Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Helbest 

  Çîrok

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Dokument


 

 

 

 

 

 
Ar
şevê Oskan
Şêx Kete Dîrokê

 

Li ser asta tevgera siyasıya kurd lı Sûriyê, mixabin piraniya oldarên me roleke erênî ne lîstin e, ji ber ku tim û tim ketin e xizmeta siyaseta wendabûna netewa Kurd. Ew jî, ji ber gelek sedeman tê, û nemûneyên herî balkêş, di vê çarçewê de Keftaro û Seîdê Botî ye yên wek wan in.

Lewra ku gelê kurd, bi kuştina Şêx Maşûqê Xeznewî, pir êşiya û qîrîneke balkêş jê derbû, da ku mirov nas bike yê ku bi kêrî doza gelê xwe were, gelê wî jî wî jibîr nake, bi dil û can lê xwedî derdikev e.. kî dibe bila bib e.

Ji gorbihşt Şêx Mihemd Îsa û vir de, mirov dikare bibêje, Şêxê me yê Şehîd, yê yekembû, ku bi roleke baş lîst, ew jî di nêrîn û awira wî de eşkere bûbû. Lê tiştê ku mirov li ser xemgîn dibe, ku nehiştin ev mirovê oldar û ji malbateke oldarî xwedî dîrokeke dûr û dirêj, ji wisa bêhtir rola xwe bilîze, lê nayê wê wateyê ku wê yê dawîn be.

Bi bandora wî ya ku li ser gel dihata kirin, baş dizanî bûn, ji her kesî bêhtir dikarîbû gelê Kurd, li dora xwe bicivîn e. Ji xwe dîroka oldariyê, di nav gelê Kurd de, ne ji niha de destpê dike û hatiye bicîkirin. Lê belê ji sedê salan, ev gel li ser van fikir û ramanan hatiye perwerdekirin, geh pê hatiye xapandin û geh maralê wî bilind bû ye.

Ji bo ku gelê me jî baş xwe nas bike, doza me ne ya olîye, lê belê berî her tiştî, bi hebûn û nebûna me, wek gelekî bindest û ji mafê xwe yên dîrokî û netewî bê par ma ye. Ev nêrîn li ser tevgera Kurd li Sûrî ye.

Gava ku mirov li dîroka hersê perçeyên din yê Kurdistanê temaşe dike, mirov tiştekî din dibîne, li Kurdistana Bakur, çawa ku gelê Kurd bi şoreşa Şêx Se´îdê Pîran hatin naskirin, di gel ku bû dîrokeke dewlemend, ji berxwedana gelê Kurd re, di dîroka nûjen de. Ew gotinên Şêx Se´îd li ber darvekirinê, bûn mîna ayetên netewî û heyanî niha di guhê gelê Kurd de tên xwendin, heyanî Kurd hebin, ewê rêberên mîna wî bên bibîranîn.

Li Kurdistana Rojhilat, dewleta Kurdistanê bi rêberiya Qazî Mihemed hate damezirandin, di sala 1946 an de û di yazdeh mehan de hate herifandin, bi pilan û xapên neyarên Kurd, li Meydana çarçira Şêxê me Qazî hate daliqandin.

Herweha li Kurdisatna Başûr jî rola oldar Melle Mustefa Berzanî, ku tu caran nayê jibîrkirin û niha ev hersê nav wek sembola dîroka berxwedana gelê Kurd li hember neyaran tên nasîn, ji bilî Şêx Ahmedê Xanî û Melayê Cezîrî…… h.w.d .

Çima emê jî nebin xwedî dîrok, çima oldarên me jî wê ji bo doza gelê xwe nebin pakrewan, yan çima wê ne welatperwer bin... ???. Lewra ku bi şehîdbûna Şêx Maşûqê Xeznewî em dikarin bibêjin, oldarên me jî îdî dikarin bibin welatparêz û gelê xwe di rêya olan re biparêzin, wek hemî gelên dunyayê, bila şehîdbûna Xeznewî ji oldarên xwefiroş re bibe nemûneyeke balkêş, û ji gelê xwe re bibe dîrok û samanekî giranbuha.

* Serê gelê Kurd sax be.

* Gorbihişt be lawê Kurdistan.

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002