
Heyderê Omer
Durvê hunerî yê
Mem û Zîn a Xanî.
Rêdûzkirin
Gelek
nivîskaran, naveroka çîroka Mem û Zîn a helbestvanê gewre
Ehmedê Xanî, dane ber xwe, û xwe pê mijûl kirine; nêrîn û
behweriyên wî mirovî kêm-zêde diyar kirine. Lê durvê
çîrokbêjiya wê, tevî ko balkêş e jî, piraniya nivîskarên, ko
Xanî û Mem û Zîn ji nivîsarên xwe re kirine mijar, bala xwe
nedane vî durvê hunerî.
Di pirtûka
xwe de "Ehmedê Xanî di destana helbestî: Mem û Zînê de", Ya
ko bi zimanê erebî çap bûye, Ez di ber vê mijarê re bi lez
derbas bûme. Vêca ez dê di vê lêkolînê de, li gel wê mijarê
hinekî bi firehî rawestim.

Lê divê ji
bîra me neçe ko durvê hunerî û naverok, bi carekê, ji hevûdû
bidûr nakevin. Çunkî têkiliya herdiwan li gel hev, wek ya
giyan li gel gewde ye. Lewre ev durv û naverok, hîç, ji
hevûdû naqetin, ji ber ko gewde bê giyan miriye, jiyan tê de
nîne. Arnest Fisher dibêje: "Ger em bala xwe, tenê, bidin
naverokê, û durv jî li pêpelûka diduyan deynin, hingê em
karekî bê hiş dikin. Çimkî huner, bi xwe, durvkirin e; huner
durvê tiştan dide, û tenê durv her afrandinekê dike karekî
hunerî. Durv ji bo huner û jiyanê tiştekî gelekî pêwîst e,
mercê serkeftin an binkeftina her karekî hunerî, durvê wî
karî ye, ji ber ko ev durv, di qelsbûn, an bi hêzbûna wî di
karê hunerî de roleke girîng heye."
Avahiya
çîrokbêjiyê yekîtiyeke hevgirêdayî heye, ko bi carekê nayê
jihevxistin an beşkirin, çunkî hemî beşên wê avahiyê li gel
hevûdû, di wênekirin û birêvebirina bûyerê de hevkar in.
Lê tevî van
rastiyan, rexnegir û lêkolînvanan, ji neçarî, durvê hunerî û
naverok ji hev dubeş kirine, da karibin herdiwan bidin ber
ronahiya ravekirinê. Lewre jî em, li vir, xwe bêçare dibînin
ko vê rêkê bernedin.
Gava mirov
Mem û Zîn a Xanî dixwîne, pehlewaniyeke payebilind di
teknîka avahiya wê, û şêweyê derbirinê de dibîne. Ev
pehlewanî jî di paş gelek tiştan de numa dibe, wek zindiyeke
nerm ko deziyên bûyer tê de dilivin, û hêzeke balkêş ko
wêneyên mirovan, yên derûnî û ramanî pê re diherikin, û
çelengî û germiya rengan, û rewneqa wêneyan, û rindiya
wekhevkirinên hunerî, ko di navbera zimanekî zîz, û bi
hêmanên helbestiyê gelekî dewlemend re numa dibe.
Çarçewa gelemper a çîrokê
Ev çîrok,
wek destaneke helbestî, Xanî şêweyê wê ji zargotina kurdî
wergirtiye, û xistiye durvekî helbestî gelekî bi hêz û
lihevhatî ko li ser rista mesnewî ava bûye.
Çarçewa
gelemper a vê çîrokê, ji ya hunera destana rojhelatê bi dûr
nakeve. Hemî destanên rojhelatê ji Şehnama Firdewsî ve bi
pêşgotineke, ko axiftin tê de di gel Xwedê û pêximber dibe,
dest pê dike, di dûv re jî helbestvan hemî beşên destanê li
gel hevûdû girêdide, da ko derbasî hundirê bûyeran bibe, û
paşê dest bi vegotina bûyeran dike, û bi pendekê yan bi
şîretekê, ko ji bûyeran, an ji destanê tevî, tê wergirtin,
destana xwe kuta dike.
Xanî, di
çîroka xwe de, ji vê rêgayê derneketiye. Hemî beşên çîrokê
bi vî awayî birine serî. Destan, li gel Xanî, bi navê Xwedê
dest pê dike:
Ser
nameyê namê namê Ellah
Bê namê
wî na temame wellah.
(rûpelpel:
17. malik:1 k:1)
Pêşgotina
çîrokê, li gel Xanî, bi şeş beşên ko bi 284 malikan
dagirtîne, hatiye raxistin. Xanî tê de pesnê Xwedê û karînên
wî, û pesnê pêximber dide, di dûv re jî nêrînên xwe di
dinyayê û jiyanê de diyar dike, û derbasî pergal û rewşa
gelê xwe dibe, wek pêşengekî ramyarî rêgayên çareserkirina
doza wî pêşkêş dike, û hin bi hin rê dûz dike, da têkeve
hundirê bûyerên çîrokê, lewre wêneya mîr pêşkêş dike, û di
nav re jî berê xwe dide kesên çîrokê yên dîtir, her yekî ji
wan di navbera hin malikan re pêşkêş dike, û pênasîneke kurt
dide, di dûv re jî bûyer û beşên destanê diherikin, û bi
encamên ko ramana Xanî numa dikin , kuta dibin.
