Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Lêkolîn 


 

 

SERHAN  ÎSA
Kaniya.sipi@web.de

 

Xwendineke rexneyî

ji helbesta kurdî

a nûjen re

(Hoşeng Broka wek nimûne)

(4/4)

 

Lê bobelat û qebheta mezin ew bû, ku gelekan ji wan kesên ku xwe didîtin damezrênerên nûjeniyê, an jî bi wateyeke din xwe wek stûnên   tazegeriya wêjevaniya kurdî li qelem didan, ji dêvla ku helbestê di vê xîtaba Hoşeng Broka de bixwînin û nirxandinên xwe li ser astê helbestvaniyê pêşkêş bikin, ewan „gunehkarî“ dixwendin û hewldana redkirina wê dikirin.

Lewra wan pir caran  ev xîtab di bin banê  „birîndarkirina hestên xelkê“, kufrê û xwedênenasiyê de, hatiye gunehbarkirin.

Herçiqasî ku xîtaba Broka li ser astê „xwendina camiyê“ wek xîtabeke „gunehbar“ û „dirû“ hatibe destnîşankirin jî, lê reseniya kurdeweriya xîtabê wek haleteke helbestane, li ser astê „xwendina azadiyê“, rastiya rûyê rast yê helbestvan derdixe holê:

 

Lêvêd befrînî

maçîkirineke qutifî

diyarî me kirin

evîna me ..... ?!

li ber Çirayên ( PIRÊ ARIYA )

tiwafbû .....

welatek avakir 44

Helbestvan li seranserî xîtaba xwe ya helbestane, duh û îro, Xwedê û mirov, ezman û erdê, bîra xwe ya dûr û bîra xwe ya nêzîk, tîne ba hev û bi hev re bi yek dike.

Ew hewl dide ku di xîtaba xwe de, kurdiyeke resen di navbera xwe û her tiştên xwe, mirovên xwe û xwedayên xwe de, durist bike.

Di vê derheqê de tiştek hate bala min. Carekê di şevbuhêrkeke wêjeyî de piştî ku min helbesta xwe ya bi navê ( Dûrbûna te destpêka helbestê ye ) xwend û hindek simbolên pîroz di mîtyologiya Somerî, Babilî, Grîkî û Kurdî de min bikaranîbûn mîna  (IRA - OTO  -  LALEŞ), helbestvanê kurd « Royar Amedî », ku vê gavê ji ber peyva xwe di zindanên rejîma Baas a şovênîst de ye,  weha ez rexne kirim :

„Çima te ev simbolên biyaniyan bi kar anîne ? Eger tu li dîroka xwe xwedî derbiketa, û eger ku tu ji dîroka xwe agahdar baye weke ku tu ji dîroka biyanîyan agahdarî, teyê bidîta çiqas dîroka me tije simbolên pîrozin mîna Laleş ku te bi awayekî xweşik bi kar anîye“.

 

Ev yek jî bê guman tê wateya, çiqasî helbestvan dikare roleke giring û hêja bileyize di vejandin û parastina dîrok û paşxana xwe a giştî/neteweyî de.

Dema ku mirov  bi hûrî helbestên Hoşeng  Broka bixwîne wê bibîne ku çawa wî bi hostayî ev erk pêk anîye û çawa  têgihiştiyê dîrok û zimanê xwe ye.

Bi rastî ev babet bi xwe ango bi kar anîna simbolan di helbestê de, babetekî pir giring û pêwîst û berferehe û hêjaye ku bibe mijara lêkolîneke taybet. ji ber ku ne her helbestvan dikare vê yekê di xîtabeke helbetane bi kar bîne.  

 

Pirsa xwedê û bikaranîna simbolên pîroz di helbestê de, bala gelek helbestvan û edebiyatnasan kişandiye. Lewra xwedê (û simbolên din) di xîtaba wan de, hincaran bûye heval, hincaran bûye neyar, hincaran sermdî maye û hincaran jî bûye xwelî û tiştên din. 

