Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Kevnetor


 

 

Ji kevnetora Kurdî çîroka
SILÊMNÊ SINDÎ


Danehev û berhevkirin: Serhan Îsa

Xwendevanên hêja û birêz xemxwarên peyva resen,
di 30.11.2003 an de, û li ser rûpelên malepera Tîrêj a birêz min çîrokek dibin vî navî û vê navnîşanê de xwend ”ji Foloklorê Kurdî” Serpêhatiya kurê mîr amadekirin û ristin : Welîd Murad.

 

Danehev, berhevkirin û belavkirina kevnetora Kurdî bi hemî cureyên xwe ve karekî pêdivî û pêwîst e, merov bi vî karî kevnetora miletekî ji windabûn, talankirin û dizîyê diparêz e, û hêjayî gotinê ye ku birêz WELÎD MURAD li ser weşeandina vê çîrokê ku ew jî bi her hal parçeyekî biçûk e ji zargotina vî miletî hêjayî sipasiyê ye. Lê bi her hal tişta herî balkêş di vê çîrokê de ew e navê wêna û tevlîheviya ku têde hatiya, ku ev çîrok li gel hindekê din hatiya têkilkirin. Çimkî ev çîrok di nav Kurdan de bi navê çîroka Silêmanê sindî tête naskirin. Hêjayî gotinê ye ku nivîskarê-a- Elman Luise Charlotte Wentzel di pirtûka xwe a bi navê  “ Kurdische Märchen 1“ de ev çîrok bi nav „Silêmanê Sindî“ belav kiriya ku wîna jî ji pirtuka „ Textes Kurdes 2„a nivîskarekê ferensî - Roger Lescot wergirtiya. Tevî ku evan herdu nivîskaran wekî ku çîrok bihîstine belavkirina lê dîsan di hindek ciyan de tevlîhevî çêbûye, lê bi her hal navê çîrokê durist e. Icar ev beşê xebatê karekî wêjeyî gelek hestedar e, her weha ev yek barê her kesî ye û ji her Kurdekî tête xwestin ku bi xebateke wisa rabe, çi danehev“ berhevkirin“ nivîsandin û çi weşandin; lê hestedariya vî beşê xebatê di baweriya min de di wir de ye, ku ew kesê ku bi vî karî radibe, û ta ku ew bişêt pêrgî resenî û rastbêjiya wê çîrokê were gerek berya her tiştî hewil bide ku wê çîrokê” dastanê” stiranê” lîstikê”...ûwd ji devê gelek kesan, û ji gelek herêman guhdar bike; çimkî ev kevnetorê devekî ku tanî nuha di sîngê de maye di her herêmekê de bi rengekî tête gotin.

lê eger gera di nav herêman de bê çare be, pêdiviya ku merov wê çîrokê ji devê gelek çîrokbêjên wê herêma ku ew bi xwe têde dijî bibihîze.

Xaleke dîtir a gelek giring ku bi hewceyî ronkirinê ye; eger merov bala xwe bide kevnetora Kurdî dê bişêt bandor û kartêkirina rewşenbîriya dagîrkeran a ku li serê hatiya kirin, bi xwe bipelîne.

Çi ji vegzhaztine dem û cî, çi di guhartinên di

navan de ( herêm û leheng )...ûwd.

Û bi daxewe ku civata me ji vê yekê ne agahdar e, bê perwa di vê şaşîtiyê de berdewam dikin.

Îcar dizên wêjeya me, dema destên xwe yên bi qirêj dirêjî bejna berhemekê dikin, wisa hewil didin ku cî û dem ê têde biguhêzin; tevî ku bi cîanîna vê yekê gelek zor e, çimkî dema merov li wê çîrokê wê berhemê guhdar dike, dixwîne, merov wisa hest dibe ku bûyerên wê serpêhatiyê li Kurdistanê çêbûne, êk ji belgeyên ku vê nerînê tekez dikin ew e, bikaranîna” surişt”kahnî” şikeft” terzê jiyanê” cilûberg” seqa û girdiş”...ûwd yên ku di gelek berheman de de derbas dibin.

Karê diwem ku ji layên wan nekesan ve tête kirin ew e, Hewildana guhartina şêweyê çîrokbêjiyê.

Lê merov dîsan dikare vê yekê di gelek ciyan de bipelîne; bi awayekî kelemperî zargotina Kurdî bi zimanekî helbestyane hatiye hûnandin, îcar dema ew berhem tête wergerandin, an jî bi rengekî devekî bi zimanekî dîtir tête gotin; ew giyanê ziman yê

helbestyane yê ku berhem di koka xwe de pê hatiya ristin tête kuştin; ez dixwazim di vir de mînakekê bidim:

çîroka Şengê û Pengê, ku berya çend salan û li ser weşanên Televzyona Sûrya yê, di programa

في رحاب الجزيرة  û dibin vî navî de العنزة المعنوزة 3  

Hate belavkirin, wekû parçeyekî ji kevnetorê DÊRAZORÊ! îcar wê çaxê hîna temenê min 17 salî bû, lê ez wê rojê ji bîr nakim! ji ber ku ez gelek bi çîrokbêjê dizek keniyam!?

Bala xwe bidin vê hevokê ji çîroka Şengê û Pengê:

Dema Bizin ji çêrê têt li devê derî wisa banî biçûkêd xwe dikê; an jî bi wateyeka dîtir, nîşaneke di navbera Bizinê û biçûkêd wêna de, ku tanî wisa ji wana re nestirêne Şengê û Pengê dergeh jê re navekin!:

Şenga min

Penga min

dadik çûya zozana

şîr ketiya guhana

kido kido werin serdana.

Her weha programekî dîtir ku bi rengê ( mûselsel ) bi navê كان يا ما كان``hebû tunebû `` li ser Televzyona Sûrî dihate pêşkêşkirin bêtirîn çîrok û serpêhatiyên wî karî ji kevnetora Kurdî bûn. 