Ev çarçewa
gelemper (pêşgotin, rêdûzkirin, bûyerên çîrokê û encam) ne
tenê derdora çîrokê bi tevayî digire, lê her beşekî çîrokê
jî hembêz dike. Di pêşgotinên beşan de, pirê caran hin
malikên ko Xanî tê de li ser rojhilatin û rojavabûnê
dipeyive, tên, an jî karînên Xwedê di afrandina dinyayê de
berçav dike, wek vê pêşgotina beşekî:

Xellaqê
cîhan ji feydê qudret,
Heyatê
felek bi wecih futret,
Bê qalib, û
bê muhît, û miqyas
Bê alet, û
bê muşîr û miqyas.
(rûpelpel:
51. malik: 470-471)
Hin
caran jî, li gel Xanî, wek ko di hemû toreyên rojhelatê de,
nemaze jî ya erebî, di pêşgotinê de pesnê şûnmayên dilberê,
yan jî pesnê meyê tê, wek vê pêşgotinê:
Saqî
tu ji bo Xwedê kerem ke,
Yek cur`eyê di camê cemke.
(rûpelpel. 30. malik. 189)
Carcaran jî beşên çîrokê, bi hin
destpêkên folklorî dest pê dikin, û di dûv re jî rêdûzkirin
tê, lê bi şêweyekî helbestî, hunerî û qeşeng, ko xwendevan
ji cîhana helbestî bi dûr naxe. Xanî di vî şêweyî de gelekî
jîr û jêhatî ye, bi destên xwandevanê xwe digire, wî dibe
nav bûyeran, an jî wî bi bûyran re dimeşîne; ew bûyerên ko
xwendevan bi boneya encama beşê çûye, û pêşgotina beşê tê,
jê bi dûr ketibû.
Xanî, ne tenê bûyeran pêşkêş dike, û dide
me, lê nêrîn û ramanên xwe jî li wan bûyeran siwar dike,
bêyî ko me ji germiya bûyer û lihevhatineke hestî bi dûr
xîne.
Dawiya beşan jî pirê caran wek pendekê,
an şîretekê tê, ew pend jî an ji metelokên gelêrî hatiye
birin, an jî ji hin metelokên gelêrî, ko niho hene, hatine
girtin. Ev yek jî girêdayên Xanî li gel afrandinên gelêrî
diyar dike.
Hêmanên hunerî:
Hêjayî gotinê ye, em bibêjin ko her
çîrokek, an romanek xwe dispêre hin hêmanên hunerî.
serkeftina çîroknivîs jî ne tenê bi heyîna wan, lê bi
cihgirtina wan ve jî girêdayî ye.
CÎGEH
Hêmanekî giring e ji hêmanên avahiya
çîrokbêjiyê, ko bûyer tê de pêk tê, û mirovên çîrokê tê de
dilivin. Çunkî her bûyerek jê re cîgehek dive, û bi nîr û
adetên wî cîgehî ve girêdayî ye. Ev yek heyameke zindî dide
çîrokê, ji ber ko hundirekî derûnî ji bo çîrokê peyda dike.
Ev hêman di çîrokê de, rola tabloyan di şanoyê de dilîze, ji
ber ko tiştekî xuya ye; berçav e, ko alîkariya xeyala
xwendevan dike.
Cîgeh, bi wêneyên xwe, yên ber bi çav, û
bi rewişt û gerdîşe û adetên mirovên ko tê de dijîn, û
têkliyên wan mirovan bi hevûdû re roleke sereke di çîrokê de
werdigire, da naveroka wê, çi civakî û çi konevanî be numa
bike.
Lê tiştê herî giring ew e, ko di çîrokê
de divê cîgeh û hêmanên dîtir lihevhatî bin. Çi gava
çîroknivîs cîgeh ji bo çîrokê bike destpêk, û di dûv re
bûyer û kesan wêne bike, an cîgeh di navbera wênekirina
kesên çîrokê re birewşîne, ev yek kengê be, û di çîrokê de
li kû be, bê wênekirina heyama tevayî nabe, pênasîna vê
heyamê zor girîng e, da xwendevan her tişt û nîrên ko li
derdora bûyeran hene, binase.
Bûyerên çîroka Mem û Zînê, li nik Xanî,
li Cizîra Botan dest pê dikin, û diçine dawiyê, vebijartina
vî cîgehî ji bo vê çîrokê nîşana serkeftineke hunerî ye, ji
ber ko gelek girêdanên bi rewneq û qeşeng di navbera
xwerista Cizîrê û evîna herdu evîndaran de hene. Xwerista
Botanê, bi kohên xwe yên bilind û daristanên xwe yên, ko
nigên xwe berdidin çemê Diclê, û gulşengên xwe yên rengareng,
û payebilindiya Botan ko di dîroka tevgera azadîxwaza gelê
kurd, ji bo ji dayikbûna evîna herdu evîndaran "Mem û Zînê"
cîgehekî hêja ye.

Cîgeh li nik Xanî bi destpêka bûyerên
çîrokê re xuya dibe, lê tiştê hêjayî gotinê ew e, ko Xanî
ciwaniya cîgeh di şênahiyê de dibîne, lewre dibêje:
Sehra
û çîmen dikirin mesken,
Beyda û
dîmen dikirin gulşen.
