Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Hevpeyivîn


 

Selah Resûl: 

Hêvîdarim ku hemû hunermend, çi dengbêj çi awazvan û çi sazvan cihê xwe di yekîtiya hunermendên başûrê rojavayê Kurdistan de bigre

 

 

 


Hevpeyivîna: Şûro
Mêvanê me ne tenê hunermendeke bi nav û denge lê belê erkeke wî yî din heye, ew berpirs
û serokê yekîtiya hunermendên başûrê rojavayê kurdistanê ye ((Y.H.B.R.K)).
Mêvanê me ne tenê ji nifşê pêşî bû ji hunermendên gelêrî li kurdistanê lê xwediyê roleke mezin bû di pêşxistin û berdewam kirina strana gelêrî de.
Em bi navê hemû xwendevanên malpera Tîrêj bi xêr hatina dengbêjê xwe Selah Resûl dikin û bi we re gelî xwendevanan em dest bi hevpeyivîna xwe li gel wî dikin.

 

 

* mamosta Selah di meha yekê de we Y.H.B.R.K damezirand û ji bo vê dezgehê we ahengeke taybet li Elmanya li bajarê Bochem li darxist, mamoste ji kerema xwe re van herdû xalan ji xwendevanên me re bide diyarkirin.
Pêdiviya vê yekîtiyê çibû?
Rol û erka te têde çiye?

  Di destpêkê de ez gelek spasiya malpera Tîrêj dikim ku ev derfet dane min da ku ez karibim li ser y.h.b.r.k bi axifim û gelek tiştan şirove bikim.
  Di destpêka meselê de û di pêşgotina te de jî ez hatim nas kirin wek serokê vê yekîtiyê, lê ez xwe wiha nabînim, lê ji ber ku ez ji hemuwan mezintirim((mebest temen e. Têbîniya sernivîser)) û xwediyê ezmûneke dirêjim di warê huner û stran a gelêrî de, û bêtir ji ber ez xwediyê ramana damezirandina vê yekîtiyê bûm, ez wiha hatim nas kirin. Ez tenê yek ji birêvebirê wê me.
Pêdiviya yekîtiya me jî eve keko: gelek hunermendên me hatine Europa û xistine bala xwe ku ew ê karibin gelek xizmet û karan ji bo huner û muzîka kurdî bikin, û xwe li pêş bixin, lê ji bo gelek sîstemêm taybet û bêtir ji bo pirosesa penabariyê her kesek li cihekî ket û ji hevûdu belav û wenda bûn, û ji ber her yekî ji me xebata xwe bi tena xwe dikir, kesî ji me encamên li gor xwestekê neda, ji ber vê yekê me dît ku divê em li serhevûdu bin û karê xwe yê tekane bi awayekî civatî bikin, û yekîtiyeke bi pirogram û statûtek bilind damezirînin da ku em karibin sewiya stran û muzîka kurdî bilindtir bikin, û xizmeta miletê xwe li Europa bikin. Dema ez bi însyatîf ê rabûm, çûm mala hemû hunermendan yek bi yek, hemuwan kêfxweşiya xwe dan diyar kirin û hat xuyanî kirin ku hemuwan dixwestin bi vê gavê rabin, lê nizanîbûn kengî û çawa, ji ber vê yekê ez dibêjim ku em hemû xwediyê vê însyatîf ê ne, û hemû jî wek min dizanin ku ev karekî ne hesan e, lê pêwîste ku li gel hevûdu xebatê bikin da ku pêş bixin û karê wê bibin serî.

* gelek rêxistin û komele û malbendên me xwe bi nav dikin ku ji perçê başûrê rojavayê kurdistan in, ma gelo ev yek ji çi hatiye?

me dît ku li gor pirbûn a me û sewiya bilind li ba me, û gelek ji me xudanê serbor û ezmûneke dirêj in di warê huner û stran a kurdî de, lê dîsa jî em dibînin ku cihê me di nav tevger û milet û medya perçên dîtir de kême û mirov kare bêje ku tune, ji ber vê yekê me dît ku em xwe bidin serhevûdu da ku em karibin xwe bi şêweyekî dîtir bidin pêşkêş kirin,û bi vê yekîtiya xwe em ê cihê rêzê bin li ba hemû dezgeh û kesên kurd.

* ji kerema xwe re tu kare pirogramê vê yekîtiyê û jimara endamên wê bîne ziman?

Wek gava pêşî me nuha ebûqatek girtiye ku alîkariya aborî û cihekî taybet ji bo me ji desthilata herêmî li Elmanya daxwaz bike da ku em wek dezgehek hunerî dest bi karê xwe bikin.

Pirogramê me ji bo pêşerojên nêzîk ew e ku em ê bi navê vê yekîtiyê û di mehên adar û nîsanê de gelek şevbuhêrkan bi ahenga Newroz û li gelek welatên Europa li darxin. Di destpêka me de hejmara endamên yekîtiya me 23 hunermend bûn, lê nuha gihaşt 35 dengbêjan.

* ma gelo we komek mûzîkê damezirandiye da ku derkeve ser sehnê û li gel we hemuwan lêxîne?

spas ji bo vê pirsa girîng, lê mixabin ev yek a han ta nuha pêk ne hatiye, lê li ser hatiye axaftin û ev jî ji pilanên me yên pêşerojê ne, ji ber vê yekê jî ez divêm di riya malpera Tîrêj de bangekê bişînim bo hemû hunermendan çi denbêj, çi awazvan û çi sazvan da ku wer in vê yekîtiyê û cihê xwe têde bibînin.

*çar televizyonên kurdî yên ezmanî hene ji bilî yên erdê û nuha televizyoneke enternêtî jî KNNtv çêbûye, ma gelo we van TV ên han bi yekîtî û çalakên xwe agahdar kirine da ku alîkarî û riklamê ji we re bikin?.

bi rastî ji ber destpêke em ne gihaştin gelek karan bikin, lê tenê KNNtv di rojvebûn û şevbuhêrk a yekîtiya me de amade bû û gelek alîkariya me jî kir, û hemû peyv û stranên hunermendan tomar kirin ji bo weşanê, û her wiha bêtirê malperan jî riklam ji bo me kirin. Dîsa di riya malpera we de dixwazim spasiya hemû malperên kurdî bikim, û careke din ji wan daxwaz bikim ku dev ji me bernedin û bi berdewamî biştgiriya me bikin.

* mamoste Selah Resûl we çi gavên taybet avêtine da ku ev yekîtiya we encama xwe bide û karê xwe berdewam bike û ne zû bi zû biherife, da ku hûn moralê milet ne şikînin wek gelek caran kun ji van karan bê hêvî mane?

ji bo vê yekê dixwazim dilê te û xwendevanan têxme cih, me vê carê bi tevayî soz li gel hevûdu daye û bi navê kurdistan û xwîn a şehîdan sûnd xwariye, da ku em bi perwerî û durstî kar bikin ji bo em armancên xwe pêkbînin û encamên vî karê xwe bibînin, ji ber vê yekê ez piştrast im ku ew ê karê me berdewam bike.

 

Şûro: ez bi navê xwe û xwendevanên Tîrêj spasiya te dikim û serkeftinê ji bo karê we daxwaz dikim.
S.Resûl : spas ji bo we jî û hêvîdarim hûn tim li me xwedî derkevin.

………………………………………..

Têbînî: hêjayî gotinê ye ku ev hevpeyivîn berî serhildana Qamişlo bi hunermend Selah Resûl re bûye. ((sernivîserê malperê)).

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002