
Husên M. Hebeş
Li ber dergehên çêhrtirş
Li
ber dergehên sar û dil qerimî
Ji tirsa bêpiyar û bêdilovanî, çirûskên dawî di hinava wî de
Hildiweşîn û vedimirîn.
Li ber dergehên duzimanî û çêhrtirş
Xewnên wî yên di kûraniya xewê de
Diherifîn û zerkî dibûn.
Li ber dergehên çavxûz û xwînsar
Xwîn diguviya, û şewata birîna wî bêtir û firehtir dibû.
Li ber dergehên giyanreş û giyankêş
Li ber dûwarekî stûre.
Giyandarî, giz û aramîya wî
Bi keser, dilşikestî, melûlî…
Bêdeng,
Bêdeng dibûn.
Bonn 2006
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org