(rûpelpel:
53. malik. 489)
Sehra û
beyda herdu jî peyvên erebî ne, wateya wan çoleke bê dar û
bê zevî û bê av e, lê belevbûna mirovan li wê çolê, wê dike
gulistaneke xweşik û rengareng. Dîsan Xanî dibêje:
Rabûneve
xanim û xewatîn,
Wan jî
tijî gul kirin besatîn.
(rûpelpel:
54. malik. 503)
Ev
herdu malikên jorîn didine xuyanîkirin, ko cîgeh bê heyîneke
mirovane, bê nirx dimîne, heyîna mirovan dişê çolê jî
bixemlîne, û çendî gulşen rindik be jî, lê hebûna mirovan tê
de, wê hê ciwantir dike. Em dikarin bibêjin gava Xanî vê
girêdanê di navbera cîgeh û mirov de peyda dike, û gava
cîgeh bi vê rewşê dike hêlîna evîna evîndaran, hingê
hejêkirina cîgeh, û pêre jî ya welêt, di dil û derûna mirov
de germ dike, û rolahelbestvanên xweristê di warê
niştîmanperweriyê de teqez dike.
Cîgeh li
nik Xanî, ne tenê ev rola xwe ya ramanî heye, belê roleke wî
ya hunerî yî girîng jî heye. Lewre gava mîr diçe nêçîrê,
Xanî bi awakî rê dûz dike, da karibe girêdanekê di navbera
hestê mirov/xwendevan û heyama nêçîrê de peyda bike:
Her
koh ji rengê torê Mûsa,
Ji enwar
tecellayê te Îsa.
Her nehr ji rengê ejdeha bû
Her sebze bi muícûzan e´sa bû
Her dar ji feydê nubuharî,
Yek şu´le dida ji nûr barî.
Her gul ji mîsal ateşê tor
Yek meşe´el bê qisûr pir nor.
Her murx seher bi xwe kelîmek.
Her totî û qumriyek nedîmek.
Her nexel neda kunende her gah,
Teşbîh Şecer, digo: Enellah.
Xergoş û xezal û gur û aho,
Ew qaz û quling û kebîk û tîho.
Ker ker
diçêrîn li koh û deştan,
Ref ref difirîn di nêv bihiştan.
(rûpelpel: 116. malik: 1426-1433)
Xanî
wisa cîgehê nêçîrê raçavî me dike, û tîne bîra me ko armanca
mîr û began ji nêçîrê ne tenê kuştin û girtina balinde û
koviyan ne, lê armanc seyran û ger e jî. Lewre ev malikên
jorîn me dibin deştan û kohiyan, û me li nêv gulşen û
daristanan digerînin. Ev yek dide xuyakirin ko cigeh li nik
Xanî karmendiyeke derûnî ye, ji ber vê jî ev
herdû malikên jêrîn, yên ko zîndana Mem
li hundirê wê hatiye avêtin, direwşînin, bihna mirov teng
dikin:
Havêtine
çalekê bi zarî
Teşbîh bi gor teng û tarî
Mekrûh wekî dehan ejder
Min kir wekî nikîr û munkîr.
(rûpelpel:140. malik:1782-1783)
DEM
Gava Xanî, di cejna Newrozê de, xunceyên
evîna Mem û Zînê dibişkivîne, hîngê dilê xwe dide gelê xwe,
û vî gelê jar û bindest, tev êş û kovanan, di dilê xwe de
dicivîne. Lê rola demê ya hunerî, di çîrokê de, ne tenê ji
vê yekê peyda dibe. Dem tevgerekê jî di çîrokan de peyda
dike, livekê diyar dike, û çendî bûyer bi hêsanî û zelal di
nav demê re biherikin, ewqasî çîrok jî berbi pêpelûkeke
hunerî ya payebilind ve hildikişe. piştî 284 malikan, çîroka
Mem û Zînê li nik Xanî destpêdike, ew jî destpêkeke hêdî ye,
ko dem tê de paşeroj e(Musteqbel e), ango bûyer hê nebûye.
Helbestvan bangê li meygêr dike, ko perdaxeke meyê bide wî:
Saqî
bike cam asmanî
Raha weko roh cawdanî.
(rûpelpel: 39. ma: 285)
Ev
destpêkirin li dirêjiya 75 malikan hatiye raxistin, û dem jî
tê de tev mand e , rê li pêş salixdana bûyeran dûz dike.
Lewre tê xuyakirin ko Xanî ne tenê xwe ji gotin û
nivîsandina çîrokê re amade dike, lê dixwaze xwendevan jî
têxe pergaleke derûnî, ko jê re alîkar be, da bikaribe
guhdar bike, û bûyeran, bi hêsanî, werbigre. Lewre dibêje:
Dilber li Memê bikin girînê
Aşiq bikenin bi derdê Zînê
(rûpelpel: 41. malik: 328)
Ango dilê dilberan biqirqiçe, û bo Memo
bigrîn, û kesên şeyda ji dilsotiya xwe, ji bo Zînê bikenin.
Ev herdu kiryar "bikin girînê, û bikenin"
diyar dikin, ko hê bûyer neqewimiye, ji ber ko herdu jî
mandeyî ne. Kiryarên mandeyî tevgerê di çîrokan de sist
dikin, an berbi nebûnê ve dikşînin, û asta hunreriya wan
nizim dikin. Lê ev ziyan negîhaye çîroka Xanî, ji ber ko
Xanî, li vir ne çîrkê dibêje, lê xwendevanê xwe amade dike,
da çîrokê bixwîne, û wî têbigihîne. Ango Xanî bi nêrîneke
xweser li demê temaşe dike, dem li ba wî rola agehdariyê
dilîze, da girêdanekê; têkiliyekê di navbera çîrokê û
xwendevan de peyda bike.
