Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest 


 

Dema bêhna te dihat

 

 


Azer Os
î      

Dema bêhna te dihat!

Pê bayê min,

ne wek yê te

mîna pêlan radibû.

Pêre…….. min xwe çengî te

û wê himbêza germ dikir.

Û di himbêza tede,

helbest di himbêza min de

dimeya û radiza.

Û ji bîna min….

ew serê xwe, li ser balgeha min

datîne.

…………

Dema bêhna te dihat!

dil jî pirsa te dikir.

Ez piçûk,

mezin dibûm.

Çav digrî,

dilan dişo.

Û hêsrên min

Peyvan dişon.

..............

Dema bêhna te dihat!

mirî tev zindî dibûn.

Her çar dîwar hilweşîn.

Li welat xweş roj hilat.

Ez bi per û bask dibûm.

Û yê li jor!

ji kêfxweşî silav dida

û ji ber me ve

bê ku bêje:

çav digirt û pişt dida.

Û min û  te

li qeyika demê siwar dikir

û digerand.

...........

Dema bêhna te dihat!

dil dergahê te dibû.

Ji laşê min, av dihat.

Pênûsê serî radikir.

Û ji jêr ve ta jor

dest dirêjî te dibû

û tilmên tey hişk

mîna pembo nerm dikir.

..............

Dema bêhna te dihat!

hezkirin xweber dihat

û min!........

ava lêvên te vedxwar.

Ez siwar,

Peya dibûm.

Rêça min bi rêdan dibû.

Min bi destên te digirt.

Û hespê min bi paş de

çû.

.........

Dema bêhna te dihat!

li ber, min sema dikir.

Dilê min sipî dibû.

Nema tiştek min digot.

Û tû delala dil dima.

...........

Dema bêhna te dihat!

Cihê kulan nedima.

Wek divêm şeyda dimam.

Min konê xwe û te vegirt.

Her gulê mizgîn dida.

Û min.......

Têr sirûda dil dixwend.

................

Dema bêhna te dihat!

hêza wan  tev pûç dibû.

Deştê kirasê te pîva.

Çiya banî min dikir.

Û li ser……. ala rengîn wê hilda.

..............

Dema bêhna te dihat!

sivik firîm û li te geryam.

Şev bê çira nedima.

Ji bala min

Eştar diçû.

Dibûm cotyar

û fêrî cotyaryê dibûm.

............

Dema bêhna te dihat!

guh guhdarê te dibû.

Bê baran çol şîn dihat.

Min demsala te didît,

û ez li bendî te dimam.

..................

Dema bêhna te dihat!

tev çivîk serbest dibûn.

Bê guman Newroz dihat.

Ji her kesî min hez dikir,

û ya di dil de

her tu bû.

 

27.2.2004

Amûdê

 

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002