Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Weşan


 

 

‘Filîtê Quto’ ya Salihê Kevirbirî
li tirkî hate wergerandin

‘Kürt Halk Türkülerinden seçmeler’ (Filîtê Quto)

Salihê Kevirbirî

Evrensel Basım Yayın

Ji kurdî werger: Mazlum Dogan

192 rûpel-Stenbol

 

STENBOL- Pirtûka rojnameger û nivîskarê kurd Salihê Kevirbirî ya bi navê ‘Filîtê Quto’ bi zimanê tirkî hate wergerandin. Orijînala pirtûkê di sala 2001’î de li Stenbolê ji hêla ‘Weşanxaneya Pêrî’yê ve bi zimanê kurdî hatibû weşandin.

Wergera pirtûkê bi navê ‘Kürt Halk Türkülerinden seçmeler’ (Hilbijêrek ji Kilamên Kurdî) ji hêla Evrensel Basım Yayınê ve ku ev demek e dest bi ‘Rêzepirtûkên Çand û Dîroka Kurdî’ kiriye ve hatiye weşandin. Wekî tê zanîn weşanxaneya navborî, di warê weşangeriyê de yek ji çaktirîn saziyên weşangeriyê ye. Pirtûka Kevirbirî di rêza pirtûkên kurdî de 8’emîn; di warê weşanên giştî yên weşanxaneyê de jî pirtûka 258’an e.

Pirtûka ku ji hêla Rojnameger Mazlum Dogan ve ji kurdî bo tirkî hatiye wergerandin, 20 kilam û 20 qewimînên girîng ku li nav kurdan pêk hatine, di nava xwe de dihewîne. Salihê Kevirbirî bi vê pirtûka xwe, kilam û qewimînên ku heta niha ji hêla bi dehan dengbêjan ve li seranserê welêt hatine vegotin, ligel lêkolîn û guhertinên (wersiyon) wan darêjtiye ser kaxizê. Kilam û qewimînên di nava pirtûkê de ev in: Emê Gozê, Şerê Pencînaran û Elikan, Meyrema Fileh û Eliyê Qolaxasî, Genc Xelîl û Edûlê, Filîtê Quto, Şerê Newala Qeremûsê, Behcetê Dawûd, Bişarê Çeto, Raperîna Mala Eliyê Ûnis, Şerê Xûrûcê, Bavê Fexriya Siwarê Gêjo, Heso û Nazê, Şerê Hethetkê, Heso û Nazê, Ferzende Beg, Emînê Perîxanê û Evdilê Birahîm,  Çûro û Fesîhê Mihê Mîrze, Ferzende Beg, Dengbêj Ferzê, Ferman e, Qezaya Bûlanixê.

Ji bilî ‘Filîtê Quto’; Karapetê Xaço (tirkî, Weşanên Sî, Stenbol-2002), Gera Pênûsê (Kurdî, Weşanên Sî, Stenbol-2003) berhemên din ên Kevirbirî ne. Salihê Kevirbirî, Endamê PEN’a Kurd û Endamê Senatoya Enstîtuya Kurdî ya li Stenbolê ye.

 

Ji bo xwestina pirtûkê pêwendî:

salihkevirbiri@hotmail.com

bilgi@evrenselbasim.com

 

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002