Lê gava dest bi çîrokê dike, wê li şêweyê
vegerînê siwar dike, û dem li gel wî berbi paş ve dizêvire,
lewre jî kirarên buhêrekî, û kesên çîrokê yeka yek, bi vî
şêweyê buhêrekî direwşîne:
Ko padişahek zemanê sabiq,
Rabû di hikmeta xwe faiq.
(rûpelpel: 44. malik: 363)
Çîrok
li gel Xanî bi salixdana kesan dest pê dike, ev salixdan jî
di nav demeke buhêrekî re tê, û pê re jî girêdaneke hunerî
bi hêz di navbera pêşgotinê û çîrokê de tê girêdan, ji ber
ko çawa dem di pêşgotinê de hêdî û rewan bû, wilo jî di
destpêkê de hêdî dom dike.
Xanî, bi vê yekê, ji alîkî ve xwendevan
bi hêsanî dixe nav bûyeran, û ji alîkî dîtir ve jî paşeroja
kesên çîrokê numa dike û rê li pêş birêvebirina wan kesan
dûz dike.
Ji ber van xalan, dem di çîroka Mem û
Zînê de, demeke dîrokî xuya dibe, Ev yek du tiştan eşkere
dike, yek ji wan hebûna çîrok û nav û evîna Mem û Zînê berî
ji dayikbûna Xanî ye, û ya dîtir jî ew e, ko Xanî ji dîrok û
kelepûrê gelê xwe peyamê werdigire.
BÛYER
Hêmanekî giring e, ko çîrok bê wî ne
çîrok e. Hemî hêmanên çîrokê, yên dîtir dixebitin da
karmendiya wî bikin. Ev hêman di bingeha xwe de, pir girêk
e, çinkî her lêkerek di hundirê xwe de pir lêkeran dicivîn
e, û ji wan hemiyan peyda dibe.
Xanî, bûyerên çîroka Mem û Zînê bi
awayekî klasîkî ava dike; ango bûyer, li gel wî, di sê
qonqxan re derbas dibe, ji wan her sêyan re tê gotin:
destpêk, navend, û dawî.
Di destpêkê de, ko jê re (rawestin) jî tê
gotin, em agahdar dibin ko dem buhar e, xelkên Cizîra Botan
xwe amade dikin, da sibê ji bajêr derkevin, biçin koh û
deştan, seyranê bikin, ji ber ko roj 21ê avdarê, cejna
Newrozê ye. Sitî û Zînê; herdu xûşkên mîrê Botanê, cilên
mêran li xwe dikin, da bikaribin tev li wan bibin, û her yek
ji xwe re xortekî layiq hilbijêre. Tajdîn û Memo jî cilên
jina li xwe kirin da tev li jinan bibin, û wan herdu keçikên
ko çelengiya wan li Cizîrê nav û deng daye bibînin. Li
vegerê her çar hevûdû dibînin, lê bêyî hevnasînekê Sitî û
Zînê nigînên xwe bi yên wan diguhêrin, û têne malê. Pişt re
her çar dipirsin, bizav dikin da hevûdû nas bikin.
Pîrejinek, ko li seraya mîr berdestiya Sitî û Zînê dike,
dibe alîkar, û wan bi hevûdû dide nasîn.
Tajdîn ji xwe re Sitîyê dixwaze, û mîr wê
daxwazê dipejirîne. Mem û Zîn weha, du evîndarên ko ji
hevûdû dûr dimînin, û bi sotin rojên xwe derbas dikin..
Li navendê bûyer birêve diçe, û astengên
pirgirêk û dijwar dikevin pêş Mem û Zînê. Beko; dergevanê
mîr wan astenga bi hêz û dijwar dike, û agirê neqenciyê
gurtir dike, û bi sergermî mîr têve dide, da Memo bavêje
zindanê. Tajdîn û herdu birayên wî Arif û Çeko, dostan li
dora xwe dicivînin, û diçin ba mîr, rizgariya Memo dixwazin,
ger mîr bi ya wan neke, wê bi hêza şûran wî ji zindanê bi
derxin. Mîr jî, li gor nêrîna Beko, dest davêje planan, soza
berdana Memo dide wan. lê soza xwe bi cih nayîne.
Li dawiyê, Beko planên xwe yên qirêj
didomîne, şîretê li mîr dike, ko hemiyan bikuje, jehrê bide:
Tajdîn û birayên wî, destûrê bide Zînê, da biçe ba Memo,
hîngê ne Memo, û ne jî Zînê dikarin xwe bigrin, hevdîtina
wan dê wan bikuje.
Tevî ko mîr dizane ko ev pêşniyara Beko
gelekî qirêj e jî, lê beşê wê yê diwem bi cih tîne. Hingê
Zînê xemlandî û gelek jinên Cizîrê li pey wê, ji malê
derdikevin, diçin zindana ko Memo tê de ye, lê berî
bigihêjin wir, dergevanê zindanê tê, û nûçeya mirina Memo pê
re tê, û wek birûskekê li bin guhên Zînê dikeve. Tajdîn
dibihîze, û bi hêrs diçe; Beko dikuje, lê gava diçe ko mîr
jî bikuje, ew tê girtin û girêdan.
piştî rojekê, hemî xelkên Cizîrê, bi girî
û şîn li pey termê Memo diçin goristanê, û wî di gorê de
vedişêrin. Zîn digihêje gorê û ketineke bê rabûn bi ser de
dikeve, vêca gorê vedikin û Zînê jî li kêleka Memo datînin.
