Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Gotar


 

Salih Demicer

Te baş kir!

 

Li alîkî gemiya ku weke kêra goştfiroşekî sîngê Avê Diqelaşt. Wêso naza dilê Xweyî şikestî hildigirt, berê avê. Cîhaneke nuh, welatekî nuh, dîmenin nuh , li ber çavê Wî dikêşandin, ji alîkî de sam û tirs û ji aliyê din de liv û tevgereke geş û ne  normal, bê hedaniyeke ku wek pêlên  deryayê Bangî ramanên wî yên pêlpêlîn, bela û siq  dikirin, pêlên  deryayê û yên ramanên wî bi hevdû re ketibûn çirîdeyeke yaman, yên avê Gemiya wan tevî barê Wê yê giran  , wek perekî dihejand û yên ramanên wî hest û pêjnên wî ji bin ve dihejandin ,  rojên xwe yên berê, yên ku bi sêfîlî derbaskiribûn , bi pêşerojeke xweş û şîrîn li oropa kedî dikirin. Ew xewnên ku di bin simên bêparî û destnegihîştinê de roj bi roj dihatin hêrandin ,îro bi her pêlekê re, dilê Xwe bi pêrgîniya wan xweş dikir.

keriyê ramanên xwe li mêrg û zozanên ferehiyê diçêrandin, zarokiya xwe  ya ku di nav zeviyên genim û pembû de binax kirbû ,  bê tebatiya xwe ya ku di diziya nîsk û nokên Miso de tîmar dikir, ew wek xilmaşekî di zikê vê gemiyê de ji hevalên wî re  diyar dikirin.

Li aliyê din rûyekî  bi nerînin  heft devî  ew dixwar, Wêso ev rûyê han pir dîtiye! Lê kengî û li kur, nikaribû di nav mijê Mijûlbûnê de ji hev derxe,bêhneke kurt lê nerî û di bin guhê xwere avêt:

- Merov bi rûyê xwe gîş wek hevin.

Nasnameya xwe ji berîka xwe derxist û li wêneya xwe ya ku berî bîst salan hatî kêşandin û bi zor dihate naskirin  dinerî ,ev bû çend salin ramana avêtina wê di serê Wî de digere da ku nasnameyeke nuh ji xwe re derxe û wêneyeke nuh pêdake. ew pir caran ji bo vê wêneya ku ne ji dûr û nejî ji nêzik kesayetiya wî dida naskirin, hatibû sekinandin û tawinbarkirin bi rahijtina nasnameya kesekî din .

  Vaye tiştê ku wî dixwestî vê carê Wê pêk were, lê ne ji bo guhertina wêneyê,  belê Ji bo armanceke din , da ku ew bibe penaberekî fermî divê nasnameya xwe bavêje.

Di destpêkê de  sedema avêtina nasnameyê nizanibû, lê  Hêşino bi hikişandina gîzera dudiliyê Ji dilê Wî,  rewanbêjiya vê kiryara ( pîroz) kire mekut û bi deriyên guh ve daliqand:

-Ger tu ji min înan nekî tiştek naçe serî.

  Wêso pir caran dil dikir ku biçe Oropa , lê roja din ji ser ya xwe vedigeriya dema ku di  rewşa malbat û zarokên xwe de -piştî çûna xwe- mijûl dibû , ew berpirsiyarê  wane û çênabe hema xwe ji nav wan bikşîne û biçe der , her ku wî dibhîst hevakekî xwe çûye  ,vediciniqî û mejiyê Xwe ji vê yekê diguvaşt:

- xwedê neke ez ji zarokên xwe bidûr kevim.

lê vê carê Wîjî nizanibû bê ev dilhişkî jêre ji kuve hat, di şevekê de biryara çûyînê stand û bi hilatina rojê re jêre xebitî:

- kêr gihîşte hestî , nema ez dikarim li vir bijîm.

gotinên Hêşino wê şevê Li ser Almaniya û xweşiya wê helwestên wî ji bin ve guhêrandin ,serê sibê dest û rûyê xwe bi lez şûştin û berê xwe da mala Hêşino:

-min ji bilî Almaniya tu dever navên , ez dixwazim li wir bijîm û li wir bimrim, bi xwedê Wek te gotî ,li Oropa  merov nirxdare,bi rêz û hurmete, bê tirs dijî. ne wek vî welatî, ma tu nabîne!!  em li vir bi şev û roj  pişta xwe ji kar û xebatê rast nakin û dîsa em nikarin pêwîstiyên jiyana xwe qezenc kin, li vir ne xwarina me xwarine, ne vexwarina me vexwarine, ez nizanim çi ji tere bêjim, tu ji min çêtir bi rewşa vî welatî dizanî, yên wekî me bi vê perîşanî û sêfîliya xwe nikarin li vir bijîn , em ji xew şiyar dibin canê me di devê me de ye ta ku em car din li nivînê vedigerin. ez tême dest û lingê te, tuyê Ji min re rêyekê bibîne da ku  ez ji vir xelas bim. Min bihîst  te gelek xort bi hêsanî derbaskirin Holenda û Almaniya, heger tu min jî bi rêkî, tu qenciyeke pir mezin bi min re dikî.

Bitriya Hêşino û bersivên wî yên ezberekirî wek her car, duweroja Wêso xiste nav ranên diravan:

-Heger tu dixwazî misoker bigihî cihê tu dixwazî divê tu sed û pênce hezar dirav bi pêş çavê xwede, derbasbûna Almaniya di van rojan de zor dijware,di rewşên wilo de em wek baranê peran bi ser wan de Dibarînin .

