Hevpeyivîna Qolo bi Şiva Ter re
 
Qilçixa: Qado Şêrîn

 

* Ma bila IBRAHÎM TATILÎS ji min zengîntir be

* Hinek dengbêj hene tenê li xwe guhdar dikin

* partiya {P.Y.S.Q.K.T} ez xelat kirim da ez jî ji wan re li
  peran bigerim

* Ez bi Ingilîzî zanim û ez dizanim biskilêt bê dest bajom

* Telefezyona me dê demuqratî be ji yên din bêhtir

Pirs: ma tu kî yî lo?

Şiva Ter: ez pêxemberê strana kurdî me…wê rojek bê hûnê ji min re nimêj bikin. Û hûnê bi tepa bi serê xwe kevin, çima hûn pasilqe û jin û şeref û namûsa xwe nadin dest min da ez ji were bi parêzim.

Pirs : lê pêxember diziyê nakin ?!

Şiva Ter : tu rast dibêjî, ez stranan didizim da ez wan xweş û baştir bikim, ez kirasekî nû li wan dikim, ez rihek nû û mûzîkeke nû didim wan. Gerek hemû stranbêjên kurd ji min re kar bikin çimkî ew qûna xwe biçirînin nikarin bibin weke min.

Qolo : ma tu diziya stranan karekî rast û durust dibînî ?

Şiva Ter : na, lê ji ber ku ez pêxemberê strana kurdî me ez maf didim xwe tenê ku ez keda wan dengbêjên ne dengbêj bixum.

Qolo : û te li ser kedxwariyê stran çêkirine?

Şiva Ter : belê, lê kedxwariya ku ez dikim ne wek ya dujmin dike, ez keda dengbêjan duxum da ez strana kurdî bi navê xwe tapo bikim, lê dujmin keda me kurdan dixwe û tuştekî na de me kurdan haaaaaaaaaaaaaaaaa….

Qolo : hinek dibêjin ko Şiva Ter zuha bûye lewra stranan di dize?

Şiva Ter :  ma bila ew keleha bilind ya ku min ava kiriye bi herife, helbet divê ez diziyê bikim ta ko ez bikaribim wê keleh û nav û dengiya xwe bi parêzim, ev yek jî alîkariya min di danheva peran de dike. Ma bila ez nebim melyonêr…

Qolo : xuya dike tu pir ji pera hezdikî ?

Şiva Ter : min stran û mûzîk dane kurdan, bila kurd jî pera bidin min, bê pere jiyan nabe. Weleh çend keçên xweşik û spehî jî bidana min wê gelekî baş ba û min dê stranin din ji kurdên reben re çê bikrana…

Qolo : ma tu çi bi wan peran dike ?, wek ez dizanim tu wan xerc jî nakî.

Şiva Ter : ez wan peran didim ser hev da ez bibim melyonêr, ma bila IBRAHÎM TATILÎS ji min zengîntir be, ew bi çi ji min çêtire, her yek ji me layê diya xwe ye, di dûv re ezê çima pereyên xwe xerc bikim û kurd li her deverê hene.

Qolo : ma Turumbêla te heyî ?, ma tu zanî bajo ?.

Şiva Ter : belê, ez bi xwe gelekî lê siwar nabim, ji ber maşele-maşele  Turumbêlên kurdan pirin, li gel ko ew ji ber xwe ve nabêjin were bi me re siwar be em jî dirin eynî bajarê ko berê te lê ye, lê ez bi rû yê xwe yê şuştî siwar dibim. Qet nabe kesekî din Turumbêla min bajo, yahooooo kurd çiqasî cir nexweş in, tu dibê qey malê gawira yî, pir xurt dikin û ji qazîve li goncalan dixin û rojekê yekî ne got ;  ka ez ji te re tije Benzîn bikim. Eeeeeeeeew kurd çi çikûzin yahoooooo, xwezî ez ne kurd bama…..ezê wek Maykilê Kilinton û Eltonê Cakson bama, dê 29 Bodîgard û 11 seh û bi sedan dostik ên min hebana…

Qolo : hinek dengbêj hene tenê li xwe guhdar dikin, ma tu jî wisa yî ?

