Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest 


 

Na Tu nikarê min ji holê rake

 


Dîlan Zêbo

  Hoy…Hoy

Ey hovîyê bi xûna gelê min têhîya xwe dişkîne

Ey hovîyê bi xûna gelê min têhîya xwe dişkîne

                                              Dîsa ….Dîsa

Weke  Gayekî Ispaniyan haar

Te hêrişî ala min kir  hêrişî  Paytexta min kir

Te xwe mirdarkir

Ez  dizanim ...Ez dizanim

Hêvîyên gelê min kenê Zarokên min

Şahî  û govendên keç û xortên min

Te diêşînin disohtînin ji mirovatîye dertînin

Kovanên yara min ...kovanên yara min

Yeko yek di movikênpiştê te de têne xwar

Di  bilanokê  çavên te re derbazdibin

Te kor dikin ...Şêt dikin ...Bê tebat dikin

Her car...Her car

Bi awayekî ...Bi rengekî...Bi tewirekî

Tu xwe nîşanî min dide

Pêr tu bombayeka kîmiyawî bû lê ezmanê Helebce

Duh tu Bildozereka axê bû lê kolanên enfalê

Iro tu kodekî                       tê ên tê bû lê Hewlêrê

Na…Na

Tu nikarê min ji holê rakê

Tu nikarê min tuneyî bikê

Ez ne Konekî qureyşîya me ku bi hejekê re hilweşim

Ne Zinceka Mangolên keleşim bi alavekê  bişewitim

Ne jî defikeka darî me di destê ecemekî olparast de

 bi lêdanekê re wer me şikestin

Ez  dareka  Mitanîyan kevnarim kevnar

Rehên min kûr kûûr  seranserî Welatê min belavbûne

Araratim …Sîpanim …Zagrosim

Mîrasa Nohim ez …Avesta Zaradeştim

Şagirta Berzanî me… zimanê Telebanî me ez

Erê…Erê

Duhezar salin tu hêriş dikê û ez berxwedidim

Duhezar salin tu riswa dibê û ez birûmet dibim

Duhezar salin tu dimrê û ez zindî dibim

Na …Na

Tu nikarê min bigirî bikê

Tu nikarê min bigirî bikê

Carekê min dagrî …Carekê min dagrî

Dema min helbesta Birakujîyê nivîsand

Lê niha ez helbesta azadîyê dinivisînim

Helbesta yekîtîyê dinivisînim

Pir...Pirr ji pilanên te bihêztirim

         Ji kînên te bilindtirim ez

        Were were wek ku tu dixwazê were

        Wek ku tu hezdikê were

Hêrişên te min dikin

Pênûsek...Romanek ...Zinarek ...Pêlek..

.Ewrek...Tofanek Bi ser te de diherikin

Te bin ax dikin

Na...Na

Tu nikarê min bikujê

Tu nikarê min bikujê

Ez xudî dîrokim…Xudî mafim

Zindî me …Zindî me ez .

02.02.2004

 

tirej.com

 

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002