Ev in hersê qonaqên bûyerê di vê çîrokê
de, her yek ji wan bûyer dighîne ya dîtir, û hersê jî wî bi
rê ve dibin. Bi hebûna wan her sêyan, bûyer yekîtiyeke
hunerî distîne, û ji nûçeyan cida dibe.
WATE
Lê gelo ev bi rêvebirina ko bûyeran di sê
qonaxan re derbas dike, û yekîtîtiyeke hunerî jê re peyda
dike, dikare bûyereke lihevhatî bi wêne bike?. Em dibêjin:
Na, nikare. Çinkî bûyer bi xwe, wênekirina kesîtiyeke, ko di
kar de ye, ew kar jî bê wate nabe. Lê bi carekê çênabe ko ev
wate wek perspanekî têkeve ser bûyerê, dive wate ji hundirê
bûyerê bê, ne ji derveyî wî, ango ew beşek e ko qet ji
bûyerê naqete, ji ber ko her sê hêmanên bûyerê; lêker û
kirar û wate yekîtiyeke nebeşkirî peyda dikin. Eger lêker û
kira bê wate bin, bê nirx jî dimînin.
Ev rastiyên jorîn pirsekê li ber me
datînin: Gelo çîroka Mem û Zînê, xwedan wate ye?. Ger hebe,
ew wate çi ye?.
Xanî ev çîrok di demekê de, ko bûyerên
germ û balkêş, li Kurdistanê dibûn afirandiye. Di hundirê
Kurdistanê de gelek birînên kûr hebûn, maka hemiyan jî
perçebûna mîrîtiyên kurd bû, ko bûbû sedemeke sereke ji
sedemên du beşkirina Kurdistanê ya di nevbera Osmaniyan û
Sefewiyan de, wisa serax û binaxa welêt ketibû destên wan,
mîrên kurd jî her yek li serê xwe siwar bûbû, û guhên xwe
nedidan deng û bangên welathezan û gelê xwe perîşan û di bin
destê dijmin de hiştin. Di wan nîrên teng û dijwar de, Xanî
di sala 1695an de ev çîrok nivîsandibû.
Eger em li çîrokê vegerin, em dê bibînin
ko Xanî, di navbera herdu kesan de ji kesên çîrokê,
girêdanekê peyda dike: Sitî û Zînê, Tajdîn û Memo, Mîr û
Beko. Lê gava Tajdîn û Sitîyê digihêjin hevûdû, li hemberî
girêdana ko di navbera Sitî û Zînê de, û ya ko di navbera
Tajdîn û Memo de heye, sist dibe, lê ya di navbera Mîr û
Beko de heye bi hêz dibe, dom dike, ta ew herdu bi
serdikevin. (kuştina Beko ziyanê nagihîne vê encamê).
Livandina kesên çîrokê bi vî awayî, ne ji
ber xwe ve wilo bûye, wateyeke vê livandinê heye, ew jî wek
em dibînin ew e ko Xanî dixwast bigota: Bê yekîtî û
hevgirtin, serkeftin nîne.
Ji hêleke dîtir ve, me dîtibû ko mîr bi
carekê guhê xwe nedabû gazin û nalînên xûşka xwe Zînê. Lê
her û her guhên wî li pêş pendên dergevanê wî vekirîbûn.
Xanî, xwestibû şêweyê karbidestiya wê demê, di navbera van
têkiliyan re bide xuyakirin, û neyîna sergêrên gelê kurd di
hiş û xewnên mîran de diyar bike.
Ev wate ji hundirê çîroka Mem û Zînê tê
wergirtin, û dide xuyakirin, ko lêker û kirar; ango bûyer û
kesên çîrokê jê re karmend bûn. Ango huneriya vê çîrokê bi
vê gavê digihêje asteke bilind.
Eger em bêne hêla kesên çîrokê, em dê
bibînin ko ew kes yekser derbasî nava bûyer nabin.
Helbestvan bi pênasîneke kurt, rê li pêş derbasbûna wan dûz
dike, ew rêdûzkirin jî bi navê wî kesî dest pê dike, û di
pişt re, Xanî rewşên wî diyar dike, û wêneya wî dikole. Bi
vî awayî ew kes derbasî nava bûyeran dibe, da, bêyî hêrs, û
bêyî ko alîkariyekê ji hêla helbestvan bigire, xwe bi xwe,
xwe numa bike.
Herdu keç;
Sitî û Zînê, wek hev in, hevxwişk in, ji malbata mîr in,
çeleng in. Lê kîjan wê ber bi navenda bûyeran ve biçe, bibe
lehenga çîrokê?. Helbestvan bersivê nade. Rê dide herduyan.
Lê yek ji wan tê pêş, û li gel bûyer hin bi hin mezin dibe,
û tîrêjan ber bi xwe ve dikişîne.
