
Kiyakşar Temir
Şêxê kurdistan
Şêxê
kurdistan Maşuq
Silav ey şêxê kurdan
Bi rastî tu kurê kurdistan
Te kuştin dijminê nezan
Te kir rêber û rêzan
Wek şêx Mahmud û şêx Saidê Pîran
îro jî Masuqe şêrê kurdan
Bi Qamişlora ti bû yek can
Te hêz da tekoşîn û serhildan
Şêx Maşuq nebû serokê partiyan
Lê bandora wî xurtir bû ji ya wan
got ez kurdim ji kurdistan
gotina me ne bihîst ji serokê partiyan
jêre ne giring bû jiyan
xweş nasdikir ku wê bibe qurban
nekir tirs û kir berxwedan
isbat kir ku misilmantî ne astenga azadîcan
tu file be yezidî yan cihu be yan misilman
xebata xwe bike tenê bo kurdistan
wisa kir şêx maşuqê kurdistan
aşiqî wî bû dayika kurdan
bidin riya şêx Maşuq û nekin rawestan
ta em heyfa şêx hilînin û ya hemû sehidan
04-06-06
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org