Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Dokumenta Dr. Xeznewî


 

 

 

 


Ehmedê Huseynî

KESKÊ KOR

Keskê ku bi tena xwe çîrokan ji baranê re dibêje, destên te li ber keskesoran radixîne û çavên te yên ji seravê hînî rondikan û reşgirêdana bajaran dike..

Keskê ku ji dastana dengê te direviya û berbi elindê ve wek şewatekê diherikî, aniha mûman dikuje û bi ser hawara me de, wek keskesorê, reng bi reng, şîn bi şîn, darbest bi darbest dirije û di tavsorka sînoran de gavên te mîna belindeyan dizingin..  

Keskê ku ji me bawer nedikir..

Keskê ku ji xwe bawer nedikir..

Keskê ku di şevistana sînoran de, bi xwe re, bi me re û bi pêjna sirûda te re şer dikir,

aniha, kêlên me bi sorgulên evînê dixemilîne û berbiskên qederê bi bendên nimebarana dengê te şil dike.

Keskê ku sor dibû..

Keskê ku di gavên te de diçurisî

Keskê ku ji bejna te didexisî

Keskê ku di kêlîka dawîn de kor dibû

Aniha mûmên xwe dikuje

Tîna xwe û agirê rexên xwe dimije..

Weku zîvê gustîlka te

Bi ser te de

Bi ser me de

Rondik û êşa şêxan dirije!

 

2005-07-05 

tirej.net/com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002