Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Qilçix


                         

Nexweşxaneya nivîskaran

 

                                                     
                                          Zixtika: Nermo tûjik

 

Eger ez ne şaş bim, dibêjin rojekê ji rojên Kurdan, rehmetîyê Hêmin hatiye Silêmanî, bala xwe dayê xemgînî ji  navên helbestvanên wê derê dibare, yek Pîremêrd e, yek jê Bêkes e, yek Perîşan e û yek jî nizanim xwelîser e çi ye?,  dibêjin Hêmin gotiye wan: kaka  bi lez xwe bighînin nexweşxaneyê û xwe derman bikin, yan na ne dûre hinek ji we niha bimrin!!

Hîn jî rewş weha ye, nivîskarên Kurd  hîn rihet nebûne û ji bilî navên ku di tirafa derd û xeman de reş bûne li xwe nakin, ma hema li Konê reş binerin, hûn bi qedrê xwedê û konê qereçiyan bikin  we li ku navên wilo kambax bihîstine!! Niha navê xwe kiribûya Konikê pîrê  dîsa çêtir bû, ji ber ku di wî konikî de mirin jî heye, jiyan jî heye, lê di konê reş de!! Ji şîn û girî û qehwa tehl û teezîyan bêtir çi heye konê min!? bi xwedê bi xwedê  ez hikûmeta Sûrî bim ezê te bişînim nav erebên çolê ji bo di bin te de(erê erê di bin te bi xwe de) rêzefilmên bedewî  çê bikin, ji bo te ji çapkirina kitêban çêtire, tê gelek pere qezenc bikî, dibêjin kirêya konên reş buha bûye!!

Ji xwe Tengezar !! malmîrato ma te piçek firehî di jiyana xwe de nedîtibû, ma ne tu li Almanya dijî!! Divê niha bîna te fireh bûbe, yan ji ber yekîtiya nivîskaran tu bêzarî? Hebê Valyom bixwe canim!! Ez dizanim ku tu tenê di yekîtiyê de mayî û mêşa ji ser navan kiş dikî lewma jî bêhna te teng dibe, dev ji van meselan berde  tê (firehtir) bibî.

Tew Jan Dost!! yanî meriv nizane çi li ser bibêje!! Ji xwe re dostik nedîtin mecbûr ma bû dostê derd û kulan. êş û jan dibin dostên mirov, ev li ba her kesî heye  lê mirov bibe dostê wan! ev hinekî nakeve serê derzîya min, yanî belkî ev mêrik-xwedê neke- komplêksa masoşîyan pêre hebe, her dixwaze were azirandin, de lê pîroz bin derd û janên wî.

Bêwar, Xemgînê Remo, Gayê xemo, Hawarê Gundî, Zîvarî, Bêbuharê Berazî, Ziravqetî, Merezlî, Dilbipizik, Agirpêketî, Ziknepixî, Devwerimî, Bijehrîketî, Çavqulipî, Bagunnîbûyî, Belqitî û nizanim çi û ne çi, bi xwedê sed erebeyên lempeşîn yên diqîrin û dibêjin: Wîw wîw wîw wîîîît têra van nexweşên me nakin, tirênek ji wan re lazime ku wan bi lez bigihîne nexweşxaneyekê û hezar textor û noşdar li wan kom bibin ku derdên wan derman bikin, çi gunehin!!   dilê kafiran bi wan û navên wan dişewite, xwedê barê wan sivik bike dilê wan fireh bike û janên wan kêm bike û xwînê ji ser dilê wan rake û giştik sûcê rehmetîyê  Şêxmûsê Hesarî ye, ma çi bi navê Hesarî hatibû!! Xwe kir Cegerxwîn!! Kezeba me jî ya xwe jî reş kir û çû.

                                                                                                                   tirej.com

                                                                                                              22/02/2004

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002