Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Dokumenta Dr. Xeznewî


 

 

 

 

 


Dîlan Zêbo
Bê tirs binivîsîn dîrok

 

Li ku derê?

Li ser rûpelên Nasnameya penaberên bê Welat,

Li ser asîmanê buhişta giyanên pakrewanên Avdarên xemgîn,

Li ser çirûskên bendewariya Girtiyên azadiyê

Li ser cilnivêja Şêx MaŞûqê bê guneh

Li ser piştên Karkirên Avahiyên Dagîrkeran rizyayî

Li ser Lepên Zarokên Tiliyên wan di boyaxa pêlavên serbazan de lerizîne

Li ser Şûr û Mertalên Qureyşiyan ku mirovatî hînî kuştinê kirine

Û

Li ser herdu Kêlên Gora Dayîka min a niştîmanperwer

Bi çi rengî binivîsînim?

ma tu nizanî ku ji me re dibêjên Kurdên SOR!

Em di tu rengan de lihevnakin

Tenê di rengê mirinê de dibin yek

Ji keskesoran em fêrî jiyanê dibin

Di Newrozan de li xwe digerin

Û di rengê Azadiyê de Şehîd dikevin

çawa binivîsînim?

Bi xêzên gir û germ

Bijî Azadî û bimre kedxwarî

Bijî...bijîîî... azadiya gelên bindest

bi peyvên nûnerên welatên biyanî re

bi anonS û qêrînên qirikên zuha û birçî re

bi meşên dirêj û mest re

bi lîlan û firmiskên tevlihevî re

Û

bi alên Kesk û Sor û Zer re

Gav bi Gav

Gov bi gov

Qelf bi qelf

Ref bi ref

Pêl bi pêl

Em ber bi te ve tên

aaay Qamişloka Serhildanê.

 

29.06.2005  

tirej.net/com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002