Îcar eger em taze bala xwe bidin kelepora xwe em dê bibînin ku Zimanê Kurdî tevî ku zimanekî di koka xwe de helbestyane” mûzîkyane û nazik e, lê di eynî cî de jî zimanekî nêr e mêrane ye; ew jî vedgere terzê jiyana miletê Kurd di wan qûnaxan de.   

Xwendevanên birêz, ev bû bêtir ji deh salan ku ez di vî warê xebatê de mijûl dibim; û di van Deh salan de gelek çîrok, pend û pêkenînok, her weha çend stiranên folklorî jî, ji devê gelek kalemêr, pîrejin, gerhok û çîrokbêjên Kurd min danehev.

Îcar çîroka Silêmanê Sindî êk ji wan çîrokan bû, û min ev çîrok ji devê gelek kesan bihîstiya mîna:

1.      Apê Asî 2. Apê Tehlo Emer 3. Pîr Berekat Evdo 4. Xaltîka Xumarê 5. Xaltîka Sosê 6. Menîfa Remo. Û gelekên din.

Ev kesên ku min navêd wana li jor destnîşan kirine hindek wisa bi van navan têne naskirin; îcar tevî ku ez paşnavê her êkî ji wana jî dizanim lê min wisa hiştin.

 

Çîrok Silêmanê Sindî wekî ku min bihîstî:

     

Hebû nebû tiştek ji Xwedê mezintir tune bû.

Dibêjin: Silêmanê Sindî merovekî sêwî û belengaz bû, lê pir zana û pîş pîş e bû; Silêmanê Sindî rojekê pişta xwe da kavlekî û bi ser kul û derdên xwe de ponijî, piştî kûreramanekê biryar da; ku soz û peyman li ser canê min bê, qîza ku şîrê merovan vexwaribe ez wêna ji xwe re nekim jin û bermalî.

Roj hatin û çûn, rojekê jinapa wîna kete ber halê xwe, ji xwe re got: de bi Xwedê ji min re çik û çik lê ket, bilez berê xwe da mala apê xwe, li ber devê derî qûna xwe berda erdê! Pîrik hate balê, kurê min Silêman şerm e, jinapa te diber zayînê de ye, ji vir here, çênabe wisa jinapa te şerm dikê, bi hêvî û lave-lav kir û nekir Silêman ji ciyê xwe ne cewciqî, ku keçê Dapîr her e, bi Xwedê ez ji vir naçim ku tu Sedhezar bavê xwe jî bînê!?

Piştî kurtedemekê jinapa wîna ji wê rewşê verîsiya û Xwedê keçikek dayê! Pîrikê ew şuşt, pêça û li ser pêçeka danî, hîna diya wêna ew bi şîr venekir bû; Silêmanê gewir ji newda rabû, rahişte pêçekê û ling bavê duling, li devê derî xist, pêçek bir û ji gund derket; Pîrikê kire hawar keçê porkurê zaroka te bir! Rabe bike hawar da ku hawara mêran li dûv derkeve! jinapa wîna ku jê bigerin keçapa wîna ye û ew azad e çi dikî bila bikî!?

Silêman ew landik bir qûnaxek li vir êk li wir, gihişte qûntara çiyayekî, di şikeftekê de êwirî û ji xwe re kire qûnax, parçeyek çarik ji ber pişta xwe derxist, libek şekir xiste nav pêça û li ser devê wêna danî, û rahişte Tîr û Kevanê xwe çû nêçîrê; her roj ev karê Silêmanê sindî bû.

Dibêjin piştî çend rojan bi vî halî keçik ji nêza ziwa bû, Silêman jî taya mirinê ew girt, ez ê çawa bikim rojekê li ber latekê runiştiya bi ser halê xwe û keçikê de diponije, kir nekir çare nedît, bû êvar hate malê nerî ku wa çarik ji ser devê keçikê pekîya ye, zikê wêna bûye mîna hebaneke piv dayî, û deng jê nayê, çend roj bi wî rengî derbasbûn; Silêman kete nav raman û gumanan de, û wisa di ber xwe de dibêje: dibe ku dayîka wêna bi ser ciyê me vebû be û tê wêna şîr dide; ê ku wisa çênabe, kî vê keçikê şîr dide, rojekê şekir neda keçikê, wisa birçî hêla û çû xwe li şikeftê kire diz, dibêjin: piştî nîvro ket, dît ku wa Celebek Xezal xwe ji çiyê berdan mêrgê ser avê, nerî ku Xezalek di nav wî celebî de ye, ku nikare dibin giraniya guhanên xwe de bicewciqe, ji nav celeb veqetiya û berê xwe da şikeftê, guhanên xwe xistne devê wê landikê heta têr xwar!? ji nuh ve berê xwe da ser kehniyê! Silêman jî ev bûyer bi çavên serê xwe dît; ê ku de soz li ser canê min bê ta ez sax bim li darê vê dinyayê nêçîra Xezala li min tobe be.

Dibêjin bi vî awayî wê Xezalê ew landik xwedî kir, heta ku mezin bû, devê wêna li xwarinê vebû.

Silêman bala xwe dayê ku Zerîxan mezin dibe! Û dikare êdî alîkariya wîna di kar û barê malê de bike, rabû ji xwe re hindek balindên kedî anîn; ku Zerîxan de îcar tu mezin bûyî, tişta ku gerekî te be ji kurapê xwe bixwaz e! wê di kêlîka xwe de li ber destên te be!

Roj, meh, û sal bi ser wana de derbas bûn, Zerîxan mezin bû, û wisa Xwedê bedewiyek berda ser gewdê wêna ku merov ji dîndara wêna fedî bike.jiyana wana jî li ser lawir û balindên kedî bû.

Dibêjin rojekê mirîşkek derbasî hundir bû, Zerîxan  ku kişe kişe min tarê bêjingê di bin dûvê te kirê!

Çend caran wisa ev gotin dubare kir!

Silêman lê zîvirî ku Zerîxan tu çi dibêjî dotmam, wisa çênabê, ma çawa tarê bêjingê...?

Zerîxan ku...? Silêman fam kir, ku Zerîxan doza jin û mêratîyê lê dike.

