Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Dokumenta Dr. Xeznewî


 

 

 

 

 


Imer Kalo

Ronakbîr û
Pakrewanê mezin
Hilgirê xetîreya azadiyê
Dr. şêx Me'işûq El-xeznewî

Qet ji bîr nabe

 

Pîroz be Şêxê delal .... ku darbesta te bi sed hezaran ji hêsir û girî û gaziyan hate pêşwaz kirin, û bi ala kurdistanê ya rengîn hate pêçandin, û bi dilarî  û germahiyeke zor mezin hate himbêz kirin!! vestîvaleke mezin û xemgîn bû, ji hilbijartina te re, wek serokekî ji komara pakrewanên 12 avdarê re!! pîroz be .... û silavên me bighîne Şêx Se'îd, Qadî Mihemed, Barzanî û hemû pakrewan û nirxbilindên kurdan, û ronahiya giyanê xwe li wan jî pîroz bike, û bêje ku te giyanê xwe ji gelê xwe re bi hêsanî diyar kir, û gelê te jî bi bawerî û rûmet xwedî li te derket, û tu ji wan re hilbijartî, û çira azadiyê di destê te de hîştin, ta ku tu bi wê çira pîroz serkêşî û rêvberiya karwanê pakrewanên azadiyê bikî!! te di rûpelên ronakbîriya ramanên xwe de, û di astbilindiya hişmendiya xwe ye mirovane de, nivîsandibû .... bê tirs û ser tewandin, hêvî û dilxwaziya xwe .... û yên gelê xwe di zayîna azadî û rizgariyê de,  û bi rastî te buhayekî giran û nirxdar ji gelê xwe re diyar kir, û gelê te jî .... bi serhildanekê li te vegerand, û bi ala rengîn termê te bersivand!!!.

Pîroz be rêjîma çete û terorîstan .... qurçifandina giyanê serdarê pakrewanan venasîneke dîtire ji rêbaz û destpêkerên we yên qirêj û hovîn re!! belê .... serkeftineke seyr û cudaye ji destên we yên bi xwîn re, xelekeke nûye di nîşan û şêweyên kuştinkariyê de, lê biborin .... asoyên bê sînor di ronakbîriya Şêx Me'işûq de, dê her bimînin dûr û dirêj di asîmanên zanîn û hişmendiya mirovatiyê de, û dê nifşên pêşerojê tîrêjên bawerî û ramanên wî bi dil germî û hişmendiyê bişopînin, ger ku win bawer nakin, win dikarin wê rastiyê di hêsirên zarokên kurdan de bixwînin, ji alên reş û konê şîna wî û kolanên bajarên kurdistanê bipirsin, dê win baş têbighin wateyên rast û durist ji jîndariya nemirê astbilind di kûraniya dilan de, û çawa Şêxê me yê nemir bûye serkêşê raperîna hestên kurdayetiyê, û serdarê serhildana duyamîn li rojavayê kurdistanê!!!.

Pîroz be zarokên kurdan .... û bijî ji herdû tiliyên we re jî, dilxwazî û hêviya Şêxê pakrewanan jî di serê wan herdû tiliyên we yên teze û bêguneh de bû, wî jî wek we digot bijî azadî, bijî rizgarî, bijî birayetî, bijî wekhevî, bijî mirovatî .... wek wê bi dengê xwe yê afsanewî di rûyê çete û terorîsan de diqêriya û bang dikir, û bi hezar caran digot na!! dengê wî yê qebe û zor .... zor ....zor bilind hemî sînorên bivan derbas dikirin, sîngên xêzên sor diçirandin û qet ne dirawestiya, ta ku giyanê xwe wek xetîreya azadiyî vêxist û xiste destên we yên bi çûk, ji bo ku win karibin li ber ronahiy giyanê wî yê pak û pîroz rêça azadiyê bişopînin, belê .... haya wî ji wê yekê hebû, û baş dizanîbû ku dê buha çibe li hember encamê, bi baweriyeke di hinavên rûmetiyê de, û bi têgihiştin û hişmendiyeke payebilind pêşeroja we bi gulan wêne dikir, wisa ji me hemûyan re di giyanê xwe de gotin teqeze kir û çespand!!!.

Pîroz be axa kurdistanê .... himbêzkirin û pêşwazkirina mezinê pakrewanan ji te re jî serbilindî û serkeftineke cudaye, encama avdana zevî û zozanên te bi xwîna Şêx Me'işûq El-xeznewî û hemî pakrewanên doza gelê te yê kurd, bê guman dê bi gul û kulîlkan şîn û rengîn bibe, ta ku hov û çeteyên bidardekirina gotin û maf û nerînê jîndarbin, dê zincîra qurçifandina giyanan û binpêkirina mafên mirovan jî li ser sîngê te berdewam be!! ev reşroja ne destpêke ji pençeyên bi xwîn re, û ne jî dawiya birînê ye, ji kevnê salan de dergehên êş û birînan li gelê kurd vebûne, û lehiya xwînê destpêkiriye û hîn jî didûme, ji ber tenê xwîn û birrîna giyanan kuştinkar û serbirkaran serxweş û mest dike!! bila dergehên te tim vekirî û li ser piştê bin, ta ku tu bi rêçikên xwînê gulîstanan ji gul û kulîkên jiyanê re biafirînî!!!.

 

Kobanî: 26-6-2005

imerkalo@hotmail.com

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002