
Qado Şêrîn
Jiyan bê serok nabe,
qet nabe..
Merovê
serokatî jê razîbe, bihuştîye…
Jiyan bê
pêxember dibe lê bê serok nabe.
Jiyan bê
serok nabe. Ev hevok an jî ev diruşme ne min afirandiye, her
wisa ne dengbêja navdar Şêrîn Remo, belê ne jî nivîskarê
navdar Şîşa Tenûrê, belê rêcîm û kesên diktator afirandine
dako dema koletiyê vegerînin. Koletî jî bi gelek şêweyan
dibe, ne gereke tu li ser serê desthilata welatekî be ta ko
tu diktator bî, merov wek bav dikare diktator be, merov wek
serokê partiyekê dikare diktator be, wek birêvebirê koşkek
paltalkê dikare diktator be, wek spîkerê bernameyek
televizyonê dikare dikatator be û wek nijadekî di axaftina
mijarekê de dikare diktator be..her wisa gelek nimûne hene.
Jiyan bê
serok nabe. Di vê hevokê de miletek tune dibe, bê viyan û
biryar dibe. Ev diruşme tê wateya ko serok mir, dê milet jî
dimre, ji ber jiyan bê wî nabe.
Di vê
diruşmeyê de du tişt biser dikevin, diktatorî û berjewendiya
kesane, diktatorî ava û berfireh dibe û li gor têgihaştina
ji qeder û sofîtiyê re tê perwerde kirin, merovek bi hesanî
dikare merovekî bê guneh bikuje û bibêje: xeber(sixêf) ji
serok re dan, ji bo sixêfeke wek; ez di xuşka wî ya piçûk
nim bê kuştin, yan jî wêneyê wî li dîwarê mala xwe nexine.
Berjewendiya kesane jî hin tê parastin û hin jî wek piroje
biser dikeve, nimûne jî gelek in, di dema SEDAM HUSÊNê
diktator de, ji Sedam re digotin; em jiyana xwe gorî te
dikin, hin kesan ji tirsa diktator wisa digotin û hin kesan
jî ji bo ko pirojeya berjewendiya xwe ya kesane bipêşde
bibin û biparêzin, wisa digotin. Di vê diruşmeyê de merovek
dikare ji dû firotina wêneyê serok û alîkariya ji serok re
bibe melyonêr. Her wisa niha li Sûriyê jî wisa ye, ko tu bê
dilê xwe nebejî; bijî serok tu av û av çû, tê wek çirçirkekê
bê perçiqandin.
Dibêjin di
dema pêxemberekî ji pêxemberan de, ewê ko bîr û boçûnên wî
di serdema destpêka sedsala bîst û yekê de li miletê wî bûn
bela, jixwe gelek pêxember hatin û çûn, ez ne navê hemiyan
dizanim û ne jî dikarim navê wan bijmêrin û bibêjim, îca di
dema kîjanî de bû ez jî nizanim, lê dibe ko ne pêxember be
jî ha, lê ew xwe wek pêxemberan dibîne, ma Bûda pêxember bû?,
lê wî ji mirîdên xwe bawer kir ko bûye pêxember, ev jî
şêweyek ji şêweyên nexweşiya meznahî û diktatoriyê ye.
Dibêjin mirîdên pêxemberekî ji wan pêxemberan gotin: jiyan
bê te nabe, û wî jî bawer kir.
Mînakek ber
bi çav di dîroka merovantiyê de heye, nimûneya me li jor anî
ziman ko ew jî Bûda ye, wî serokî, biborin wî pêxemberî jî
guman kir ko bûye pêxember, îca mirîdên wî jî guman kirin an
jî bi xwe dan bawer kirin ko jiyan bê wî nabe.
Jixwe serok
biborin pêxemberê sedsala bîst û yekê ling daniye ser ling û
bi wan hovan dikene, di nava xwe de şad û kêfxweş dibe, ko
baskê wî wek ê çûkê zelore hebiwana dê ji kêfan re bifirya.