Dibêjin piştî vê bûyerê Silêman Zerîxan mehir kir, û

Xwedê kurek û keçek da wana. Wisa jiyaneke xweş, hêmin û azad dijiyan.

Rojekê Zerîxan bi çepilê her du zarokêd xwe girt û çune ser devê çem ku xwe bişûn, herdu zarokêd xwe şûştin, zarok jî li dora kehniyê ji xwe re dileyizin, Zerîxan jî serê xwe dişoyê, ji gotina dema ku Zerîxan şeh dixiste nav pora xwe merov şe û pora wêna ji êk û din nas ne dikir, hingî pora wêna wisa zer û xweşik bû.

Çavê peqî, destê şikestî bextê li ber bayê ketî! şehê Zerîxan ji destê wêna ket û li ber avê çû.

Mesîgirek jî, tora xwe di zikê çem de vedabû, û li ser kevîka avê paldabû, û bi miza diçû çixareya xwe, piştî kurtedemekê tora xwe kişand, ving û vala, careke din ku wey li min û li vî bextê min yê reş bêt, dema tora xwe da hev nerî ku wa tiştek têde diçirisîne, rahiştiyê di nav destên xwe de bir û anî nerî ku wa şehek û gurzek por pêve ye!

Demên berê nişteciyên her deverekê, eger tiştek bibihîstane, an jî bidîtina divabû êvarî bihatana dîwana mezinê xwe û ewna pê agahdar bikirine.

Masîgirê belengaz êvarî şîv xwar û berê xwe da dîwana Şahê Ecem, li qurçikekê ji yên dîwanê rûnişt, nerî ku civat wisa himhim jê tê, ji xwe re got de bi Xwedê ez ji vê kêlîkê çêtir nabînim; rabû ser xwe ber bi Şah çû jê re di ciyê rêzê de rawestiya! ku ezbenî îro ez ji xwe re çûbûm nêçîra masiyan û min ev şeh di tora xwe de dît! yekî ji dest yekî girt, yekî ku şeye, yê din ku şeye lê zêr e, yê din ku diyariyeke Xwedê ji te re hinartiye ezbenî, yêkî ku...!? lê merovekî wisa şareza dinyadîtî rahişte şe lê nerî ew bire vî alî û wî alî, ku ezbenî evna şeye û evê din porê pîrekekê ye!

nebêj ku belê ez bi eniya bavê te kim wisa ye!?

Dema kurê Şahê Ecem ev gotin bihîst, dibêjin wisa keliya keliya... û bihneke kûr kişand, ê ku de başe de soz li ser canê min bê ez jinê neyînim xwediya vî porê zêrînî ne tê de.

Dibêjin: Şareza û pê bûyên deverê, lê civiyan ku ezbenî ev xwestekek gelek zor e, kîya yê ku bikaribe xwediya vî porî ji te re bînê! Kî dizane ew kiye? qîza kîye? bi mêr e? bi destgirtî ye? Kurê Şah axaftinên wana bi serê xwe de ne birin! ku Binerin min soz li ser canê xwe xwariya û bi Xwedayê jorî kim ez ji soza xwe venagerim eger serê min jî tê de herê!?

Kurê Şah rabû çil Pîrên cadoker berdane hev, ka kî wê zora kî bibe yekê zora hemiyan bir; ber bi kurê Şahê Ecem hat ku kurê min xema nexwe ez diya te me!

Ez li vê derê mîz dikim

li çiyayê Şingalê

giya li ber şîn tê!

Pîra cadoker kete kundirê4 xwe û mîna bablîsokekê ji

ber çavan winda bû. Bi hesra teng re gihişte devê şikefta Silêmanê Sindî! Malê malê bi dengekî wisa melûlû bankir, hun mêvana na êwirînin, ez pîreke navser im, û ez ji hevala ma me?

Zerîxan dengê wêna kir, bi bayê bezê dergeh vekir, çiye pîra çepel, tu çi dixwazî, bavê zarokêd min ne li mal e, ez zarokên xwe bi tenê ne, û em mêvanên wekî te naêwirînin! eman zeman, bi lav-lav û rehme li bav Pîrê li ber Zerîxan geriya, Zerîxan ku bi Xwedê ku lingê te têkeve devê derî ezê bi gijika te bigrim û te li taqê dîwarê vê şikeftê xînim ku mejiyê te di guhên te ve derkevê, pîra bê merês, here ji vir lê berya ku Silêman werê lê bi Xwedê ku werê û hîna tu li vir wê serê te ji nava herdu polên te bifirînê!!

Pîrê jî li devê derî qûn berda erdê! piştî bihnekê Silêman ji nêçîrê vegeriya, nerî ku wa dapîrek li devê dergehê şikeftê rûniştiye! Silêman ber pê hat, dayê te xêre çima tu li virî? Pîrê ku kurê min bi Xwedê tu dibînê ez pîreke navser im, ez ji hevalê xwe ma me, û ev bihneke ez li virim, pîrekek di hundirê vê şikeftê de ye ez nizanim xwîşka te ye? Pîreka te ye? Ez dikim nakim nahêlê ez derbasî hundir bibim, hema heta sibehî kurê min? Silêman ku de rabe rabe dayê ew pîreka min e, weyla Xwedê jê ne razî, çawa wisa aniya serê te! mêvan mêvanê Xwedê ne, diyan min! hilo hilo em derbas bin hundir.

Pîrê jî bi rex Silêman ket û derbasî hundir bûn, ku wa Zerîxan keçê ma tu dîn bûye an jî te mejiyê xwe winda kiriya, çima tu nahêlê ev dapîr derbasî hundir bibê? ê ku kurmam bi Xwedê ev pîrê wisa ne ji Xwedê re ne, ji dûv yên wisa serêşî û bobelatên mezin têne serê merovan!?

Hîna Silêman ne axivî Pîrê rabû av jê re anî? Silêman dest û çavên xwe şuştin; berya ku Zerîxan biaxivê Pîrê rahişte cifniya xwarinê û li ber Silêman danî? çû hespa wîna êm kir? vegeriya

rahişte cifniyê şuşt û hilanî? Silêman ku biner Zerîxan ez bi gorî, tu dibînê de bi Xwedê ku tu bi a min bikî eger Dapîr razî be emê wêna li ba xwe bihêlin!? wê wisa carê alîkariya te bikî; û tu jî bi tenêyî wê carê arama te pê bê?.

