Pistînek li bin baranê

 

Li devera ku wate jê dest bi sitrana xwe kiribû

Te kuştina min bi dawî kiribû.

Cihê ku wate lê rêwîtiya xwe bi dawî kiribû

Min dest bi giriyê xwe kirbû

Nema zanim kîjan adar bû?

Kîjan adar hatim kuştin?

Hişşşş….

Ji baranê re nebêje

Ku piştî sê hezar adar

Ezê werim cejna memikên te pîroz bikim

Ji ber ku baran dizane

Lê ewr hîna nizane.

 

………………………………….

 

Peyveke şîn

 

Di gel çûkan radiza …

Di gel xewnan şiyar dibû.

Di gel bêdengiyê, şevê vedixwar.

Bi qasî biharekî dikeniya

Û bi qasî asmaenkî digiriya.

Carna dibû ferheng, hêlan û dojeh.

Û carna dibû govendeke di gel agir.

Xewsivik û newêrek bû

Di gel mirinê rêwîtî dikir

Di gel min her êvar dihat kuştin

Û digel helbestê divejiya….

 

 

Hoşeng Osê

07/02/2003 şam

tirej.com

 

«««««««««

©www.tirej.com,2002 [ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002