Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Dokument


 

 

 

 


Salih Cefer

Kujerên te newêrekbûn

 

Şêxê hêja,

Dijmin mêr jî dibe û  newêrek jî dibe. Dijmin heye singê xwe dide singa te û enî bi enî, rû bi rû, yan kujere yan tê kujtin. Dijminên newêrek nikarin enîya xwe wek mêran bidin enîya lehengan, ew ji paşîyê de derba xwe li mirovan dixin yan bi xiyanet kiryarên xwe dikin.

Xwiya bû ku dijminên te ji newêrekan newêrektir bûn.

Birînên li termê te nîşana dijminan da xwiya kirin. Enîya te bê birîn bû şêxê hêja, birînên te jî ne ji pêşîyê de bûn.

Gelo wan çi bi serê te kirin! tevî kiryarên wan, bira tu bawerbî ku wê :

Çavên te yên girtî ronahîyê bidin ser rîya rêwîyên şevên dirêj û tarî.

Girtina devê te wê dengê te bilind bike, pakrewnê bi rûmet.

Gurme gurma dilê te yê hatî sekinandin wê sirûda azadîyê lêbixe.

Dijminan bi hemû hêzên xwe nikaribûn rê li belavbûna hestên te bibirin, dilhezê delal.

Şawata birînên te ji nûve qirtmax ji ser birînên min rakirin, birînên min nû kirin, nizanim tu zanî ku ez jî di wê rîya bi xwîn re derbas bûm, vaye çiqas sal di ser re derbas bûn û hîn birînên min rihet nebûne, û nejî wê rihet bibin, ji ber vê jî ez zanim ku birînên te çiqas giranin, û zanim bê çi bi serê te kirin kurdhezê hêja.

Erê wan bi hêzên xwe yên ne dadmend termê te bi newêrekî kujtin, lê qet bi giyanê te yê nazik û dilê te yê leheng nikaribûn.

Bi pîsîtîya kiryara xwe tu sermedî kirin kurdperwerê buha.

25-06-2005

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002