Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Dokument


 

 

 

 

 


Mihemed Hemo
Eger tevgera kurd li serxwe bûya, 
di karîn tîrorkirina Şêx bikirana xizmeta doza gelê Kurd

 

Şêx Mehşoq Xiznewî di demek kurt de ji aliyê gelê kurd ve hate nasîn, bi taybetî piştî di T V yên ezmanî yên kurdî de axift û wek kurdperwerekî bi mêranî li ser pirsa doza gelê kurd û Kurdistan rawestî bi taybet jî doza kurdên Kurdistana Sûriyê .

Ez bi xwe kesekî Kurdistana Sûriyê me, min ew Şêxê nemir nedinasî tenê min bi navê binemala xiznewî bîstibû ku wek binemalek xudî tarîqetin .

Lê gava Şêx Mehşoq di ezmaniyên kurdî de axift, gelek kesên din jî wek sîyasetmedar û rewşenbîran li kurdistana başûr li ser wî nemirî rojan ji min dipirsîn çi ji kurdên kurdistana başûrbûna, çi ji perçeyên kurdistanê din bana, di xwestin pirtir wî binasin çinkê bi helwestên wî yên merovayetî, netewî û mêranî şanazî dikirin.

Bê guman kuştina Şêx Mehşoq bi wî rengî dibe cihê pirsên mezin, Lê ji berî wan pirsan, tîrorkirina Şêx talûkeyeke mezin bû ji gelê kurd re, divê em bi zanibin hîn çi telûke di bin serê kuştina Şêx de hene ku ji gelê me re amede kirine.

Bi bawariya min divê ji berî em bizanibin bi destê kê ew nemira tîror bûye, em bipirsin çima Şêx kuştin û tîror kirin bi hovîtiya tîrora dewletî .

Çinkê gava gelê me sedema tîrorkirina Şêx bizanibe bê guman wê bigîne tewanbarên wê tewaniyê û hişyarbe ji miameratên dujmin, divê gelê kurd bi çûk seyrî vê bûyerê neke, bûyerek geleke mezine .Di vê dema ku devera me bûye wek tulûra li ser hejekî nizane çi li pêşêye.

Ji berî ev rijêman hildiweşin wê çi karê xerab hene bikin ta dîktetoriya xwe berdewam bikin û temenê xwe dirêjtir bikin. Lê jiyan ji wan re nemayî, ji ber wê jî îro rijêma Bas li Sûriyê harbûye nizane çi dike wek merivê ketiye bataqê her berxwe dide pirtir pêde dere xar.

Guman nîne ku destê Mixaberatên Sûrî di tîrorkirina Şêx de tinebin, bê guman mixaberatên Sûriyê ew sînaryo danîne, lê bidestê kê Şêx tîror kirin ji me re ne girînge, ne dûre mixeberatan ew bidestê berdevkên xwe tîrorkirbin.

Lê ya girîng ji me re divê em bizanbin çima Şêx tîrorkirina?

Ez wek rewşenbîrekî li kurdistan dijîm û çavdêriya bûyerên deverê dikim gelek tişt bi bîra min tên:

- Nedûre tîrorkirina Şêx ji ber çavşikestina sembolên gelê kurd li kurdistana rojava be .

-Nedûre tîrorkirina Şêx ji hin aliyê rijêma Bas ve be, ji bo şerê xwe bikin nav kurdan û wan bikin devê topê ta pê hevdu bêxin .

-Nedûre Şêx tîrorkiribin ji ber gelê kurd li Kurdistana rojava bixin xefkan û wan qirbikin .

-Nedûre jî destê Exwan elmuslimînên di nav rijême de, di tîrorkirina Şêx de hebe ji ber berê gelê kurd berve Exwan elmuslimîn bidin .

Bi hemî îhtîmalan jî tîrorkirina Şêx xizmetekî mezine ji bo rijêma Bas li Sûriyê. Ile eger tevgera kurd li rojava li serxwe bûye, di karîn tîrorkirina Şêx bikirana xizmeta doza gelê Kurd, wek tevgera Lubnan tîrokirina Herîrî kirine xizmeta xwe û pê lubnan rizgarkirine, ji destê rijêma Sûrî .

Tiştê girîng îro em bizanibin çima Şêx hate tîrorkirin, sedem çibûn ta em kurd karibin tîrorkirina wî nemirî bikin xizmeta gelê xwe. Ev jî kes nikare bizanibe ta Şêx ji nêzîk ve nenase, û kefûleftên wî nezanibe nikare sedemên kuştina wî bizanibe. Eger sedema tîrokirina wî jî em nezanibin, em nikarin bi bîr û huşyariyek netewî bersiva rijême bidin 

Gumana min a mezin ew e ku tîrorkirina Şêx pêlanek nuh bû ji gelê kurd re,,wek pêlana 12 avdara 2004 ta gelê kurd carek din tûşî qirkirinê bikin, divê gelê kurd jî huşyar be.( Eger Dîk bang de û bang nede sibe vetê) jîyan ji rijêma Bas re nemayî mexwestî û nexwestî hildiweşe .Bila tevgera me hilweşandina Bas yane rijêma Sûriyê ji xwe re neke bar û gelê me tûşî qirkirina nekin rijêma Bas li ber hilweşandina xwe wê xerabiyên mezin bike, bila kurd nebin devê topê, îro ji tevgera kurdî tê xwestin xwe topkin ser hev dengê xwe bikin yek piştî hilweşandina Bas, wê çawa karibin mafê xwe bînin meydanê .

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002