Zerîxan jî ê ku te kurê qenc bila wekî te bê!

Çend roj di wê navê re derbas bûn, roja şûştin û cilşoyê hat. Zerîxan, dapîr û herdu zarok çûne ser devê çem, Zerîxan xwe tazî kir di çem de rûnişt û dapîrê jî pişta wêna dişoyê, dapîrê ku Zerîxan rebenê porkurê dûrî bav û biran, tu çawa di vî çiyayî de ne kes û ne kûs bi Gur û Hirçan re dijî? ev laşê nazik, sipehî hêjaye ku di ber kurê Şahê Ecem de bê?

Zerîxan, li pişt xwe zîvirî ku heyla Pîrê devê te şikestê! Çima tu wisa dibêjî kurapê min çi stêleha!?

Hezar mêrê wekî kurê Şahê Ecem ezê bi qurban û gorî kurapê xwe kim!.

Pîrê ku na keça min na ... na tiştekî nebe ber dilê xwe û, keça min ez navser bûme û ne hemî gavan hişê min li serê min e, min yarî dikirin, dilê xwe ji min negir e; dibêjin: di wê navê de Pîra cadoker, piştî karê xwe yê cadokeriyane li ser pişta Zerîxan pêk anî! dîsa pirsa xwe dubare kir?

Zerîxan lê zîvirî!

ku dapîr ma qey kurê Şahê Ecem li kur e?

Pîrê ku qîza min eger tu bi xwazî ez dê wîna bînim ba te!

ê ku erê bi Xwedê dapîr ku tu vî tiştî bikê ez ê qenciya te ji bîr nekim!

dapîr dîsan li Kundirkê xwe siwar bû, û ji nişkave ji ber çavan winda bû!

Berya ku Silêmanê Sindî ji nêçîrê werê dapîr, û sisê ji peyayên kurê Şahê Ecem li Zerîxan bûne mêvan, û xwe bi bayê bezê li dawiya şikeftê di qurçikekê ji wana de veşartin.

Silêman êvarî ji nêçîrê hat, Zerîxan ne hate pêşiya wîna?

Berê Zerîxan dizanî kengî Silêman ji nêçîrê ditêt; derdikete pêşiya wîna bi serê hespê digirt,hesp dibire ser afir, êm dikir, û bi bez dihat şîva Silêman li ber datanî! Û di bere di çû û dihat.

Silêman ku bi Xwedê tiştek di mala min de qewimiye û divê ez zanibim ew çiya?

Zerîxan, ne ji ber xwe ve wisa dikî?

Dibêjin çend roj bi wê rewşê derbas bûn! Silêman ku malava wisa çênabe!

Êvarî hate malê ku Zerîxan sibehî xurcika min amade bike, têra min xwarin tê de deyne, rêyeke dûr li ber min e, dibê ku ez çend rojan venegerim?

Zerîxan ku bere li ser çavan, sibe berya ku tu ji xew rabî wê amade bin; Pîrê ku kurê min tuyê herî kur?

Silêman ku dayê nêçîr li vê derdora me nemaye?

Min soz bi çend hevalan re daye emê herim ciyekî dûr.

Roja dinê sibehî Silêman xurcika xwe li ser pişta hespê girê da, newalek didu dane pişt xwe Hesp li mêrgekê tewiland, û qere qere xwe nêzîkî mal kir, xirek li vir êk li wir, xwe bi qûnexişkê gihande serê darekê ji darên li dora şikeftê û xwe di nav çavên wêna de veşart! peyayên kurê Şahê rabûne ser xwe, derketne ji derve, li wandere hemûyî nerîn tiştek ne dîtin!

ku Zerîxan were bi Xwedê ser û şopên wîna li vaqas deveran jî nexuyane.

Silêman jî dibîne li rabûn û rûniştinên wan dinere, û bi ser kula xwe de diponij e; her du çavên wîna bûne mîna du perengan!

Şevê pencên xwe bi ser rûkê xakê de berdan, Silêman ji serê darê peya bû, wekî bayê li ber tavê çû hespa xwe anî li ser axurê wêna girêda, û hat devê derî tek-tek li devê derî xist, Dapîrê ku ew kî ye, hema ji devê derî vegere em pîrek in bi tenê ne, û em mêvanên dawiya şevê naêwirînin!

Silêman dengê xwe kir, dayê dayê ez im, ez im, ez Silêman im, ha... ha... kurê min Silêman tuyî tu hatî? derî ji Silêman re vekir, Silêman derbas bû; ku Zerîxan şîvê ji min re bîne, ez gelek birçî me, Zerîxan hin ji tirsan û hin ji lezan, mîna guvguvokê xwarina li ber wîna danî!

Silêman ku ka Sisê kevçî din jî bîne?

Zerîxan û dapîrê bi mendehoşî li êk û dinê nerîn?

ku erê... erê ez ji te re dibêjim Sisê kevçî din jî bîne!

mêvanên min hene!?

Zerîxan Sisê kevçî dinê jî li ser cifnê danîn!

Silêman ê ku de werin kerem kin, werin şîvê?

Dema wisa got: yekî ji peyayên kurê Şah ku kuro heyran bi Xwedê mêrik em dîtine û ji me re dibêje?

Hevalekî ji yên wîna lê vegerandin, ku na lo... tu çi sebizdênkîyî mala te bi çi nebê...! haye wîna ji bayê felekê jî tune ye!

Careke dinê Silêman ku de werin werin yên li dawiya şikeftê veşartî werin... çima huna nayên...!?

Êdî bawerî bi Xwedayê jor anîn ku wîna ew dîtine!

Pîs-pîs ji dawiya şikeftê mîna dizên bi xwe de rîtî; derketin û ber bi Silêman hatin!

Silêman jî hingî dabû ser dilê wîna şûrê xwe ji kalan kişand û bi wana ket, serê her Sêkan jê kir.

