Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Dokumenta Dr. Xeznewî


 

 

 

 

 


Çima ev dokument

Sersarî du caran simbolan dikuje!

Dema min biryara amadekirina dokumenteke berfireh di derbarê Şêxê şehîd Dr. Mihemed Maşûq Xeznewî de da, min guman dikir ko dê gelek nivîskar û rewşenbîrên me ew ên ko hêsrên gumgumokan li ser barandin, bi nivîs û berhemine xwe beşdarî dokumentê bibin, dako wê bi dîtin û nerînên xwe dewlemend bikin. Helbet dê wisa biwa ko hemiyan beşdarî têde kiribana. 

Min name ji gelek nivîskar, rewşenbîr û şêwekaran re yeko yeko hinart, ango her yek min name bi navê wî jêre hinart. Ew jî ev in; 

Arşevê Oskan, Azer Osî, Bavê Narîn, Bavê Tosin, Bewar Ibrahîm, Can Kurd, Cengîman Omer, Ciwan Evdal, Dijwar Naso, Dîlan zêbo, Dilşa Yûsif, Dilyar Dêrikî, Ebdilbaqî Huseynî, Ebdilmecîd şêxo, Ehmedê Huseynî, Ezîz Xemcivîn, Hekîm Sefqan, Helîm Yûsiv, Hêmen Kurdaxî, Henîf Yûsiv, Heyder Omer, Hoşeng Broka, Imer Kalo, Inayet Dîko, Jan Dost, Jana Seyda, Kamîran Bêkes, kamîran Haco, Kamîran Simo, Kerîmo, Konê Reş, Mahmûdê Ûsê, Merwan Osman, Mehmûd Ako, Mihemed Hemo, Mişel Temo, Mistefa Reşîd, Mizgîn Mehmûd, Nezîr Mele, Nezîr Palo, Pîr Rustem, Raxib Sosanî, , Rizoyê Xerzî, Şahîn B. Soreklî, Salih Cefer, Salih Demicer, Selîm Biçûk, Serhan îsa, Silêman Azer, Tariq Hemo, Tengezarê Marînî, Xalis Misewer, Xelat Ehmed, Zagros Haco, Zekeriya Kobanî, Zeradeşt Haco.

Yên ko lêborîn xwestin; Azer Osî,  Helîm Yûsiv, Heyder Omer, Reşîd Hiso, Serhan Îsa, Xelat Ehmed.

Yên beşdar; Arşevê Oskan, Bewar Ibrahîm, Dîlan zêbo, Dilşa Yûsif, Ehmedê Huseynî, Ezîz Xemcivîn, Imer Kalo, Konê Reş, Mahmûdê Ûsê, Mahmûd Ako, Mihemed Hemo, Pîr Rustem, Raxib Sosanî, Salih Cefer.

Nameyên ko li min zîvirîn û negihiştin: Bavê Tosin, Ciwan Evdal, Dijwar Naso, Ebdilmecîd Şêxo.

Dema min name hinartin bîst roj dem hebû ji bo bersivdanê.

Dokument dê çiqasî dewlementir biwa ko her nivîskar û rewşenbîrekî bi nivîs û berhemeke xwe beşdar biwana. Dêmek dema ko ew jî bimrin(xweda neke) kesek li ser wan nanivîsîne, ez bixwe nanivîsînim, wek gotina; ba hat qirşik firya, baran hat tertik hilya, dê li wan bê,  diyare nivîskarên me dikarin tenê berheman biafirînin, ew berhemên ko dê sibe bikevin pirtûka afirandinan û bi navê wan belav bibe.

Dê çiqasî xweş û baş biwa ko ew ên beşdarî ne kirin lêborîn bixwestana, yan jî bersiv bidana.

Gelo ne beşdarî, ne lêborîn xwestin û ne jî bersivdan tê çi wateyê?. Ez bersivê ji xwendevan û mêvanên malperê û ji hezkerên Şêxê şehîd re, dihêlim. Her wisa spasiyeke germ hin bi navê xwe û hin bi navê malperê pêşkêşî wan ên ko beşdarî di dokumenta Şêxê şehîd e kirin, dikim.

Bê guman ev dokument ne ji bo min û ne ji bo malperê amade bûye, belê ji bo xwendevan û Şêxê şehîd hate amade kirin, ev xizmeteke pir piçûke ko merov kare ji Şexê şehîd re bike.

Sernivîser 
06/07/2005
 

tirej.net/com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002