Merovekî
daxuyaniyek di derbarê pêxember, biborin serok de belav kir
û têde diyar kir ko pêxember, biborin serok merovekî
newêreke û ji meznahiyê hez dike, bi nexweşiya meznahiyê
ketiye, xwe dike mêr lê di nava xwe de pisîke. Jixwe wî
merovî piştî daxuyaniya xwe ya ko bi xwînê hatibû nivîsandin
li kolana Sinceqdar, li Amûdê benzîn bi xwe dakir û agir
bera laşê xwe da ta ko bû qirik, berî ko peyên pêxember,
biborin serok wî bi şêweyê xwe bikujin.
Merovekî
din ji wî ders girt, mêrantî di xwe de dît, nav di xwe da û
wî jî daxuyaniyek belav kir û têde diyar kir ko pêxember,
biborin serok qet rexneyan napejirîne, roja din di mala wî
de bumbeyeke ji 500Kg TNT teqiya û taxeke sax ji kok de
wêran kir û gelek jin û zarok kujtin, dibêjin zarokek ji
wêranê filitî û got; min tiştek nekiriye..ma gunehê min çiye...ka
diya min..?!
Nivîskarekî
jî sê gotarên rexneyî di derbarê pêxember, biborin serok de
weşand, du roj neçûn dadgeha bi serokatiya pêxember, biborin
serok rûnişt û 33 sal ceza da nivîskar, divê 33 salan di
koxa mirîşkan de bixwe, vexwe û razê, wî di gotarek xwe de
anîbû ziman ko mêrantî ne bi zirt, fort û boqê simbêla ye,
belê bi helwesta rast û dirust e.
Nivîskarekî
din jî bîst û du pirtûkên pesindariyê di derbarê pêxember,
biborin serok de derxistin, şazde ji wan tenê wêneyên serok
bûn, xelata wî jî piştî demekê di bûyerek ne diyar de jiyana
xwe ji dest da( gelek kes zanin çima). Jixwe ya ko her kes
dizane, pêxember, biborin serok girûpek ji nivîskarên fanso
li xwe kom kiriye û ta niha şêst û şeş pirtûk bi navê wî çap
kirne. Lê kesek nizane çima û çilo her ji demekê yek ji wan
nivîskarên fanso nebedî dibe.
Hin kesên
hevrik li ser çiyakî asê gihan hevûdu û li dujî vê duruşmeyê
derketin û gotin: jiyan bê pêxember, biborin bê serok dibe û
dibe jî, çilo jiyan bê wî nabe, çimkî her yek ji me dikare
bibe serok. Serokatî ji ba merovaye û ne ji ba xweda ye.
Rojekê ji rojan merovekî kawik ji wan hevrikan ji bajêr
dizîvire gundê xwe, gundê ko ji dinyayê qut bibû, ji
cugrafiya û ragihandinê hatibû birîn û nûçe nedigihanê ko ne
bi merovan biwa, ewê gundî ko ji tirsa kuştina li ser destên
mirîdên pêxember, biborin serok bibû yek ji wan, lê rojê
hezar nifir lê dikir, dema giha ser bênderên gund kir qîr û
bang kir; hawar..hawar.. pêxember, biborin serok mir, îca ka
çilo emê bê wî bijîn?. Piştî konê şîniyê yekî nav di xwe da
û got: binerin va em bê pêxember, biborin bê serok dikarin
bijîn, hemiyan serê xwe hejandin û bi wateya belê raste li
hevûdu nerîn, yekî din jî nav di xwe da û got: çima dê
nemire, mane merove wek me, hemû pêxember ji Adem ta bi Çîko
mirin, hemû serdar û rêber ji Malko ta bi Cîvara mirin û
jiyan berdewam bû, îca ev çi derew, fen û fût û xape ko
jiyan bê pêxember, biborin bê serok nabe. Piştî yazdeh mehan
mirîdên pêxember, biborin serok bi bihaneya danheva
alîkariyê li gund bûn mêvan û piştî nas kirin ko kawiko
nûçeya mirina pêxember, biborin serok belav kiriye, êrîş
birin ser mala wî û ew, jin, zarok û kalê bavê dan ber bêr û
qazmeyan tako hemû bi ser hevûdu de kirin mîna komek ji
goştê bi hawin kutandî, û mirîdan bi hevûdu re bang kirin;
bijî pêxember, biborin bijî serok, jiyan bê pêxember,
biborin bê serok nabe.
