
Çîrokên Helîm Yûsiv bi Elmanî
Ji weshanên Unrast
verlag li Elmanyayê, pirtûka nivîskarê kurd Helîm Yûsiv
( der schwangere
Mann ) - mêrê avis – bi zimanê Elmanî derket. Ev pirtûk
ji hêla Heidi Karge ve hatiye wergerandin. Tê zanîn ku ev
pirtûk cara yekem di sala 1991 ê de li Şamê, bi zimanê
erebî hatiye weşandin û di sala 1997 an de, ji hêla weşanxaneya
avesta ve, bi zimanê kurdî, li stenbolê hatiye weşandin.
Pirtûk ji pazde çîrokan pêk tê û li ser pênc beşan
tê parvekirin:
1-
Ax – Tîskên kerê spî – Peymanek bi Ezraîl re
– Mêrê avis.
2-
Av – Tekerên sofî Teker , Riya firyayî, Bizina
mijokî.
3-
Xwîn – Memo ji mirinê şiyar dibe.
4-
Agir – Skeletê evîndar – Sêqorziyek bi çar
qorziyan – Bûyerên sala 2014 an.
5-
Ba – Tehtîla oksejînê, Jînanîgariya solekê,
Hezkirina bê ling, Cîhan ji avdestxaneyê mezintire.
Pirtûk, di çapa xwe ya
Elmanî de ji sed û şêst rûpelên ji qetên orte pêk
tê.
Ji bo agahiyên
berfirehtir li ser pirtûkê û nivîskarê wê, bi zimanê
Elmanî, hûn dikarin li vê adresê bigerin:
Unrast-verlag- Neuerscheinungen frühjahr 2004
tirej.com