Di gulana 1985 an de, gotarek bi navê „Helbest û kufir“ di govara (Elmicela Elerebî ye ) 45 de hate weşandin. Di wê gotarê de femanek bi navê „kufir û Xwedênenasîyê“ di derheqê helbesteke helbestvanê Ereb/yemenî DR. Ebdilezîz Elmeqalih hate îlankirin, ji ber ku wî „Xwedê wek xweliyê li qelm dabû“:

 

 „Xwedê bûye xwelî

 bêdengiyek

 tirsek li ser mista qamçîbazan

 ................

 ...............

 û dibêje :

 berê yezdan

 evîn bû,

 ewir bû

 roj bû di şevê de

 stiranek bû

 qermîçonkên xakê

 bi baranên kesk dişuştin „ 

                

Ev parçeyek ji têkista Dr. E. Almeqalih bû, ku govarê li ser wê esasê wê fermana xwe derxistibû, û ew wek „Têkisteke Kafir“ îlan kir. .... û berpirsyarên wê  „hêvî kirn ku ev têkist bi şaşîtî di bin navê vî helbestvanê Ereb yê bi nav û deng de belav bûbe, ji ber ku wan bawer nekir  ku helbesteke wisa kafir û xwedênenas li ser destên vî helbestvanî were nivîsandin, lê eger ku ew helbesta helbestvanekî Ereb bê, dê wê çaxê bihêle ku birînên wan binalin  .........“

Helbestvanê sûrî yê mezzin Edonîs jî wisa bersiva wê govarê û xudanên wê xîtabê dide:

„Mebesta helbestvan ne destnîşankirina Xwedê weke giyandarekî yan jî tiştekî madî û naskirî ye; xwendina helbestê cudaye ji xwendina gotarê yan jî çîrok yan têkisteke din  ....

belê ew kesê ku têkist tîp bi tîp şîrove kirine, ji xwe di wir de êdî ketine şaşîtiyeke mezin de; zimanê ku helbest pê tête nivîsandin cudaye ji wî zimanê ku tu pê wan karên din dikê. Ango dema ku helbestvan dibêje „Xwedê bûye xwelî“ mebesta helbestvan dı vır de ne ew Xwedayê ku bawermend pê bawerîyê tînin yan jî ku bi rastî Xwedê bûye xwelî, belê berevajî vê yekê destê xwe datîne ser birînê û dibêje ku êdî bawerî li cem xelkê bi Xwedê kêm bûye û êdî xelk ji fikra Xwedayê bi tenê dûr ketine“

Mebesta min jî ji destnîşankirina vê têkistê ewe, ku çawa dema mirov di warekî xebatê de ne serkeftî û têgihiştî be û her tiştî li gor nirx û pîvanên olî yan jî paşxana xwe ya yekalî şîrove bike, û destê xwe bavêje vir û wir bê ku li xwe mikur were û bêje ev ne karê min e, bêyî ku li xwe vegere û xîtabê ji xwediyên wê re bihêle. Wê çaxê ew  di dema ku wê xîtabê dikuje xwe jî û her tiştekî xweşik pê re dikuje.

Bi tu awayî mirov nikare têkisteke helbestane û vekirî bi vê dijwarî û tûjatiyê û li ser bêvac û binyteke  yekalî têxîne bin destarê rexneyê; wê çaxê em hukmê bi dar vekirina helbestê û helbestvan derdixin û ev yek jî gunehkariya herî mezin e.

Helbestvanê Ereb ( Felestînî ) yê navdar Mehmûd Derwîş di helbesteke xwe de a ku bi navê

termê xwe dibînim ji dûr ve tê“ 46

weha dibêje:

 

Bi ser

karwanê Pêxemberên kevnare de noq bûm

dema ew pêxwas diçûn Orşelîm

ji wana dipirsim

ji bo vê zemîna nuh

gelo

Pêxemberkeî nuh heye??? 

 

„Pêxemberên kevin yên berê yên hatîn û çûyîn û mayîn“

gelo mebesta helbestvan çiye yanî baweriya wîna tanî nuha bi ti Pêxemberan ji wana nehatiye???

Gelo ew di jiyana xwe de mirovekî kafir bûye...???

Çawa bi ser karwanê wana de noq bûye ???

Çawa çûye hizûra wana û ew ademîzadekî nepêxember bûye...???  

Ango eger em li ser rêbaz, binyat, û rêdaneke olî û yekalî û baweryane vî parçeyê helbestê şîrove bikin û em bi bêvacê xwe yê olî biramin, em dê bighêjin van pisên ku me li jor destnîsan kirine, ku elbete wê me li dergehên girtî û bê bersiv rastgele bike.

