
Qado Şêrîn
Ez tenê dizanim kê Şêx Xeznewî kuşt
Ko
terorîstan Şêx M. M. Xeznewî kuştibin, bêguman
bi fermana rêcîmê bûye.
Di vê dema zirav û teng de em kurd çiqasî hewcedarî merovekî wekî
Şêx Xeznewî bûn, şêxê ko karîbû me hemiyan li
dor dîtin û nerînên xwe bicivîne û bi yek e.
Li gor raporta Amnesty International Şêx Xeznewî di bin Işkencê
de mir û ew yê şeşan bû ko di bin Işkenceyê
de tê kuştin. (her pêncên din jî kurd bûn).
Bê guman rêcîmê Şêxê Xeznewî kuştiye, lê gelo em kurd çilo
dikarin vê yekê ji dunyayê re eşkere bikin?.
Ê ko dibêje terorîstan ew kuşt rast dibêje, ma terorîst kîne; ew
bixwe ne, ma ne endamên partiya Baas in, hêzên ewlekariyê
ne, perwerdeyên rêcîmê ne, ên ko bi alîkariya rêcîmê
û hêzên wê yên ewlekariyê dirin Iraqê û zarok û jinên
du canî dikujin. Îca kê Şêx Xeznewî kuştibe
terorîste, çi terorîst be û çi jî rêcîm be, û li gor
raporta Amnesty International rêcîma Sûriyê ew kuştiye,
êdî rêcîma Sûriyê rêcîmeke terorîstîye, ji ber ko ji
hêlekê de nişteciyên xwe di bin Işkenceyê de
dikuje û ji hêla din de alîkariya terorîstan li Iraqê
dike. Jixwe berjewendiyên rêcîmê û terorîstan yek in û
ev berjewendî dihêlin ko her du bi hevûdu re terorîstiyê
li dujî merovan pêk bînin.
Rêcîm
û terorîst yek in, her du berjewendiyên hev diparêzin.
Ji ber ko Şêx li Sûriyê hate kuştin, çi terorîstan û çi jî
rêcîmê ew kuştibe ji bo me kurdan yek e nabe didu, ji
ber ko her du yek in û bi hevûdu re kar dikin li dujî doza
me kurdan û gereke hayê me kurdan ji vê yekê hebe.
Bidestxistina mafê kurdan û anîna demuqratiyê ne di
berjewendiya rêcîm û terorîstan deye, êdî gereke em kurd
li dujî wan xurt û yek bin dako em karibin li hember êrîşên
wan xwe biparêzin.
Em kurd gerek kuştina Şexê şehîd ji bo berjewendiya gelê
xwe pêk bînin.
Ne di berjewendiya kurdan deye ko partiyên kurdan ji bo helwest û dîtinên
xwe yên cuda bi hev kevin û doza xwe li hemberî dujminê
xwe hin ji bîr bikin û hin qels û bê hêz bin, di vê demê
de ji tevgera kurdî tê xwestin ko nêzîk û li ser hev be.
Dujmin Şêxê me kuşt, em talan kirin û em jî wek
dîkan bera hev dan, û me ev yek fam nekir, mexabin dema ko
şerê partiyeke kurdî dibe, hin partiyên din kêfxweş
û şad dibin, wek çilo û çawa dujmin kêfxweş û
şad dibe, û ev yek bixwe şikestine. Tevgera kurdî
bi hemû partiyên xwe çiqasî bi nerîn, dîtin û helwestên
xwe ji hev dûr û cuda bin jî, gerek di kurdayetî û
berjewendiyên kurdayetiyê de yek deng, yek helwest û yek
dest bin.
11/06/2005
tirej.net/com