Di
durişmeya jiyan bê pêxember, biborin bê serok nabe de;
miletek bi hişê merovekî dirame û ev yek têkçûna wî miletî
tîne, ji ber tevger, raman, rabûn û rûniştin, dîrok û
şaristaniya milet dirawestîne.
Dibêjin
mirîdên pêxember, biborin serok kor, xwîn germ û sofî ne û
ne bi hişê xwe diramin. Ev şêweyek ji şêweyên koletîya
sedsala bîst û yekê ye.
Ji bo ko
jin ji ber tenûr û tifik, ji bin qirş û piştiyên pûş rabin,
xwe ji ka û tenya bixêrîkan daweşînin, û xwe azad bikin, bi
mehneya koletiya ji serok re, biborin bi mehneya kar û
xebata di ber serok de ji ber tenûr, tifik, û kadînan
derketin, û bi ser serê mala ketin,
li bin siya çiyayekî ji
çiyayên welêt, ê ko niha bi navê serok tê binavkirin,
konferansa jinên pêxember, biborin Serok a yekem li
darxistin. Di konferansê de (Yekîtîya Azadiya Jinên
Çolistan) hat ragihandin. Ta radeyekê ev yeka han ji bo
jinên Çol tiştekî serkeftbû, ko jin bikaribin pêşeroja xwe
bi destê xwe nîgar bikin, lê dema ko diruşmeya wan a sereke;
Konferansa me çareserkirina pirsa Çolistanê napejirîne ko
pêxember, biborin ko serok neçe seyranê. Sedema jiyana jina
Çolo serok e. Ko pêxember, biborin serok bi azadî neçe
seyranê, Çolistanê li ser bertevek ji zêr bidin me me navê.
Jinên Çolistanê hemî ji bo Pêxember, biborin ji bo serok
dijîn. Bêyî pêxember, biborin bêyî serok jinên Çolistanê
yazde dolaran naynin”.
Jineke dil paqij ji nav wan rabû ser pêyan,
nav di xwe da û got:
wisa nabe, ev yek şaşe, ev koletîye, ev têkçûna me û
kesayetiya me ye, ko şêst melyon Çolistanî nikaribin
merovekî din wek wî bînin û bikin serok, bila em hemû
tunebin baştire. Jinên ko digotin; em
bêyî serok yazde dolaran naynin, bi incika porê wê girtin û
ew bi ziman û serê memkên wê ve daliqandin.
Berî du rojan min gotarek di bin navekî
biyanî de xwend, bê guman nivîskarê wê ji tirsan re navê xwe
eşkere nekirbû, xaleya sereke ew bû ko di diruşmeya; jiyan
bê serok, biborin bê pêxember nabe, miletek qambostî û bê
vîn dibe, bê biryara azad dibe û miletê ko ne azad be nikare
pêşeroja xwe nîgar bike.
Min jî ji bo azadiya hiş û ramanan, ji bo
vîna azad, ji bo ko merov azad bijî û bi azadî baweriyên xwe
hilbijêre, sînorên diruşmeya; jiyan bê serok nabe, çirandin
û niha li derveyî cugrafya dijîm.
Li derveyî cugrafya jiyan bê serok nabe,
jiyan bê serokan baştir dibe, her kes azad e û di ferhenga
wan de; koletî..diktatorî..jiyan bê serok nabe, wêneyên
serok, navê serok, dîkê serok, mirîşka serok, nimêj ji bo
serok, çiya bi navê serok, zarok bi navê serok, alîkarî ji
bo serok, nînin. Her merovek serokê xwe ye.
06/05/2006
qadoserin@hotmail.de
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org