Şiva Ter : ew mirovin nercisîne, nexweş in, tenê ji xwe hezdikin, ji wan weyê ko ew jî dengbêjin  ha..ha..ha…li mala bavê siwaraaaaaaaaaaa be…

Qolo : tu ji çi gula hes dikî ?

Şiva Ter : xelîlok, ooooooooohhhhhhhh çi bîn xweşe..

Qolo : tu û jin û hezkirin bi hevûdu re çawa ne ?

Şiva Ter: Jiber min ji zû de tuştek ne kiriye, hefteya çû min çavek da jinek kurd, dema xwe tazî kir, ber çavên min reş bû û dilê min êşiya. Weleh gerek jin yan hevalka me re wek siya me re hergav û herdem bi me re re be. Ji ber ko ez Şiva Ter im{ pêxemberê strana kurdî} dostik û yarikên min li her deverê hene.

Qolo: Tu berî çend hefteyan hatî xelat kirin, ma raste ?

Şiva Ter : belê rast e, partiya {P.Y.S.Q.K.T} ez xelatkirim, da ez jî ji wan re di nav kurdên nezan de li peran  bigerim. Ez xelata xwe diyarî ya ko di şeva çû yî de beşdariya nivîna min kir dikim..

Qolo : ango wan tu xelat kir da tu jî ji wan re di nav kurdan de li peran bigerî ?

ŞivaTer : belê ev rast e, ew dixwazin Telefezyonekê bi navê partiya xwe vekin. Ma ew bi çi kêmî { PKK. PDKI. PYNKI} ne.

Qolo : ma tu çi dibêjî ?

Şiva Ter : ez dixwazim cihekî min di wê Telefezyonê de hebe, hema wek berpirsyarê giştî û ji bo vê yekê û ji bo ko ciwanmêran ez xelat kirim ez jî ji wan re li peran digerim, ma ev jî ne karê welatparêz û şoreşgêrekî weke min e..ma ne wisa ye Qolo can..te serê min xwarooooo…

Qolo : ma tu çi dikarî li ser Telefezyonên hene bibêjî ?

Şiva Ter : ew ne Telefezyon in, ew filimên kerton in, xweda wan nehêle û wan bi ser serê xwediyê wan de biherifîne, ev sê meh in stranek min ne weşandine,. Telefezyona ko rojane 11 stranên min ne weşîne ma ew çi Telefezyone loooooo ?. Lê Telefezyona me dê demuqratî be ji yên din bêhtir çimkî ez û hemû endamên partiyê ji demek dûr û dirêj de li Ewrupa dijîn, mere li Ewrupa fêrî demuqratiyetê dibe. Ma ne wisa ye Qolo can.

Qolo : ma çi hêviyên te di sala nû de  hene?

Şiva Ter : ko ev Telefezyon vebe û ez serokê giştî bim û ez wek IBRAHÎM TATILÎS bibim melyonêr û şerê birakujî careke din dest pê bike da ez stranekê çê bikim û hevalka min ya nemra 11an li min vegere, razana bi wê re buhuşt bû…weleh..

Qolo : li dawî, tu çi ji bo malpera {Tîrêj.com} re dibêjî ?

Şiva Ter : wê kesek alîkariya we neke ta ko navê wê Tîrêj be. Kuro hovno navê wê bikin Şiva Ter.com û ezê ji we re keçkên xweşik bînim, ma ez yan Tîrêj..ker jî zane ez ji Tîrêj zengîntir im û hevalkên min ji yên wî pirtir in, Ez bi Ingilîzî dizanim û ez dizanim biskilêt bê dest bajom…ma îca ez yan Tîrêj, Qolo can…te serê min xwaroooooo…

                                                                                              Holenda 
        07/01/2003

«««««««««

                                      

©www.tirej.com,2002 [ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002