Dema pîra cadoker, ew bûyer dît, bi xarê li kundirkê xwe siwar bû, û ji ber çavan winda bû?

Silêman li pişt xwe zîvirî kire ku şûr bavêje serê Zerîxan; Zerîxan ku kurmam, ez ketin bextê te û Xwedê min kir, lê tu neke!? lê gereg tu baş zanibî ev ne gunehê min bû? min gote te em vê Pîrê naêwirînin, lê te bi darê zorê ew derbasî hundir kir kurmam? dema Zerîxan wisa got: dest li Silêman sarbûn, şûrê xwe vegerande kalan, ku vê carê ezê li te bibuhirim ji ber

rast e, tu gunehê te têde tune ye, hemî gunehê min bû,

û divê ez li ber gunehê xwe werim!?.

Pîra cadoker jî çawa bûyer dîtiye wisa hemî ji Kurê Şahê Ecem re got û bilbiland; ku ezbenî bere kesek nebêjê min kabok berdane erdê û min kur anîne ji dayîka Silêman û pêve!!?

Bi Xwedê serên hersê siwaran wekî çîçikan jêkirin?

Nebêj, ku belê ez bi eniya bavê te kim wisa bû!?

Ê ku de baş e.

Kurê Şahê Ecem jî rabû çil peya ji êla xwe bijartin û berê xwe dane cenga Silêmanê Sindî.

Kurê Şahê jî hîna bi roj xwe gihande Zerîxan, ji xwe re pilanek danîn, ku biner ez û her çil peyayên xwe emê xwe di dawiya şikeftê de veşêrin, emê bimînin li bendî nîşanekê ji te.

Şevê pencên xwe avêtin bi ser rûkê xakê de Silêman hate mal, Zerîxan mîna berê çû pêşiya wîna, bi serê hespê wîna girt, ew bire ser afir, şîva Silêman li ber danî, û ji xwe re ketin nav henek û laqirdiyan. Zerîxan ku Silêman tu wisa mêrekî çê û lehengî ka îşev ji dotmama xwe re bêje?

Tu bi çi tê girêdan?

Ez dixwazim mêraniya te bibînim?

Pepûkê Silêman jî bîra mirina xwe dibir lê qet bîra ku dotmama wîna bêbextiyê lê bike nebir?

Ku hema keçko ez bi çi tême girêdan, ez bi werîs tême girêdan. Zerîxan werîsek hişk li herdu destên wîna girêda, û ku de mingirtî ez diz û ez hatim te ka tuyê çi bikî? çaxê wisa got:

Silêman xwe ji hev vewijirand qerp û werîs xiste dido!

Zerîxan rabû ser xwe û jê re da tilîlî û aferîna!

Ê ku kurmam ka îcar a rast ji dotmama xwe re bêje tu bi çi tê girêdanê?

Silêman ku zerîxan! tu zanê ez bi çi tême girêdan?

Ez bi miwê dûvê hespa xwe tême girêdan, here sêçar ta ji miwê dûvê Hespa min jêkê û baş di nav mîza wêna bide, û bîne li van her du tiliyên min yên girdikê girêde!

Zerîxan her du tiliyên wîna girêdan; û ku reşê veşartî wernê!

Dema Silêman xwe vewejart, ku xwe azad bikî, mû li hestiwê tiliyên wîna rawestiya.

Kurê Şah bi çil peyayên xwe ve ji dawiya şikeftê derketin, ku Silêmanê Sindî, ma qey te bîra xwe û rojeke wisa ne dibir, ezê malê te bixwim, te û kurê te bikûjim û jina te û keça te bibim, ey... ey belengazê mejî xwe Silêman?

Silêmanê bextreş di nav çermekî de girêdan avêtin devê derî û mêkutek jî danîn ser, li derketinê her yekî mêkutek lê dixist, û li hatinê, her yekî mêkutek lê dixist!

Eger rojek, heftiyek, di wê navê re çûn, rojekê Şah, çil peya, Zerîxan û zarok çûne ber devê çem, ku îro roja dawiya emê çekên xwe bişon, û emê sibehî oxira xwe bi xêrkin.

Zerîxan li ser ferşekî ji ferşên devê çem rûniştiya qîza wêna ber pê hat, bû pînge pînga wêna yadê yadê ez birçî me?

Diya wêna lê zîvirî ku de here ji vir biqeşte, tu nabînî ez cilên Şahê û peyayên wîna dişom, here cem wî kuçikê bavê xwe bila nan bide te!

Gulnaz hate cem bavê xwe yê dîl, ku yabo yabo ez birçîme?

Bavê wêna ku ê keça min Gulnaz ez jî weke te birçîme, de destên xwe bavêj şûrê min, vî çermê ez di nav de veke, û herdu tiliyên min jî veke, ta ku ez û tu xwarinê biwin!

Gulnazê ku erê erê Silêmanko ez destên te vekim daku tu diya min û bavê min î Şah bikûjê… ne!

Ezê nuha herim bêjim diya xwe!

Silêman jî ê ku de here laoo...

De Xwedê bikim berya ku tu devê xwe vekî, lingê te hilterpilê, dilê te bibûrê û tiştek newê bîra te!!

Dibêjin: keçik hat bi bayê bezê gihişte devê çem berya ku biaxivê tiliya wêna li kevirekî ket, bi dev ve çu erdê çavên xwe ji girî sor kirin, û li ser giriyê xwe di nav geyayê devê çem nivist.

Azad jî hîna zaroka heft heşt salî ya, lê baş bîra

dinyayê dibe, bi wî karî bû nire nira wîna jî ber bi dayîka xwe a kuçbialîkî hat, yadê yadê ez birçîme?

Diya wîna ku de here ji vir, ji darî çavê min, di bê ku ez birçî me !

Here cem kûçikê bavê xwe bila xwarinê bide te!

Azad hate cem bavê xwe ê dîl, xwe avête ber pêsîra wîna û rondik çar-çar bi ser halê xwe û bavê xwe de barandin.

Ku yabo ez birçî me ?

