Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Dokumenta Dr. Xeznewî


 

 

 

 


Mahmûdê Ûsê

Xelata mendalên me di roja cejina
zarokên cîhanî de pakrewanek bû

 

 Wekî tê zanîn, ku di roja yekê pûşperê de, her sal cajna zaroka cîhanî ye, ku her mendalek ji xwe re, dikeve nav cîhana fentaziyê, û dibêjin: “Gelo dê û bavê me, dê çawa, di vê roja pîroz de, me pêşwaz bikin, ewê me bibin seyrangehên welêt, da ku em bi hevalên xwe re bilîzin, dîlan û henekan bikim… cilên rengîn û xweşik, li bejina xwe kin, ya wê me bibin filimekî sînemayê yê ku, hîn tu kesî lê temaşe nekirî ye, yan şanoyekê ji şanoyên lîstika zaroktiyê …..hw.d.  ewê me xelat bikin, ji ber ku, her zarokek hatiye perwerde kirin li mal, bexçeyên zarokan û dibistanan.

Lê dê û bav  ji aliyê xwe ve, soz û amedebûnên xwe, di vê roja pîroz de, ji wan re areste kiribûn. Tevî ku dê û bavan, hemû pilanên xwe ji bo xelatkirina zarokên xwe amade kiribûn, yan jî wan bibin şano û sînemeyan.

Ez jî, ji hêla xwe ve  wek bavekî, ketibûm taya razîbûna zaroka xwe, ku ez bi çi awayî  û bi çi milodeyê, vê rojê bi zaroka xwe xweş û geş bikim. Lê mexabin… min nezanî bû, ku nejatperestên Ereb, Islamistên cîhanî, dev bixwîn û mêrkuj û şama şofîn, ji mindala min ya şêrîn re, hemû alavên xemgîniyê afirandibûn,  şîniyeke reş li şûna şadûmaniyê anîn, û cilên reş li şûna cilên rengîn kirin, şanoyeke bi teror û xwîn li şûna şanoya xweş yarî kirin, bêyî ku hayê min û zaroka min ji tiştekî hebe.

Hemû pilanên tarî û rûreşiya wan hate diyar kirin, di cejna zaroka min de, bêguman  zaroka min, ket bin dêfaktoya terorîstên şama şofînî û faşîst, ku ew milodiya şînî, xemgînî, di cejna zaroka min de hûnandin.

Gava dê û bavan xwe amade dikirin, ji bo kirîna hin alav û lîstikên cejnê, ji serê sibehê de, di wan kêlîkên despêka sibehê de, dujminê bê rûmet û ne mirovane, ji şama nejadperest nûçeya xemgîniyê ji aliyê xwe ve, ji min re ragihandin… şêxê min di bin darê işkencê de, bi şêweyên terorane şehîd kirin û ew diyarî me kirin. 

 

Min jî dest ji lîstik û alavên cejnê kirin, û li çavên zaroka xwe nerî, û min ji zaroka xwe re got: Ez jî vî pakrewanî diyarî ceja teyî îsal dikim, lê ez soz didim te, ku ezê di cejnên te yên paşerojê de, xelatê xemgînî diyarî te nekim, wek hemû zarokên cîhanê xelateke şadûmanî bidim destê te yê bê guneh.

 

tirej.net/com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002