Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Dokument


 

 

 

 


Pîr RUSTEM

Kî dikare mirovan bikuje

 

Yeke ji paqijiyên nivîsandinê ku, mirovê pê mujûl dibe, qedir û nirxa mirovan dinase û mafê ewana didêyê, ta ku, ew ne ji yek dibistanê bin an jî ew di dîtin û bîr, baweriyên xwe de ne weke hevbin. Lê ewên ku, li pey penda ku dibêje: şûr zane, zor zane, devê tivinga mor dizane, dê tenê qedirê xwe zanibin û heya ji ewana tê, ewê berjewandiya xwe biparêzin, eger ku kî jî bibe qurbanên ewê parastinê û di kîjan riyê re be jî, ne xema wane û weke me got; tenê bêrîk û daniştokên ewana jê re pêwistin.

Ev bû demeke ku, çîroka revandin û kuştina Şêx Meişoq ELXEZNEWÎ bûye yek ji bûyer û pirsên pêşîn, ji dezgehên ragihandinê re û helbet û ji berî ewana jî, ji miletê me re; Çi nivîskar û siyasetmedar dibin, çi jî cemawerê Kurd dibe, ewên ku bi hezaran derketin kolanên bajarên Kurdan û dengê xwe, bo Şêx MEIŞOQ, bilind kirin; ka kî li pişt ewê kujyariyêye û xwesteka dadgeheke bê alîgir û paqij kirin ku, encûmena dadpirs, ne tenê ji aliyê dewletê ve be.

Em; weke kesekî ku xwe rewşenbîr dibîne û ji bo doz û mafê miletê xwe dixebite, dinivîse, me jî xwest em di evê bêtar û sebareta han de, bi nivîseke xwe, beşdar bibin, tevî ku, em dûrî hin dîtin û baweriyên Şêx MEIŞOQ in û nemaze ewên olî. Lê weke me got, dive ku yek mafê camêran bidêyê, ta ku ew ne xwedî yek nirîn bin jî, da ku em karibin hinekî ji mirovatiya xwe bidin derhênan û xwe ji kişwera sewal û cinawiran bidin cudakirin, tevî ku, civaka mirovatiyê di warên dilovanî û mirovatiyê de, pir caran, ji ya ewan sewalan hovantirbû jî.

Helbet çi bûyera li gerdûnê pêk tê û derdikeve holê, hinek sedem jê re hene û qet ti tişt ji ber xwe ve na qewime. Lê ji berî ku, em li ewan sedeman digerin, em dikarin bibêjin ku, ji her bûyerekê re jî ziyan û sûdegirtinên xwe jî hene û yek ji evan bûyeran, kujyariya Şêx XEZNEWÎ ye. Bêguman di kuştina wî de herdu alî jî hene; ango bi kuştina wî re û dan aliyê deng û pênûsê wî, ziyaneke mezin gihêşte hinekan û eynî di evê çaxê de û bi tinekirina yekî weke wî, hinekan sûde wergirtin.

Vêca ka em li evan herdu aliyan bigerin; ewen ziyan dîtine û yên ku sûde, ji kuştina Şêx MEIŞOQ, wergirtine û pêre-pere jî, emê ewan sedemên ku, hêştine ev bûyera han, bi hinekan, tehil û di rengê bêtaran de be, binasin û vêre jî bizavên xwe bikin ku, ewana bikolin û şirove bikin, da ku em karibin û di riya ewan xalan re, nêzîkî rastiyê bibin û li dawiyê jî, eger ku em negihêştin ewê nêzîkiyê, bi kêmasî, meyê bizavên xwe kiribin ku, em jî nirîn û dîtinên xwe bînin zimên û mîna Elî bin ebî TALIB gotî: ji ewê ku, bighe rastiyê, re du parin û ji yê çalak re jî parek. Ango, her di çalakî, xebat û bizava mirov de, xweşkarî heye; eger ku têde bi ser keve yan na.

Helbet û li gor kar û xebatên şêx MEIŞOQ, nemaze yên evê dawiyê; mîna derkrtina wî ya ser neynika hinek setelaytên kurdî û gera wî ya li Ewropa û hevdîtin û piştgiriya wî ji hin nûnerên Tevgera Kurd û yên rikbirên Sûrî re û bi taybetî rûniştina wî ya bi Elî S. BIYANONÎ re, hêşt çavên hêzên ewlekariyê li ser wî sor bibin. Ewana dît ku, Şêx ji aliyekî ve, xêzên sor derbas kirin û ji aliyê dîtir ve jî, ewî dibe hejmareke zordijwar ku, di demên nêzîk de, dê karibe ji milet û doza kurdî re, pir xalên girîng peyda bike û zû-zû, ewê nikaribin destên xwe deynin ser devê wî, nemaze ew ji paşvaniyeke mislimantiyê hatiye û heyama rojhilat, bi evê ramyariyê re, alîkare.