Silêman ku kurê min Azad, ez bigorû, ez jî weke te birçî me, lawê min, Azad wê min û te her diwan bikûjin, kurê min destê xwe bavêje şûr hêdî hêdî bide vî çermî bidirîne, û ez bavê te me, kurê min xema nexwe.

Azad jî rabû eger beroşek tiştek xiste bin lingê xwe, şûr anî xwar, çerm dirand Silêman ku Azad kurê min netirsa hêdîke devê şûr deyna ser miwê û bidirîne, bi wî halî azad bavê xwe rizgar kir, Silêman Azad avête ber pêsîra xwe têr bîn kir, li binê zembîl û li ser beltikan geriyan hindek xwarin dîtin, têr xwarin; şûrê xwe dîsa vegerande ciyê wîna, xwe di nav çerm de dîsa pêça ku azad kurê min tu nebêjî kesî, û tu qet netirsî ez bavê te me, qet tu meraqa nexwe?

Êvarî Yaroneyê gewir, çil peya, Zerîxan û qîza xwe vegeriyan, li devê derî her yekî mêkutek bi ser canê Silêman de berdan, û keçê jî yek bi ser de!

Şîva xwe xwarin, û hingî westiya bûn bi xwe ve çûn. Silêman ji nav çermê xwe derket, serê dehan ji peyayê wîna di xew de jêkir, û dîsa vegeriya nav çermê xwe!

Piştî bihnekê Sah rabû ser xwe ku Silêman serpêhatîkê, çîrokekê ji me re bêje, emê sibe te û kurê te bikûjin, keça te û jina te bibin û herin!

Silêman ku ma ezê çi ji te re bêjim !?

Bazekî bavê min hebû,

û çil kevokên bavê te hebûn,

Bazê bavê min,

kete navê deh jê kuştin man sih?

Şah ê ku hahew hahew tiro...!

Ez çi dibêjim û tembûra min çi dibêjî,

tu xewin û xewnrojkan ji min re dibêjî!

Bi vî halî Silêman serê her çil peyayî jêkir.

Berê sibehî Sah wisa li tanê piştê di berê jinikê de dirêj kirîya, çavên xwe vekirin ku Silêman û kurê xwe wî taştê dixwin!

Çavên wîna çûne nîvê serî!

Xwe zer kire qerpika şûr, û Qîr kire peya, kesek ranebû!

Hayî lo... nerî ku wa şikeft bûye golek ji xwînê, her hema di cî de giyan sipart e yê jor!

Silêman serê Sah, Zerîxan û Gulnazê jêkir.

Kurê xwe li koklîka xwe kir, şûrê xwe xiste stiwê xwe û berê xwe dan oxirê û pişta xwe dane Felekê.

Dibêjin: bi rê ketin, eger rojek, heftiyek, mehek... qûnaxek li wir danîn û yek ji wir bar kirin, rojekê gihiştne gundekî, derbasî hundirê gund bûn, çi derbas bin gundekî wêran, ne kes û ne kûs temtiros lê xuya nake !?

Nerî ku wa dapîrek piştqof, bi ser bangorekî de rawestiya ye, dike û nake nikare hilgire, Silêman ber pê hat; dapîr roja te bi xêr, tu çi dikî navê vî gundî çiye, kanîn nişteciyên vî gundî, tu çi dixwazî ji wî bangorî bikî?

Ku ha hew ha hew kurê min ! tu vî gundî dibînê, gundekî gelek ava bû, hêr hêr jê dihat kurê diya xwe, lê kurê min neynûkreşk kete nav hemî pê mirin, ez tenê mam!

Kurê min destê xwe bi min re bavêje vî bangorî deyne ser milê min  ez pê serê lodika xwe bangor bikim ; dema Silêman bangor bilind kir ku li ser milê Pîrê deynê ; Pîrê jî heta ku xwe Xwedê hêz dayê, bi ser Silêman de gêr kir !?

Silêman jî mêrekî gelek bi hêz bû, destê xwe da berê, bi ser Pîrê de da erdê pişta wêna şikand, û ji nişka ve Pîr ji ber çavên wîna winda bû!.

Silêman û lawikê xwe li ber sîbera dîwarekî rûniştin bîna xwe berdan, bînekê bi ser rewşa xwe û lawikê xwe de ponijî, li Azad nerî ku bînahiya çavêd min Azad ev dever jî ji me re nabe! Rabe kurê bavê xwer.

Silêman û Azad birê ketin, dîsan çend best, newal û çiya dane pişt xwe, rojekê piştî nîvro gihiştine ber rûbarekî, nerîn ku wa bazirganek ne serî û ne binî ! li ber rûbarî rawestiyane, dikin nakin, ku bikaribin derbasî hêla dinê bibin nedişiyan, rûbar jî mîna borekî bû, pir tenik bû, lê dema digihiştin nîvê rûbarî, destekî kesk derdikete hember wana, û lek û lehî li êkûdin diketin!? Silêman Azad li ser korkilîka xwe kir, şûrê xwe tazî xiste destê xwe, û bazirgan li dûv wîna şêliya, gihiştin nîvê çem û destê kesk derkete hember wana Silêman şûr avêtiyê dest di nîvekê re birî, rûbar hêminî, lehî rawestiya, bazirgan derbasî hêla dinê bû!

Serbazirgan destê xwe di stiwê Silêman re aland, çavên wîna maçî kirin, û lave-lav û hêvî jê kirin, ku Silêman tenê tu bêje erê û ji îro û pêve tu destê min yê rastê, binere lawê min mal û mewdanê min pir e, ez rojekê li virim yekê li wirim, tiştê tu dixwazî ezê ji te û kurkê te re bikim tenê bi min re bimîne!? Silêman ku ezbenî, ez sipasiya te dikim lê birîna min kûr e, û derdê min gelek giran e, her e  oxira te ya xêrê be, riya me ne yek e! dibêjin Serbazirgan xelateke lêhêja diyarî Silêman kir, û ku de here lawê min oxira we jî a xêrê be, Silêman û azad jî ji bazirgan veqetiyan, qûnaxek danîn û yek rakirin, dibêjin dîsan rojekê ji rojan di hesra teng de li gundekî bûne mêvan.