Dahêner di vê helbesta xwe de, ji xwe re dikeve sawîran, ku li ser rêka Orşelîmê pêrgî karwanê pêxemberan hatiye, û ji wana re dibêje êdî nema baweriya ademîzadan bi we(mîn berê) xurt e, êdî têyorî û îdyolociyên we li bin guhên dîwaran xisitine, welatê min dagîrker kirine, li ber zûrezûr û lûbelûba jinbiyan asîman diheje, ji devê birînên zarokan azadî difûre, bi potînên xwe li ser sînga deverê pîkolê dikin, bûk û zavayên welatê min bi kirasên ji xwînê diçin hizûra Xwedê, darên zeytûnan berên xwe virnî ditavêjin, me bi kaxez û tîpên hemî pirtûkên we yên pîroz xwe avête dijmin...? lê hêviyên me dîsa beravêtî kirin..? me destên xwe di xwîna pakrewanên xwe da û me li sînga merovanetiyê xist lê qet damarên wêna nehejiyan.

êdî ademîzad kufir bûne ji rêka Xwedê û pêxemberan dûrketine rasipêriyên we ji bîr kirine.

Helbestvanê Kurd Şêrgo Bêkes jî di helbesteke xwe de „Pistepistek“ 47 wisa dibêje:

 

Êvar bû

Hemoyê biçûk î Boyaxçî

li kolanên meydana mezin

li nav dilê bajarê Şamê

serê westiyayî tewandibû

wek Firçeya nav destê xwe

laşê xwe yê zirav bilez bilez dihejand.

Hemoyê biçûk î aware

di ber xwe de

bi piste pist

ev digot:

Tu manoste piyê xwe deyne!

Tu bazirgan piyê xwe deyne!

Zabit.. Casûs... Leşker... Celad

mirovê baş... û mirovê piç...

hemû hemû!

yek li pey yekî piyê xwe deynin

kes nema

tenê Xwedê ma

ez bawer im

li wê dinyayê jî

Xwedê ji bo

boyaxkirina pêlavên xwe

wê gazî Kurdekî bike

kî dibê „ ew Kurd ne ez im“

Ay dayê!

tu dibê pêlavên Xwedê wê çiqas mezin bin

çend numere li xwe dike?

Lê ji bo pere!

dayê tu dibê Xwedê wê çiqas bide?.

 

“ Reng û durivên tiştan, diyardeyin hestdarî ne, kehreba û bandorekê di damaran û hestên mirovan de çê dikin, lê pileya vê bandorê li nik her kesî ne weke êke, û helbestvan mîna zarokekîye ji van reng û temtêlan hes dike û dixwaze bi wana bileyize, lê lîstikek nîne tenê ji bo lîstikê, belê tiştekî nepend wîna ber bi wê lîstikê ve dehv dide, ji bo ku wêneya wêna bibîne û biafirîne, û pişt re gijgijandinekê di hestê Xwêner û yê dangir de çê dike” 48

Gelo kîjan kurd di trajêdiya xwe ya bêdawî de, ne „Hemo yê Şêrgo Bêkes e“?

Kîjan kurde yê ku vê pirsa mezin ji vî xwedayê mezin û lingmezin û pêlav mezin nake?

Û kîjan xwedayê mezine yê ku „Hemo“ yê xwe yê kurd heta neha nas dike???

Şêrgo Bêkes kafir be yan bawermend be, pirs ne eve . Pirsa herî mezin ewe, gelo ew çiqasî di xîtaba xwe de dikariya bibe kafir yan bawermendekî helbestane. Ango ew berî hertiştî çiqasî kariya bibe xwediyê haleteka helbestane.

Bi kurtî ev mînakên ku min li jor destnîşankirine, li gora xwendina min, bi ti awayan nakevin bin banê „kufir û xwedênenasiyê“ bi wê wateya xwe ya olperestî a sirf. Belê ew ji wisa watedartir zûrîneke ji hinavên helbestê ye ber bi Xwedê ve?

Di helbesta hindek helbestvanên kurd yên nûjen-klasîk de jî hizra Xwedê û fikr û bîr û baweriyên mîtollogî di çarçewa helbestê de hatiye gengeşekirin.