Lewre û di zûtir dem de gerekbû, ev deng bête rawestandin; ji berî ku, ew ji wan û şêweyên wan ên çareserkirina pirsgirêkan, mezintir dibe û dihêle damareke dîtir ji qurmê doza kurdî, ji Tevgera Kurd re Şax dide. Lê û li gor dîtin û xwendina me, ji çîroka revandin û kuştina Şêx, ji aliyêkî ve û naskirin û hevjiyana me bi şêweyên hêzên ewlekariyê, ji aliyê din ve, em dikarin bibêjin ku, çîrok ji destê wan derket. Ango; yek dikare bibêje ku, evên xwestine dengê wî rawestînin, nikarîn xwendineke durust ji encamdana çîrokê re bixwendana.

Bi gotineke din, em dikarin bibêjin ku, çend dîtin û divê, di kuştina Şêx MEIŞOQ de, hene; ji berî her tiştî û weke me got, hêzên ewlekariyê sûdeyê ji rawestandina dengekî wilo werdigrin; ji ber ku pirsgirêka kurdî di destê wa deye, ev ji aliyekî ve û ji aliyê din ve jî, ew xwediyên biryara Sûrî ne. Lê ka em biprsin: ewana ji pêşî de xistibû seriyê xwe, dê wî bikujin û wilo ewana her tişt; revandin û kuştina wî bi destên xwe kir, an û weke Mîtên Tirkan ewana hinek têvedan ku, wî bikujin; mîna ku çawa Kontir Gerîla bi ewan karan, li hember tevgera demokras û rizgarxwaz, radibû û di evê yekê de, em dikarin bibêjin ku, ewana sûde ji ciranên xwe dîtine.

An ewana tenê xwestibû ewî bidin tirsandin û çend rojan li ba xwe bihêlin, helbet ne tenê weke mevan û çîrokên hêzên ewlekariya Sûrî û êşkenciyê ne tiştekî veşartiye; eger ku ewana yekî weke Dr, Arêf DELÎLÊ xiste bin ewê bizavê, dê Şêx XEZNEWÎ jê bidûrnexe û ne dûre di yek rûniştinên êşkenciyê de, ewî jiyana xwe ji dest dabe û wilo çîrok di destê wan de ruhin bûbe. Vêca divyabû ku, ew li şanoyekê bigerin û hinekan derînin ser neynika televzyona xwe û qeşmeriyeke xwe ji me re bînin zimên ku, ew bi xwe pê ne bawerin.

An jî û weke diveyeke dîtir û da ku, em ne xwedî dîtineke tenê bin; hin şanên xewkirî yên hêzên reş Elqaîde, li Sûryê hene û ewana dît ku, ev camêr û weke ramyariyekî misliman, ne tenê ji ser riya Elneqişbendiyê, lê heya ji ewê mislimantiya ku, ew dibînin bi dûrketî û ewî ziyanekê dighîne bingehîna wan a cemawerî, lew re divyabû wî bidin aliyekî û ew dengê rastgoyê bête rawestandin û ev bi xwe jî, wêrantirîn rewşe û li ser hêzÊê ewlekariyê tête jimartin.

Ji bilî sîneryoya ku, hinekan di pêşî de dida belavkirin û digotin ku, bira û malbata wî li piş evê yekê ne; ji ber ku hinek nakokiyên li ser erdan di navbera ewana de heye, lê dema dîtin ku ev çîk vala derket û ti agir pê nexist, ewana ew çîrok li şûn xwe hişt û li şanoyeke din gerîn û wilo û her çû xeleka gumanan li seriyê xwe teng kirin, nemaze piştî evan bûyerên kuştin û windakirina ewan kesên ku, gunehbarin di çîroka kuştina Şêx de û wilo li dawiyê û bê dudilî, em dikarin bibêjin ku, ji berjewandiya hêzên reş; hêzên ewlekariyê bû ku, ev deng bête vemrandin.      

 pirustem@scs-net.org

Cindirês-2005

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002