Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

 


Çîrok


 

Arşevê Oskan 

Çîrok in pir kurt

 

Kuştin

Dema bavê min bi destê serokekî hat kuştin, min zû gazî bir ser termê wî, lê dema min term dît, ez veciniqîm ...!!?? .

Derya

Min avjenya pêlan pir hêsan didît, lewra min biryar da ku avjen bibim, dema min serk avêt nav pêlê, derya ez daqurtandim ... !!?? .

Seyran

Ez û wê çûn seyrana zeviyekî xemilandî ji sorgulan, lê ku em gihiştin, em nehatin pêşwazîkirin, lê pir dereng em li xwe hayê bûn ...!!?? .

Xeyd

Hêvî silav li min kir û berê xwe guherî, min da pey wê û çûm û çûm û heyanî niha jî ez derim, da nasbikim çima xeyidî ...!!?? .

Bilûr

Rojekê min ji bazarê bilûrek kirî, li wir dengê wê pir xweşbû, lê ku min li malê lêda, ez dilgeş nekirim, min ew li erdê da û giriyam ...!!?? .

Nêçîr

Çûm nêçîra kiroşkekî sor, hemû kiroşkên çolê bi min re hatin malê bi saxî, lê tajî hemû xeyidîn ...!!??

Tirs

Di polmanê de xulmaş bûm, min xewn dî ku polman diqulipî, min kir hawar û gazî, ajovan ji min tirsiya û xwe di rê werkir û em hemî hatin kuştin ...!!?? .

Mendal

Temen du mehî peyvî û şîret li me kir, diya wî benîştê xwe dicût û dikeniya, kalemêrekî got: Xew nema li çûka, heya nema li bûka ...!!?? .

Dadgeh

Mêr û jin çûn dadgehê da peymana zewaca xwe mor bikin, dadmend ji jinê xwest ku doza berdanê bike, da zewac bê mor kirin ... !!?? .

Zewac

Yek ji xwe re xwest û şahiya xwe pêkanî, bûka xwe siwar kir, lê ku derbasî cem wê bû, dît ku bûk hatiye guhertin ...!!?? .

 

tirej.com
18/01/2004

 

Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002