibû, wek piqilkek avê an pirîskek agir dipeqiya .. ta dawî şewqek da .. xewda, mat mayî mam, lê pirî nedimam min didît çendî ez rastî defînak kinz bûme, çendî zêr û dur pirbûn, bi koma bû .. bi rastî min marê xwe ji bîr kir û bûme zêr û dura didim hev .. û zimanê min di devê min de dibêje: zêre welleh, ehvane zêr .

    -- Zêr ji ku .. zêrê zêr keçê, û dawî ..!

    -- Dawî ez bi xew şiyar bûm û ne ma xewa min hat ta roj li min hilat, û zû zû ez çûm cem cîrana xwe jina Mellê ku xewna min ji min re şirove bike..

    -- Başe welleh .. Mellê got çi  .. ..

    -- Ne Mellê got .. jina wî got xêre .. xewna te xêre, rêk dirêj li ber te ye .. law !

    -- Ma te bi çava dît, an te hiskir ... , te çi lê dengkir ..ha ..

    -- Erê ..ne wa û ne wa, erê beşek wek xuşînekê dinav qirşa de dihat .. an teptepek meşîna lingan li dû dîwarekî û .. helk helk jê dihat,û belê dengê bihn vedana min jî gûrbû, tu dibêje .. qene..

    -- Nizam welleh ...

     -- Keçê .. qene ew xewna min bû .. qe tu nizane ...

Jin û mêr çendî li hev nerîn .. û bû tiqtiqa kenê wan .. û bi hev kenîn .   

-         ? ez jî; van xewnan beravêtî ji xwe re nakim mijar .. ha .                


tirej.com 27 /02/2003


 

 

 

«««««««««

©www.tirej.com,2002 [ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002