- Sed û pênce hezar geleke , pir xort hene bi pênce hezarî gihîştin oropa.

-Ez dikarim te bi çelî jî bişînim , lê ez soz nadim te ku tuyê bigihî Almaniya,raste  demekê berê gelekan xwe tê werkirin û gihîştin, lê herdem fersendên wiha bi dest merov nakevin, eger perê te tunene, elezîn , di serê xwe de vê çîrokê rake û deyne, ema te pejirand, ez  amademe , lê ez hêvîdarim tu kes bi vê çirokê hest nebe ,ne  tuyê herî û nejî ez di pişt tede me .

-Ez te spas dikim , raste me berê hevdû nedîtiye lê min li ser te pir bihîstiye ,dibêjin xortê ku te şandine ,aniha li wir kêfa heft dunya  dikin,îca pere di erdê Kevin, ji bo wan tu xeman nexwe, ezê  ji tere bi çI rengî be  peydakim,eger bi parsê mabe ezê  kome ser hevkim ,tenê ez ji vê gerînokê derkevim. 

- birayê min eger tu ne ji aliyê Berco de ba, min  tu bi dused hezarî jî nedibirî , bi serê teyî |îrîn, ev perena ji min re qurşek tê de nîne .

 -xem nake ez ji te bawer dikim, lê berî ez herim, dixwazim nasbikim piştî gihîştina min ezê Li wir kê bibînim û bi kude herim.

- birayêêê....

-Wêso.

-birayê Wêso, Ev yeka li nik min wek qurtek ave, here mal û li ser piştê razê, ezê Navnîşana xortekî bi tedim û ewê Li wir her tiştî ji tere çareser bike, erê tu hîn xweşik min nas nakî, lê ez kesî bê tevdîr bi rê nakim, tu dikarî li ser min ji Berco bipirsî.

çavdêriya ku ji Wêso re bûbû wek siya wî li welêt , ew di vê kêlîlkê de ,ji nişkave veciniqand û  kire gumana ku kesek di vê rewşê de, çavdêriya wî dike ,serê Xwe ji ser wêneya bîst salî rakir û li qorzîka din nerî ,hîn ew rûyê han li aliyê din zîq lê dinere:

-Ev seg lawê Segan çI ji min dixwaze!!.

 cihekî vêl ji gemiyî hilbijart û çû bi tenê xwe lê rûnişt , xwe kir ku dixwaze bi ava deryayê bilîze da ku kesî bi xwe hest neke , û ji nişkave qurça destê rastê Ji ser nasnameya xwe vekir :

- kî dizane tu ya min bû!!!.

*** 

   buhêrka merov çiqas talbe û ji êşkenciyan barbe jî , dîsa li ber dilê merov şîrîne,ji ber ku ew ya merove , ne tu destelat, ne tu artêş, ne jî tu hêz, kesek nikare wê ji dest merov bike,  ji ber vê yekê û ji ber ku ew careke din venagere , ew bi hemî talî û tengiya xwe şîrîn û ferehe , sermiyanekî tune nabe , piştgirekî giyanî ye ji ger û berxwedana merov di rûyê duwerojê de.

 çalên buhêrkê rêçên dûz û diyarin, koncalên wê  golên şîrin, lekeyên wê yên reş wek xemlekê dibirûsin ,ew her di dilê merov de jîndare ,û jê  re peya û serbilindiye.

 Wêso jî berî ku zanava xwe bavêje  ,wî avêtina wê wek avêtina xêzên navekî ne diyar û wêneyeke kevnar didît, lê piştî ku nasname li dû wî di nav pêlan de wenda bû, wî nas kir ku wî ne tenê pelek avêt belê wî temenek avêt , sîh û çar salin mişt ji bîranînên şîrîn û tal avêtin .

 ew tê gihîşt ku wî di vê bêhnê de buhêrka xwe wek pariyekî di zenguloka pitriyê re derbas kir,îro ew rojên berevkirina pîvok û kerengan ji pesara kaşê Zingzingo, li paş van pêlên bê dil hîştin. Berî ku bigihe cihê ew dixwaze, şivên berbero,zeleqonk û gupikên pembû ku pê hewalî çêdikirin û nîvê deşta sirûcê didane hev, zora xeml û xêza welatên rojava dibirin, di vê kêlîlkê de buhêrka wî bi hemî jan û nexweşiyên wê bûbû kêr û hinava wî diqelaşt , di vê bêhnê de ew gihîştibû baweriyekê ku wî bi vê kiryara xwe sîh û çar salên xwe wek lebên birincê Bi ser van pêlan de belav kirin.

Hîn Wêso ava buhêrka xwe bi ser agirê Pêşeroja xwe ya nenas de dikir,xwediyê Wî rûyî ku li aliyê din çavê xwe ji ser Wêso ranedikirin  hat û destê Xwe li pişta wî xist:

- te baş kir Wêso!!  te pir baş kir,di pir kiyaran de, di navbera jixwebawerî û poşmaniyê de deziyekî zirave heye , weke yê di navbera jiyan û mirinê de, îca divê merov netirse û xwe têwerke.

Bi nêzîkbûna wî re, ew nas kir, belê, ewe yê pir caran li şaxê pirsê Ji Wêso xwestibû ku biçe Oropa, û wîjî nedipejirand .

 -…!!!.
-Dawî-

 

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002