Me ew
herdu, bi cilên mêran dîtibûn, ji mehrecana cejna Newrozê
vedigeriyan, û şanên evînê li wan beloq bibûn. Hêlana pîr tê
ba wan, gustîlkan di tiliyên wan de dibîne, gustîlkan
dixwaze, da xwediyên wan nas bike. Li vir rê ber bi sayîbûnê
ve diçe, û nîşanên hundirên kesan ber bi roniyê ve diçin.
Hazir
Sitiyê nigîn deranî,
Da dest
´ecûzeya zemanî.
Zînê
weha gote heyzebonê:
Min dil
bûye werteyek ji xwînê.
Gava
weko werte tête coşê,
Weqtê ko
dikît bikit xweroşê.
Teskîn
dikît ew nigîn dilê jar,
Dem dem
ko didin di çeşmê xwînbar.
Zinhar
eger dibî nigînê,
Zû
bîneve bo me dil hezînê.
Lew re
bûye bo me sebr û saman,
Ew bo mine xatema Silêman.
(rûpelpel: 69. malik: 720-725)
Ev
malikên jorîn didine xuyakirin ko Zîn xwe têvedide navenda
bûyeran. Li hêla din, herdu evîndarên şeyda; Memo û Tajdîn
jî evan gavên bê tebat dijîn, û ew pîrejin tê ba wan,
nigînan (gustîlkan) ji wan jî dixwaze. Ma gelo kîjan
wê xwe têvede navenda bûyeran?. Ne helbestvan, lê ev
malikên jêrîn bersivê didin:
Tajdîn
nigîn ji dest deranî,
Da dest ´e
cûzeya zemanî.
Mem tê
fikirî ko bê nigînê,
Kengê diketin medar û jînê.
Go: Dayê tu min bidêre me´zûr
Kî can didet ji dest xwe destûr.
Ev xateme ism e ger tilsim e,
Min can ew e, qalibê me cism e.
Sedeqê ser û zilf û xalê zînê,
Mestîne ji dest me nigînê.
(rûpelpel: 75. malik: 813-818)
Belkî ev xal, ji bo girêdanekê di
birêvebirina hundirê kesayetiya Memo, û girêdana wî li gel
bandorên derveyî û bûyeran tevan, bûbe destpêkek, da ev
kesayetî hin bi hin mezin bibe, û di navbera bandor û per
lêxistinên hunermendekî gewre de, ber bi hev bê, ev
hunermendê ko hunera xwe û hemî tiştên der û hundirê cîhana
lehengê xwe, bi dest xwe xistine, û tiliya xwe bi hêz, daye
ser alavên xwe yên hunerî, da ew kesayetî ji navbera komên
bandoran bi hêz derbas bibe navenda lehengiyê.
Bi vî awayî kesayetiya Memo, li gel
bûyerê, bi rê ve diçe, ango kesayetiyeke venîştî ye, bi liv
e, hin bi hin mezin dibe û bi pêş ve diçe.
Gava helbestvanê me kesayetiya Beko nîgar
dike, ev wênekirin li himber a Mem û Zînê, tê guhertin, û
digihêje asta karekî gihiştî, ji bo wênekirina kesayetiyeke
berz û balkêş, û xwedî wêneyê xwe yê dîrokî, wek nûnerekî
hêzên neqenciyê.
Çi reng û sixêf û rewş hene, helbestvanê
me ewan gişkan bi kartîne, da wêneyeke qirêj û ne qenc ji vê
kesatiyê re peyda bike, û pişt re jî rê bide wê, da ew, di
çîrokê de, wek roviyekî, dek û planan bike, û tevger û
bizavên xwe bidomîne.
Li hezar plan û rêkên nedurist siwar
dibe, ber bi armanc û daxwaza xwe ve diçe, dide û distîne,
gotgotan dike, armanca xwe nîşan dike, da di dema keysdar de
lê de, û daxwazê bi cih bîne.
Kesatiya mîr û ya Beko, di çîrokê de hev
û du temam dikin. Xanî dide xuyakirin ko yek bê yê din nabe.
Guh bide mîr çi dibêje:
Em
qismê mîr, qismê aşin,
Pirr fetl û gerîn, pêş û paşin.
Naçar ji
bo me aşvanek,
Labude
ji bo me dergevanek.
Hingî bi
hikmetê dikin dewr,
Geh
´edle ji bo mekar, geh cewr.
Her çend Bekir weled zîna ye,
Aşê me ji wî bi fetl û ba ye.
Ev zumre
ko zalim û ´ewanin,
Subaşî û
şehne dergevan in.
Aşêd me
zaliman digerin,
Dexlêd
me zalima dihêrin
(rûpelpel:
96-97. malik. 1140-1145)
Bi vî
awayî, Xanî, kesayetiya mîr ber bi çav dike, û hevalbendiya
wî û dergevanê wî, li gel hevûdû girê dide. Eger Xanî, ji vê
yekê nêrîneke taybetî, ko bedkariya karbidestên dema xwe
diyar dike, heye, bê guman ew bi vê yekê, me bi pêşeroja vê
hevalbendiya qirêj jî hayedar dike, ko ewê astengan deyne
pêş evîna Memo û Zînê.
TEVNA ÇÎROKÊ
Eger em
bêne ser tevna hunerî, em dê bibînin ev tevn, li gel Xanî,
bi alavên derbirîneke hunerî dewlemend û zindî ye jî. Alavên
wî hin caran vebêjî ye (serd), û hin caran jî pesn û
salixdan e û carcaran jî axiftineke xweyî û hundirînî e, û
hevpeyvîn e jî. Ev alav tev li milên zimanekî zîz, ko
karînên zimanzanîna Xanî ber bi çav dikin, siwar dibin.
