Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest 


 

Poşmanî



    Azer  Osî

Wisa te kir, te çi kir!?

Piştî xewna min, te kir?

Pela pelên min weşand.

Bi hêviya min te kir.

Te di dil de tîr çikand.

Û te......

qeseleyek ji hêlîna xewna min revand.

Dilê evîndar şikya.

Çira Beko vêdiket.

Ji wî cihî min bardikir.

Ser û binî hev dibûm.

Û li tarî şevan ez dimam.

............

rojek kor!

Têde ez jî kor dibûm.

Ji wê evînê!

nema ber xwe, min didît.

Ling û dest di qeydê de man.

Ji min re gotin:

ji cihê xwe ve hilpekîm.

Bayê işqê min firand.

Ez raserî riwê bê hêvî,

û riwê roja reş dibûm.

Min pir birîn derman kirin.

Lê! dilê min birîn dibû.

..............

Wê rojê!

tevzînokan min digirt.

Nema min xwe nasdikir.

Kesî dilê min nexwend.

Di nêv ar de, ez dimam.

Û arê wê hilûr dibû.

............

Wê rojê!

ne tenê poşman dibûm.

Lê...... li min ew siwar dibû,

û....... li ser min, konê xwe vegirt.

Bayê wê!

bi lez dihat.

Sitûr dibû.

Di kenî, têr nedibû.

Li bejna min, xwe pîva.

Û bi ser min de,

Cawê şînî berdida..

..............

wê rojê!

wek kovî li min dihat.

Perestgeha işqê min kişand,

Têde bi tenha dimam.

Û li Kurdistan!! Mîna Mellê diwestiyam.

 

Amûdê 28. 5. 2004

 

 

 

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002