Lê tiştê balkêş di vê helbesta ku yek ji wan mînakan jî helbesta helbestvanê kurd yê navdar seydayê Cegerxwîn e, ew e ku sembol û nîşanên mîtologî(bi taybetî yên ola îslamê, ku Seyda pirê caran ew wek ola ereban li qelem daye) bi şêweyekî beloq û dûrî hestên helbestê hatine bi kar anîn:

Di helbesta “ola min”49 de, bi şêweyekî xîtabî baweriyê bi Xwedê û pêxemberê wî nayîne û dibêje:

 

Xwedê nîne wek ew dibêjin , xwedê

kiye ê bikarî Cîhanê bidî ?

 

cîhan her hebû, her heye, wê hebî

hebû wek cîhan e xwedê têdebî

 

tu bawer meke wer çu Peyxembera

tenê zanibe wan wekî rêbera

 

Herwisa ew wek her matiryalîstekî bi awaeyekî eşkere û ziwa baweriyê bi qubleta islamê nayîne û şerm dibîne ku „mirov serê xwe li ser Berê Reş deyne, daku bêjin wî navek li xwe zêde kir“. Herweha li gora Seyda „tenê pîs, kêm û nexweşin yên ku serê xwe dibin ser kevirê reş“:

 

BERÊ REŞ   51

 

BERÊ REŞ nizanim tu pê bawerî ?

ku rovî dimîzin li ser vî berî

 

senem bo niha jî bizan ew senem

bi pîsî serê xwe dibin ber ecem

 

bizane hemî pîs û kêm û nexweş

serê xwe dibin ber Berê xav û reş

 

ne şerm e serê xwe didî ber kevir

ku bêjin te navek li xwe zêde kir

 

 

Ez bawer dikim ku ev helbestên ku me li jor desnîşan kirine ne hewceyî şîrovekirinê ne , ji ber ku ew bi xwe bi şêweyekî xîtabî rast û rast hatine nivîsandin, ango ew bi xwe şirova rasterast a fikrekî ne. Elbete di van mînakên derbasbûyî de, fikrekî matiryalîst û dijbawerî desthilatdar e, lê çiqasî dikare li gorî pîvanên helbesta îro wek helbest were qebûlkirin, ew pirs û bersiva wê jî li ba xwendevane, ku wê di pêşerojê de roniyê bibînin.

Bêgoman mebesta min ji rêzkirina hinek nimûneyên helbestê yên ku rastî pirsa Xwedê û baweriya bi simbolên mîtologî ew bû, ku ez şêweyê bikaranîna Xwedê û hinek simbolên mîtologî di helbestê de bidim diyarkirin.

Di helbestê de eger ku “Xwedê bibe yan bûbe xwelî jî”, lê her dimîne tiştekî xweşik.

Eger ku “sola Xwedê mezin be yan bi çûk be, fereh be yan jî teng be” lê her dimîne helbesteke xweşik.

Lewra dikarim li gora xwendina xwe ji helbestê re bibêjim, eger ku Xwedê li wir be yan li vir be, camî li ber Vodkayê be yan Vodka li ber camiyê be,   lê ezê her ji Xwedê, ji camiyê, ji Vodkayê, ji yarê û ji helbestê hes bikim, dema ku:

“Heskirina ji wê,

êvarek ji

Vodkayê be,

li ber

dergehên

camiyê“ 52

 

 

Jêder û Çavkahnîyên Lêkolînê

 

 

 

