Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Dokumenta Dr. Xeznewî


 

 

 

 

 


Dilyar Dêrikî
Keçê kezîkurê ma te jî  Hîrodots dît?
 
Evînbaziya Sînoran
Yektahiya xiniziya xewnan
               bipêçe
da ku kabokên artêşên xwînedeman
               sist bibin
û ber bi yezdangehê ve, 
tevna kelîştekên  giyanên sergûnê
               birêse
Di helata vecqandina  duhî de
harbûniya tarîstana tirsê
               bimezêxe
Nexşeyên gulê mişt bûne 
Tazî
pêxwas
û dîrokkirî
Ku dengê te yê sinckirî
ji hinavên yadgehên zaroktiya min  
Wek pêtan
Ez heyranê şûndemayê sînora me
Ez her li ser derguşa dayika xwe dibêjim
Ez her ji biyaniyê xwe re
                               dilorînim
                                    dilorînim
                                          di  lo  rîn im
ku nekare bigihê ser axa sar û bar
û di desthelatiya xelmaşiyê de
xwe
     dilop..
           dilop..
                 yan
                    pêl bi pêl
                                  birijîne
Ser pêngavên arastiya dîtinê
 - lê ne dîtina xwe -
di neyneka texopkirî de
ji geravên asoyê xewnên  rijyayî
li ber piyên xwas
Min pirsa bûnewerekî dikir
Min pirsa canwerekî dikir
Ez li dêhleyezdenkî digeriyam
ku ez  kenê xwe yê îro
û kenê  xwe yê dahatuyê
ser navê wî tapo bikim
Lê bila
tenê
giriyê duhî û pêr
                      bide min
Ji lawaziya reşbûna ronahiya sixtedemê
da ku toqîn xemsar bibe
ne bi xweşî
ne bi reşî
û her xwelîseriya bêhna qehwa tehl
li dor me digeriya
ji dûriyên kelogirî û  îskîskan
di hêlînên gunhan de
di şevên aram benda kotekî de
bi gerdena gunehên pîroz ve helwestayime
ku tu min, wek tûtina Xursê
               dipêçî
ku tu min, bi agirê şemalkên  deşta qedexeyî
               disojî
Bi lewendiyên  sînoran re
ez ne gerdirawê  xweêşandinê me ji xwe re
Lê di navbera me de,  tifeng û leşker in
ku sînor ji sînoran re dibêjên
ku sînor li sînoran dipirsin
ku sînor muherên xwe
ser termê kêlîkên min dikin
hîn bêhna andekoyan ji  dûr ve tê
şopa periyan ser zemînê xuya dike
lavjandina Qûranê bi kurdî bilind dibe
(Andiwarê paytext e Nofa )
Na ,,
Bibure Nofa
Vê sibehê bi banga melayan re,  li ber  firneyan
Pistpista jinan dihat,  li bendî nan ji zarokan re
-Keçê kezîkurê  ma te jî  Hîrodots dît,
Ku  çawa xwe  ji ber çavên Polîsan diveşart
Mêran  jî,
li mizgefta Qasimo,
ew dîtin, nimêj ser darbesta bi aleyê pêçayî
dikirin
û şagirtên dibistana kembaxistanê sûnd dixwarin
Ku xameyên  xwe û avxameyên xwe danê, 
da  ku navê dibistana wan  durist binvîse
Lê Melûlên îro
 Pirtûk û xameyê
Li ber derghên mizgeftan
Reşgirêdane periyan di hembêza qamişlokê de
Li bendî xutbeya Înê
Qamişlo paytext e îro
Qamişlo paytext e sibe
Buhiştê dergehên xwe li Qamişloyê vekirine
Di şevnameya şilbûna şîrtên dilşekestî de
Bi rondekên tola girtî
Ser xakê
Li ber makê
Bê çar
û carekî
Firtoneya baweşîna destmalên dayikan
Min çavên xwe  li xwe digirit 
Da ku ez rondikên xwe
Di neyneka bajêr de ne bînim
û ez bajarek çandî me
Bi tofana xeyd û keseran
Bi hêviyan
di oxira semiyanan de
Ku pêşwaziya semiyanan bikim
Ku navê te di dibistanên kurdî de
               tomar bikim
tu zanî ????
ku kurmanciya te...
                             ya şikestî 
                                ber dilê min
                                                   pirr  şirîn e

tirej.net/com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002