Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Çîrok


Perwîn Alî

De bila bimîne carek din

 

Wergerandina ji Almanî: Xelat Ehmed

Her cara ku ez diramim ku ji wisa dîntir nabe, dîsa tiştek çêdibe ku hîn dîntire!! Nimûne:  carekê min darek xwar, an jî cara ku devê Hoşeng tevde bi şokolata bû; an jî çaxê ku Sîpan rojê sax li cîhazê televizionê digerya û talî !!!!!!?

ez dikarim li we derxim ku hun dixwazin ez ji we re van serpihatiyan bêjim. Ez ê tiştekî bêjim we; her tiştî ji min bawer bikin çimkî bi rasî wiha bûye !

çiroka daran:

di rojeke germ de ji rojên havînê min û herdu birayên xwe, xwe ji derve dihavêt, min û Sîpan giyak dît, berî niha me gelek caran ew giya li çolê xwariye,

me herduyan jê xwar heya em tije bûn.

Ber bi êvarî ve zikê me herduwan êşa, ya zehmetir ew bû ku Sîpan vereşiya û diya min hinekî tirsiya.

Piştî vê bûyerê bi du sê heftan min di pencerê re nerî û bang kir:  

- yadê ka binêre

- çi ?

min tiliya xwe ber bi şînahiyê ve kir û got:

- ma tu zanî ev çiye ?

- erê ev celebekî daran e .

Ew bi xwe bû ya ku berî demekê min û Sîpan xwaribû, diya min kenî û kenî û her tim dubare û sêbare û çarbare...digot we dar xwariye û dîsa dikenî. 

Ok, ana ez ê bûyerin pir cuda ji we re bibêjim.

êvarekê, min û Sîpan û diya xwe me li televizyonê temaşe dikir, her gav Hoşeng dihat û ji diya min dipirsî:

- ma tu dikarî ji min re sendewîşeke şokolata çêkî ?

diya min lê divegerand:

- de ka biraweste heya caxê reklaman ez ê ji te re çêbikim, lê Hoşeng bi dirêjahiya demê re em bi dubare kirina pirsa xwe bîn teng kirin, di dûv re bê deng ji odê  derket, dema ew dîsa vegeriya; dora devê wî hemû bi şokolat bû; diya min jê pirsî:

- te şokolat bi destên xwe xwariye ne ?

Hoşeng serê xwe bi wateya “ na “ hejand, dadê baş dizanî ku “ belê “ ye, li tiliyên wî nerî û pelqênî bi me ket, bi rastî Hoşeng pêkenokeke.

Carekê me garisê teqandî dixwar, ji nişkave rabû ser xwe û bazda cem diya min û got:

-yadê; min tiştek di guhê xwe de kirye.

dema diya min li guhê wî nerî dilê wê ji cih çû, ez û Sîpan matmayî man û me bi hev re pirsî:

- çi bûye ?

diya min qîj da û got ku Hoşeng libek garisê ne teqandî xistiye guhê xwe, ez û Sîpan keniyan, me got belkî ew kenê xwe bi me dike, lê dema me rengê rûyê wê dît em rawestiyan.

diya min jî ma behetî. Nema zanî çi bike, ez ramiyam; ana wek gelek carên din wê raje wî û here cem bijîşk lê min dît ku diya min rahişt mûçingê û hêdî hêdî liba garis bi saw ji guhê wî derxist, di dûv re, dest pêkir, şer bi Hoşeng re kir, çaxê bîna wê fireh bû dest bi ken kir.

Hun dizanin ?! gereke hîn ez serpêhatiya Sîpan ji we re bêjim lê de bila bimîne carek din.

 

 

 

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002