„Merovê biyan jî li biyaniyê pir dilsar û zîz e,

buhara xemilî li ber dilan xelêv û payîz e“

Silêman û Azad jî du merovên biyan in, şev jî li wana

dageriya, Silêman Azad di hembêza xwe kir, û di kavlekî ji kavlên gund de, qûnaxa xwe danîn ; dibêjin xwedî xêrek di wire ve derbas bû, nerî ku wa du merov bi xew ve çûne, ber bi wana çû, ji dûr ve dengê xwe kir, pismam pismam, tu kî?

Tu çi dikî li vir?

Ew kîye bi te re?

Silêman rabû ser xwe ku ezbenî ez Silêmanê sindî me, û ev jî Azad e lawikê min e, em ne ji vir in, em kesekî nas nakin, em jî ji xwe re di vî kavilî de êwirîne, heta sibehî.

Seqa û girdişên Kurdan jî wisa bûn, çê nedibû merovên rêwî û rêwbarî bê xwarin û vexwarin di pêxên gund û herêmên wna re derbas bibin, Merovê gundî bi destê Silêman û lawikê wîna girt û ew birin mal, şîv xwarin bîna xwe berdan, ku de rabe vêce ezbenî hilo em herin dîwana xundekarê gund.

Civata Xundekar geriya ye, êk çayê digerîne, êk qelûnan dadigire, êk agir digerîne, êk xwelîdankan vala dikê…!

Dibêjin her ji êvarî de, çavê Silêman li Xundekar e dinere ku qelûn li dûv qelûnê dikişîne, û kûr... dûr... diponij e.

Di dilê Silêman de bû kul, gelo derdê evî merovî çiye?

Bihnek di wê navê de çû, Xundekar çarmêrkiya xwe veda, ku gelî camêran, kî wê îşev herê ber Mizgeftê?

Bêdengî bi civaê ket, kesekî deng nebire xwe, hemîyan bi çavzilkê li êkûdinê nerîn!!?

Silêman li hember Xundekar li qelavîzkan rûnişt, ku ezbenî tu dikarî ji beniyê xwe re bêjî çîroka Mizgeftê çiye?

Xundekar ku laiwê min, tu îro di gund re derbas bûyî te Mizgefta me dît kurê min?

Ku erê ezbenî; lê çîrok çiye?

Ku kurê min her rojê Xwedê ev gundiyên belengaz, bi Xort, Pîr, Zarok, û Pîrekan ve wê herin Mizgeftê ava bikin, û emê roja dinê rabin ku wa mîna Kavlekî ye?!

Û em dikin nakin em tiştekî jê dernaxînin, çima wisa dibê kesek nizane?

Û îro jî, me Mizgefta xwe ava kiriya, û tu dibînê kesek ceger nake ku here nobedariyê lê bike!

Dibêjin Silêman jî piştî kûreramanekê, ku ez Silêmanê Sindî bim, û ez vê bênamûsiyê di ser xwe re derbas kim, ê Xwedê bi xwe jî vê yekê ji min napejirîne, îro ez bûme mêvanê vî gundî û ez dibînim çawa ketiya şûreşa hebûn û tunebûnê, û kesek destê alîkariyê dirêjî wana nakê! de bi wî Xwedayê ku ez dayîm ezê îşev herim ber vê Mizgeftê ku ez zanibim, wê xara Heftê û Heft siwaran wê werê ser min û wê mejiyê min jî di guhên min ve derînin ezê herim!!!

Rabû li pêşiya Xundekar di ciyê edebê de çok berdane erdê!

Ku ezbenî ezê herim?

Lê ez ketim bextê we û Xwedê hunê hayî ji Azad hebin?

Xundekar ku kurê min emê Azad di çavên xwe de

veşêrin; here eger tu me ji vê bobelatê rizgar bikî, tiştê ku tu bixawzî emê ji te û Azad re bikin!

Slêman kîsikê xwe tije tunin kir, şûrê xwe xiste stiwê xwe û berê xwe da Mizgeftê; şûr avête tiliya xwe birîndar kir, kulmek xwê pê werkir û li ber dîwarekî ji yên Mizgeftê çarmêrkiya xwe veda!

Dibêjin şev wisa qar bû, kete nîvê xwe yê dawî, Silêman jî hişyar e, çixarê ji çixarê pêdixîne!

Ji nişka ve, dengekî xwe li perdeya guhên wîna xist!

Nerî bû pir-pire Kevokekê ku pirrrrrrrr û li ser dîwarê Mizgeftê danî, kalanê xwe ji xwe kir, bû merov!

Silêman kuxiya, ewî lê vegerand ku wey kux û quzelqurt Silêmanê Sindî, tu li vir çi dikî?

Silêman ku ez hatime parastina Mizgeftê bikim!

Lê tu kîyî û tu li vir çi dikî?

Ku yê min ez tême vir ji bo ez mizgeftê biherivînim!

Silêman ê ku de baş e, were ez û te bi gamilkê, ka kî, wê yê din bide erdê wê serê wîna jêkê!

Ê ku bila!

Silêman êrîş berdayê, êk ji wî êk ji wîna, gelekî li ber êkûdu dan, êkî ê din neda erdê!

Ê hingî Silêman jî rezîlî dîtibû, laşê wîna hevûdin berda bû!

Carekê Silêman xirek lê da ling ji ber birin, û li erdê vezîland!

Dest xiste qirika wîna ku wî bikûje; yê di bin de, destê xwe avêtin pêsîra xwe vekir, ku wa Qîzek!?

Dibêjin dest li Silêman sar bûn, ji ser sînga wîna rabû,

ê ku de ez Silêmanê Sindî bim, ji êvara xwe dê ve min nikarîbû keçikekê bidim erdê.

Di wê navê de ew Qîz dîsan bû Kevok, da xwe ku bifirê Silêman xwe zerkire lingê wêna xilxalek bi dest ve hat!

