Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest 


 

 

YAR Û XWEDA
Bo yara mın ( Darîn )

 


BÊKES REŞÎD

 

Rengê çavên te ...

Xamava xwedaye

Nexşa gerdûn û cıyê xwe dıkêşe

Mıjgûlên fırıştên xwe pê kıl dıke

Şeva xwe jê pêk tîne.

 

Bı seyrbûna çavên te ...

Ramanên xwe hıldıbıjêre

Çıyîtıya xwe ya nenas mezıntır dıke

Rewşên jıyaneke nû dıhûne

Bı ser hêza xwe ya bêdaw ve dıbe.

 

Dı bîbîlankên te re ...

Rewanan lı mırovan belav dıke

Peyxemberan bı rê dıke

Şopa tekaneya xwe dıhêle

Jı tevlîhevıya hestan berê  xwe dıde ahestıyê.

 

Bı mıjgûlên te ...

Serê xwe jı gewde dıbırre

Pora xwe şe dıke

Bıhnên xwe jı hev nas dıke  

Dıpışıke … dıbaweşıke

Qıdoş tevî dı mırovan de dımıçıqîne ... û

Lı xwe dıçıkkîne.

 

Awıra te ...

Rewanstîna wî ye

Rawestgeha wî ya aloze

Jı çêkırınê re helwesta wî ye

Gerînoka wî ya dawıye.

 

Bı lêvên te ...

Rewan û gewdeyan lı hev tîne

Fermanên xwe rast dıde

 

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002