1. Elhedase elşirîye, Mihemed Ezam ji weşanên çapxaneya yekîtiya

    nivîskarên Ereba         1995

2. Li jêdera bûrî vegere

3. Li jêdera bûrî vegere

4. Şefaq dîwana 6 an, Cegerxwîn weşanxana Deng çapa sêyem

    temmûz 1997  Istanbul

5. Li jêdera 1, 2, û 3 an vegere

6. Serborekên çarşembên tozê, Hoşeng Broka  çapxana Apec çapa yekem

    Siwêd 1999

7. Elşir bunyeten we teşrî,en, Hamid Hesen weşanên saziya Elwehda a

    rojnamegerî, çapkirin, û belavkirinê Şam çapa yekem 1987

8. Li jêdera bûrî vegere

9. Li jêdera bûrî vegere

10. Li jêdera bûrî vegere

11. Ma hiwe elşi,r Nîzar Qebanî ji weşanên N.Qebanî Beyrût Libnan çapa

      diwem gulana 1982 an

12. Elximûd elşi,rî fî elqesîde Elerebîye elcedîde. Durêd Yehya Elxewace

      ji weşanên dar elzakira a belavkirin û weşanê Humis Sûrya çapa yekem

      1991

13. Li jêdera 1, 2, 3,  û a 5 an vegere

14. Elsofîye wel suryalîye Edonîs  ji weşanên dar elsaqî Beyrût Libnan

      çapa yekem  1992

15. Li jêdera bûrî vegere

16. Îşaret elluxe we delalet elkelam Morîs Ebû Nasir  ji weşanên çapxaneya

      Muxtarat  Beyrût Libnan çapa yekem kanûna diwem 1990

17. Bawişkandinin ji kopên minareyên razayî H. Broka çapa yekem

      Elmanya  1995

18. Elsûre elşirîye fî elxîtab elbelaxî we elneqdî

      Elwelî Muhemed çapa yekem 1990 ji weşanên bingehê rewşenbîrî yê

      Erebî Beyrût Libnan 

19. Li jêdera bûrî vegere

20. Li jêdera 6 an vegere

21. Li jêrdera 18 an û a 19 an vegere

22. Li jêdera bûrî vegere

23. Li jêdera bûrî vegere

24. Li jêdera 6 û a 20 an vegere

25. Li jêdera 14 an vegere

26. Li jêdera  4 an vegere

27. Zend Avista dîwana 5 an  Cegerxwîn weşanxana deng çapa sêyem

      temmûza 1997 an Istanbûl

28. Li jêdera 6, 20, û a 24  an vegere

29. Mefhûm elşi,r DR: Cabir Esfûr çapa çaran 1990 ji weşanên saziya

      Fereh a rojnamegerî û rewşenbîriyê

30. Li jêdera 18, 19, 21, 22 û 23 an vegere

31. Li jêdera 17 an vegere

32. Lijêdera 18, 19, 21, 22, 23, û 30 î vegere

33. Li jêdera 6, 20, 24 û a 28 an vegere

34. Li jêdera 7, 8, 9, û a 10 an vegere

35. Li jêdera 6, 20, 24, 28, û a 33 an vegere

36. Li jêdera bûrî vegere

37. Li jêdera 17 û 31 ê vegere

38. Elmute,a elexîre Welîd Ixlasî çapa yekem 1987 weşanxana Telas a

      lêkolîn, wergerandin û belavkirinê Ş.Sûrya

39. Li jêdera 17, 31, û 37 an vegere

40. Li jêdera 6, 20, 24, 28, 33, 35 û a 36 an vegere

41. Li jêdera 17, 31, 37, û a 39 an vegere

42. Li ber ronahiya hindek têkistên Ola Êzîdiyan. Xidir Silêman

      û Xelîl Cindî Tîpguhêz: Mehmûd Ido weşanxana ararat a çand û

      weşanê xwedan û hîmdarê wêna Selah Berwarî,

43. li jêdera 17, 31, 37, 39, û a 41 ê vegere

44. Li jêdera berê vegere

45. Elmicela Elerebîye jimar 91 ê Gulan  1985 an

      Erebistana se,ûdî

46. Lîmaza terekte elhîsane wehîden. Mehmûd Derwîş çapa yekem kanûna

      diwem 1995 weşanxana Riyad El – Reyis Beyrût Libnan

47. Ji nav Şiîrên min Şêrko Bêkes ji soranî werger Rûken Bagdu Keskîn

      çapxana Gûmûş Matbaasî çapa yekem mijdar 1995

48. Li jêdera 18, 19, 21, 22, 23, 30 û 32 an vegere

49. Li jêdera 27 an vegere

50. Li jêdera bûrî vegere

51. Li jêdera bûrî vegere

52. Li jêdera bûrî vegere

Beşê yekemîn : http://www.tirej.com

Beşê duyemîn:  http://www.tirej.com

 Beşê sêyemîn: http://www.tirej.com

 

tirej.com
15/02/2004

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002