
Ibrahim Ibrahim
Imzeyên min yê helbestî
(( Ji bu Farida Mamoo))
1
Helbestên rindik
Livên dilan
Di westînin
2
Belê tu heyvê wek hevin
Lê gava tu dikene
Ji bîr dikim heyvê
3
Di rengê şehîdan de xewkir
Wek stranek newrozî
Biskên xwe dirêj kirin
Stran pê lîst….
Ta westiya…!!!!
4
Bi lîstikan
Tengavek ji cîroken ave çêkir
Min jî bi kenê te
Sibehik avakir
5
Evîndarekî
Bi derziya sawîrên xew
Yarek çêkir
U
Diyarî xewna şehîdan kir
6
Ger hezkirina min
ji te re şaş be
Ma rasti di dunye de li kuye…???
7
Bejnên zirav
Semayen xweşik
Li xwe di pêcin
U
lêvên sar
Navên mest winda dikin.
Danmark
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org