ÇÎROKBÊJÎ
Çîrolbêjî
hêmanekî giring e, di çîrokê de xwedî roleke payebilind e,
çimkî bûyer ji wêneyên hebûyî (waqiî´) diguhêze wêneyekî
zimanî-hunerî, karê çîrokbêjiyê jî ew e ko bikaribe rewşên
axaftina hunerî, di dest xwe de, bike alîkar, da hişê
xwendevan têxe pergaleke nîşankirî de, ji bo bikaribe
naverokeke çeleng, wek ko çawa nivîskar dixwaze, bighîn e.
Ji bo
pêkanîna vê daxwazê, dive nivîskar, di avakirina durvê
derbirîna vê naveroka çeleng de, ya ko di hişê xwe de ava
kiriye, dive bi karekî gelekî mezin rabe. Lewre em dibêjin
vebêjî û çîrokbêjiya di çîrokê de rolek e girîng dilîze.
Ji bilî vê
jî gelek cureyên xeberdanê(vebêjiyê) hene, wek xeberdana
xwebixweyî, ko nivîskar tê de bernavê "ez" bikar tîne, an jî
xeberdanê dide dest çîrokbêjekî. Ev cure hêsantirîn şêweyên
xeberdana bûyerên çîrokê ye, lê kêmasiyên wê jî hene, çinkî
hin caran xwendevan, û belkî rexnegir jî, vî cureyî wek
jînenîgariya nivîskarî dibînin.
Cureyekî
dîtir heye, jê re tê gotin (şêweyê bîranînan). Nivîskar li
vir jî cînavê "ez " bi kar tîne, û bi zimanê lehengê çîrokê
diaxive, û ji her bîranînekê re dîrokekê datîne. Di vî
cureyî de, nivîskar lêkerên buhêrekî, ko di nav wan re
bûyerên çîrokê numa dibin bi kar tîne.
Cureyên
sêyem, ko jê re (şêweyê nameyan) tê gotin, nivîskar tê de ji
nameyên ko di navbera lehengên çîrokê de diçin û tên sûdê
werdigire, û kesên çîrokê û sergêrên wan kesan numa dike, û
heyama gelemper a çîrokê ber çav dike.
Lê cureyê
herî binav û deng, ko Xanî jî di çîroka xwe de bi kar tîne,
xeberdana yekser e, ko (şêweyê destanî) jê re tê gotin.
Di vî
cureyî de, nivîskar, bernavê nediyar bi kar tîne, kar û barê
wî, di vî cûreyî de karê dîrokzanan e, bûyeran li pey hevûdû
vedibêje, kesan pêşkêş dike, bizavên wan şirove dike.
Nivîskar li gel wan bûyeran, û wan kesan meşeke xweşik
dimeşe, ta ko bûyer digihêjin dawiyê.
Hêjayî
gotinê ye: Di vî cûreyî de, nivîskar hêza xwe nade ser kesên
çîrokê, zanîna wî ya li ser wan, ji wan bi xwe ne pirtir e.
Lewre ji dûr ve çîrokê vedibêje, bûyer û kesan ji derve
salix dike, tenê tiştên numa wek azadî, têkilî û encamên
wan, dibêje. Lê wateyên ko di paş wan tiştan de hene, ji
xwendevan re dihêle, da ko xwe bi xwe tê bigihêjin.
Xanî ji
destpêka çîroka xwe ve vî cûreyê çîrolbêjiyê bi kar tîne.
Eger mirov lê vegere, dê bibîne bê çawa kesên çîrokê pêşkêş
dike:
Ko
padişahek zemanê sabiq
Rabû di
hikometa xwe de faiq
Textê wî
cizîr û bext mes`ûd
Tali´qewî
meqam mehmûd
Asar
şeca´eta wî şahî,
Dagirtî ji
mah ta bi mahî.
(rûpelpel
44. malik: 363,365,371)
Û gava
kesên Cizîrê xwe ji bo cejna sersalê amade dikin, Xanî
dibêje:
Hikmet
ew e ew hemî li kar in
Hindek
di peya û hin siwar in
Bîlcumle
diçûne der ji malan
Heta
digihêşte pîr û kalan.
(rûpelpel:
52. malik: 474,487)
Çîrokbêjiyê
firehtirîn cîgeh di çîroka Mem û Zînê de dagirtiye lê
mixabin huneriya wê hin caran ji dest helbestvanî derdikeve
û hêza wî ya xeberdanê giran dibe, wek ko em di van malikên
jêrîn de dibînin, Xanî rê nade me, da em bi xwe mîrê Botanê
nas bikin, û ne jî dihêle ew xwe bi me bide nasîn, dîsan
nahêle em bi xwe bibînin bê çawan xelkên Cizîrê ji malan der
tên, lê ew bi xwe şanî me dike. Ev yek huneriya xeberdanê
qels dike. Ma gelo Xanî nedizanî karê xeberdanê çi ye? Em
bawer nakin. Çinkî hin caran xeberdan hêsan û zelal dixuye,
û nerme-nerm diherike, hêza helbestvanê me li ser xuyanî
nake, ango hin caran xeberdan, li nik Xanî digihêje astayên
hunerî yên bilind, wek çawa di van malikên jêrîn de tê
xuyanî kirin:
Tajdîn
ji tewabi´ên xwe yek pîr,
Tê´în
kir, û şihande cem mîr.
