Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Weşan


 


     ’’Derengî bajêr weha diniqutim nimêja navê te’’,
ya Hoşeng Broka, Derket

 

IX

Li seranserî navên Xwedê;

yên dûr

û yên nêzîk,

yên mezin

û yên biçûk,

yên giran

û yên sivik,

û li dirêjahiya ferehiya

û li ferehiya

dirêjahiya

bîra Xwedê;

ya gîrokirî,

ez mirîdê

herî

fereh

û heta

hetayê;

yê destên te;

yên hezarûyeknavî me(R.94)

 

 

 

XII

Bajar,

ku tê ber êvarê,

ber girî,

ber kewan,

û ber şewatê,

ji tiliyên min;

yên derengî

destên te,

d

i

w

e

ş

i

n.

(R.97)

 

ji pirtûka helbestvanê kurd Hoşeng Broka ya nû: "Derengî bajêr weha diniqutim nimêja navê te", ji weşanên Pêrî, li Istanbolê, hatiye weşandin.

 

"Derengî bajêr" ji 8 beşan( Rê, ku min distirînin ji pêkên payîza navê te,diweşin/R. 11 & aliyê navê te/R. 31 & Ku tu rûkê xwe li ser awêna navê min ji bîr dikî/R. 45 & Bîra tazîbûnê/R.55 & Êvarê,  berî tu bigrî,tiştên min bêriya tiştên te dikin/R.69 & Berî destên te, û piştî destên te/R.83 & Derengî helbestê, weha navê min û te pêrgî hev tên/R.99 & Yara derengî mûma derengî meya derengî bajêr/R.111) û 120 rûpelan pêk hatiye.

 

tirej.com
01/03/2004

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002