Kirîna Serokan

 
Çîroka: Qado Şêrin

Kongir ê partiyê yê di 20/09/2001de li gundê Nehroz li dar ketibû, vê carê ne normalbû, ne tenê ji ber ko piraniya nûner ên herêman amdebûn û yên jinan jî, belê vê carê ta bi nûnerên Zarokan jî amedebûn, kongir sê roj û sê şevan berdewam kir, axaftin di babetekêde diçû û dihat; çilo û çawa dê serokekî nû jibo partiya xwe hilbijêrin..?, da partiyê bi demêre bighîne û ber bi pêşxistinêde bajo, nûnerekî di gotina xwede gotibû;  partiya me ji ber partiyên dî ve gelekî li paş maye û ev jî wek tête diyar kirin ji serokê giştî ye, diyar e em di hilbijartin a serokan de nezanin, ya dî em kurd ji partiyekê, tenê em serokê giştî dinasin, ew başbe partî hemû başe xerabe jî partî hemû xerabe, hemû kar û xebat, pêşveçûn û paşveçûn li serokê giştî vedigere, di paşre nûner a jinan gotibû ko ji ber vê yekê divê em serokekî hilbijêrin ko milet hemû li dor xwe bide hevûdu.

Kongir sê roj û sê şevan dirêj kir, ta ko biryara dawî standin, geh axaftin sar dibû geh jî germ dibû, di çaxê bênvekirinê de jî hemû di vê yekê de mijûlbûn jibilî Zarokan ên bi gogê dilîstin namaze nûnerê wan lîstikvanekî jîr û zanabû, fanêlekî zer lêbû, navê xwe û nemra 10 an liser çap kiribû, bi wateya ko ew lîstikvanekî Berazîlî ye, di roj a sisiyan de jî hîn ew ne axiftibû, navê wî di lîsta gotin bêjande tunebû lê sikretêrê komîta navendî û liser daxwaza wî destûr da ku ew jî tuştekî bibêje, ji ne çarî hemiyan guhdarî li wî kirin, wî got:

-Di cîhana gogê(Fûtbol)de piraniya tîmên dunyayê wek Barselona, RiyalMadrîd, Manişister Unaytid û Lazyo Roma rêzên xwe bi lîstikvanên biyanî xurt dikin, bi melyonên dolaran lîstikvanên baş û zana dikirin an jî kirê dikin da ji wanre bilîzin, vêga em jî dikarin serokekî baş ji partiya xwe re bikirin an jî kirê bikin !!.Hemiyan bi mat li hevûdu nêrîn û gotin:

-Bi xweda te tenê ya rast û durust û hêja got. Endamekî wisa got û biryar bi vê yekê standin.Yek ji nav koma endaman rabû ser pêyan û bi dengekî bilind got:

-Ez çavê te buxum, tu yê kêye loooooooo, xweda te bihêle..?.

 

Ev yek hîn di tevaya dunyayê de nebûye, helbet dê bûyer û nûçek hêja û rojanebe jibo hemû rojnamegeriya cîhanî, partiya me wê ya yekemîn be ko vê yekê dike û ne dûre ko partiyên dî jî vê yekê bikin, helbet dê wisa bikin da partiyên xwe pêşde bajon, kirîna serokan jibo partiyên rojhilat zor gerek û pêwiste, hin jibo lihev guhdar kirinê, hin jî jibo demuqratiyê;   Ev serok dê me fêrî gelek tuştan bike ko ta niha em jê bê parin, endamekî wisa ji xwere got û pirsî:

-Lê gelî hevalan ka hûn kê liber çavan dibînin da em wî ji xwe re bikirin û bikin serok ?

-Ronaldo…, zarokekî wisa û bi ken got lê kesekî deng nebir xwe, mirovekî rîspî li kêleka wî ya çepê rûniştîbû jê pirsî:

-Ew çi kese û çi dike..?

-Mamo ew Berazîliye, di tevaya dunyayê de kesekî wek wî jîr û zana di gogêde nîne, lê pir buhaye haaaa!!.

-Çavê mamo em pirsa serokan jibo partiya xwe dikin, çi çaxa me Kurdistan rêzgarkir em dê wî yê te got bikirin, bila ji me re bi gogê bilîze, te got navê wî çibû..?.

Nûnerê herêma bakur rabû ser kab û nîvekê û destekî xwe bilind kir, çi mirovê axaftina wî heba wisa dikir, da herkes wî bibîne,wî got:

-Yê em wî bikirin divêt Ewrupî be, çimkî Ewrupî pir demuqrat û dilovanin û bi mafê mirovan re ne.

Ji nav hemiya rîsipiyek rabû ser pêyan û mîna pêşniyarekê got; herkes dikare navekî pêşkêş bike û di dûvre em dê wan navan daxînin hilbijartinê, di dema ko pelik belv kirin û dan ser hev çar nav hatin meydanê, Con Mîcer, Hilmot Kol, Nîlsom Mandêla û Bil Kilînton, ji bo hilbijartina navekî ji wan, kongir rojeke dî dirêj kirin, di demên dawîde ev pirsgirêk çareserkirin. Dema herçar navan deng wekû hevûdu anîn, çar partî ji kongir derçûn.

 

 Qado Şêrîn
Holland -19/01/2002

                                                                                                          

 

 

  tirej.com 22/02/2003


 

 

 

 

 

 

«««««««««

©www.tirej.com,2002 [ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002