Li wir ma heta berê sibehî, tavê tîrêjên xwe avêtin bi ser rûkê zemînê de Silêman rê girt û hate dîwana Xundekar.

Xundekar ku Silêman, min nuha di pêşiya te de peyayên xwe hinartin ba Mizgeftê, dibêjin Mizgeft neheriviya?

Şeva bûrî te çi kir te çi dît?

Ku ezbenî min tiştek nedît; tişta min dîtî, ha eve, destê xwe avête binê kûrika xwe, ew xilxal jê deranî û li ber Xundekar danî.

Dibêjin hevaljîna Xundekar li xilxal nerî ku biner kurê camêra bi Xwedayê ku ez û tu dayîn, an tuyê hevalê vî xilxalî ji min re bînê, an jî emê te û kurê te bikûjin!?

Bi destê Azad girtin avêtin binê zindaneke tarî!

Silêman jî bê çare me?

Hindek xwarin û av bi xwe re hilanî, şûrê xwe xiste stiwê xwe, û ji gund derket.

Dibêjin ka Silêman çend qûnax hilanîn û çend danîn?

Rojekê li şikeftekê bû mêvan.

Nerî ku wa qîzek têde ye ku merov ji bedewî û dîndara wêna şerm û guneh dike!?

Dema çavên keçikê bi Silêmanê Sindî ketin, ji ber rabû, ku wey ser ser û çavên min, tu gelekî bi xêr hatî ya Silêmanê Sindî, ya teyrê xerîb, ey mêrê çê?

Silêman di ciyê xwe de sar bû?

Û bi mendehoşî li keçikê nerî!?

Ku bêje min ya keça qenc tu kîyî û tu ji kur min nas dikî?

Ê ku tu zanê kesek nikare bighêje şikefta me eger ne Silêmanê Sindî be!!

Û biner Silêman em çar xwîşkin.

Te pişta yekê şikand!?

Destê yekê jêkir!?

Û xilxalê yekê jî bir!?

Ê ne tu dizanî ku her sê xwîşkêd min te bi saxîtî bigrin wê te bikin av û bi erdê de berdin?

Lê ku tu soz bidê min ku tu min mehirkê ez nahêlim ku te bikûjin!?

Ê ku ya keça qenc eger ez ji vê tengahiyê verîsim, û tişta ez pê hatî bi cî bînim bi soza Xwedê ezê te mehir kim.

Dibêjin, bû çaxê hatina xwîşkêd wêna, keçikê bi destê Silêman girt, ew bir di qurçikekê ji qurçikên şikeftê de taze veşart, û hat dîsa wekî Xatûnan li ciyê xwe rûnişt!

Bihnek di wê navê re derbas bû, her sê xwîşkêd wêna ku pirrrrrr û li devê şikefê danîn, kalanên xwe ji ser xwe ve anîn, her sê bûne keçik, bû tîqe tîqe wana û derbasî hundir bûn.

A mezin ku eger ez ne şaş bim, ez dibêjim bihna merovan ji hundirê me tê?

A dinê ku erê bi Xwedê tu dibê qey bihna biyaniyan ji mala me tê?

A sisêyan ku erê bi Xwedê bihneke wisa biyan derbasî pozê min bû?

Xwîşka wana a li ber malê, bû şîqe-şîq û qîje-qîja wêna; erê erê ha ji xwe ev mabû ku yar û dostan ji min re çêkin!? ma qey yarê min hene, ma qey... hun ji xwe fedî nakin, de bi Xwedê ez careke dîtir, li ber malê namînim!?

Şelên xwe bi ser yên wana xistin! hişt ku her sisê bibin dizên solêd xwe!

Piştî kurtedemekê, ji a mezin ( pişt şikestî ) pirsî ku wa xukê ku nuha tu Silêmanê Sindî bibînê tuyê çi jê bikî?

Ê ku tu zanê hema ezê wîna bikim av û bi erdê de berdim?!

A dinê ( dest jêkirî ) ku hun dizanin eger ez xwîna wîna vexwim, ançix bihna min fereh bibê û dilê min vehesihê?

A sisêyan ( xwediya xilxal ) ku yê min ez tiştekî jê nakim, ma qey çi bi min kiriya, de bi Xwedê mêrê wekî wîna hîna çê ne bûne!

Dibêjin xwîşka biçûk a li ber malê piştî qerqeşûneke dûr û dirêj bext ji her Sisiyên dîtir jî sitand; ku eger Silêman bibînin dest ne dinê û hemî lê bibuhirin!

Dilketiya Silêman ê ku de were, va her Sê xwîşkêd min bext dane te ku tiştekî ji te nekin.

Her Sê keçik ji ber rabûn ku Silêman de were bawerke em dizanin tu hatiya çi! de ji te re fera xilxal, here bide wana û were!

Silêman hat, fera xilxal da kebaniya Xundekar.

Hemiya wisa bi mendehoşî li hevûdin nerîn ku wî de bi Xwedê me kurê te di zindanê de jibîr kiriye!!!

Çûn nerîn ku wa Azad miriya.

Silêman rahiştiyê ber bi xwe vekir, û qîjên wîna perdeyên esîmanê çirandin!!!

Gundî lê gihiştin hev li ser darûbestan kirin veşartin.

Û Silêman careke dîtir vegeriya ba dilketiya xwe a acinî, û jiyana xwe a mayî li wir bûrand.

            

                          ``Dawî``

Çîroka min çû diyara rehma Xwedê li dayîk û bavên xwendevan û guhdara.

........................................

1 Eugen Diederichs verlag erste aufgabe 1978 by Eugen Diederichs verlag Düsseldorf. Köln Einbandentwurfe: Tilman Michalski Gesamtherstellung: Passau ISBN 3-424-00617-3Hln. ISBN 3-424-00618-1 Leder.

2 Roger Lescot Textes Kurdes Paris 1940.

3 dibe ku ev navnîşan ne durist be îcar ez doza lêbûrînê ji we dikim.

4 wisa di zargotina Kurdî de tête gotin ku Kundir yek ji wan alavên efsane û cadokeryane ye, ku ji layê cadokeran ve tête bikaranîn.

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002