Gotê: here bêje mîr û axan,
Bêninde venakujin çiraxan
Em çar bira hebûn di sadiq
Herçar li xidmeta wî di aşiq
Însafê ko zêdetir ji salê
Mem mayîye vê xwedan, çalê?
Dijmin
li me şa ne, dost xemgîn
Ferde
mirina çeko û Tqajdîn
(rûpelpel:
14 ma: 1916-1921)
Lê
tiştê hêjayî pesnê ew e, ko pirhatina xeberdanê tu ziyan
negihandiye avakirina çîrokê, ango di çîrokê de xeberdan ji
derveyî bûyeran nehatibû, û her car xweşiktir û tevlî
salixdanê dibû, û ciwanî jê werdigirt.
SALIXDAN
Salixdanê
çîrok tev girtiye, û perê Xanî tê de wek ê hostayekî zîrek
xuyanî dibe, li hember salixdana ko Xanî dide gulistana mîr,
û ya ko dide herdu xûşkan "Sitî û Zînê" û dilêrî û dilsoziya
Tajdîn, mirov behitî dimîne. Û gava li hember xwerista
Cizîra Botan disekine û bêhna xwe jê dadigre, vê dîmena
çeleng wek tabloyekê diyarî me dike:
Her
yek ji newal û koh û deştan
Reh şubheyê goşeyê bihiştan
Her rewde riyad xuld ekber
Her ceşme ji e´yn ab kewser
Herr koh ji reng torê Mûsa
Ji enwar tecelayê teyîsa
Her nehre ji rengê ejdeh bûn
Her sibze bi mui´cuzan e´sabûn
Her dar ji feydê nubuharî
Tek şui´le dida ji nor barî
(rûpelpel: 116. malik: 1424-1428)
Tiştê
balkêş ew e, ko salixdana Xanî ne xav e, û nejî rij e, ji
ber ko li gelek wêneyên hunerî siwar dibe. Ev yek jî
heyameke tijî tevger û reng di çîrokê û di şêweyê helbestvan
de peyda dike, û pê re jî çîrokê dike tabloyeke hunerî, ko
helbestvanê hunermend di afrandin û çêkirina wê de karekî
mezin û xebateke gewre kiriye. Keçên bedew li deştan û çolan
belav dibin, û wan beriyan dikin gulşen:
Sehra û
çîmen dikirin mesken
Beyda û
dîmen dikirin gulşen
(rûpelpel:
53. malik 489)
Û gava
dixwaze bandora, ko evîna herdu keçikan; Sitî û Zînê li
Tajdîn û Memo kiriye, numa bike, pirsê dide dest herdu
evîndaran, û bi zimanê wan dibêje:
Ew
mêwe li kî cihî gihane
Ev gul li çi gulşenê numane
(rûpelpel: 59. malik: 574)
Diyar e ko mêwe nîşana bandora evînê ye,
û gul jî herdu keçikên çeleng in, lê gava germbûna evînê ber
bi çav dike, evîndaran dixe nava êgir, cegerên wan disotîne:
Ew
bûne li van ceger kevandin
Ew bûne
ko van bi dil hebandin
(rûpelpel:
62. malik: 624)
Pirîcaran
wêneyên hunerî li ber perê Xanî dibine tabloyeke hunerî, bê
kêmasî, ko zîrekî û jêhatiya wî di afrandina wan zindî û
gerînî de ber çav dike, wek vî wêneyê, ko ji şingîniya tîr û
şûran, heyamek tijî deng û qîrîn tê de peyda dibe:
Dirrinde
dirandibûn bi şîran
Perinde
pirandibûn bi tîran
(rûpelpel:
117. malik: 1449)
Hincaran
jî em dibînin wêneyên gulan dicivîne, li kêlekên hevûdû
datîne û di pê re jî hin wêneyên nû, ko li wekhevkirinên
hunerî yên nû siwarbûne, jê peyda dike.
Çelengiya
gulan ya di gulşenan de, û ya ko di helbestan de hatiye
çêkirin, di van wêneyên nû de kom dike, lê di navbera
hemberhevdaneke hestî wijdanîke, ko ji reh û hinavên
evîndarekî şeyda dertê, û bergehên ko di navbera herdu
kêlekên wekhevkirina hunerî de, hene, tune dike, û dilberê
ji gulan şepaltir û şengtir dibîne:
Gul
yek ne tenê, ko sedhezar in.
Gulşen
didîtin di nû buhar in.
Me´şoqê
ko mislê wan gelek bin
Her çend
ko horî û melek bin
Ew nabin
mûcibê çi derdan
Lew ra
ko heyin li cumle erdan
Yek bêt,
û nebit mîsal hemta
Mestûr
ji rengê Zîn ´enqa
´Aşiq bi
çi dê bikit medar.
Bê sebr
û mirin emê çi çare.
(rûpelpel:123-124.malik: 1538-1542)
Hin
caran jî wêneyên hunerî yên Xanî pir girêkî û li hev geryayî
tên, sûdê ji wêneyên nasbûyî werdigre. Rojava, bi hemî hêman
û alavên xwe, wek roj, aso, û stêran li nik Xanî tê
guhartin, û ev wêne jê peyda dibe:
Êvarî
ko asmanî menqel
Danî, û
li wan veşar meş´el
Yê´nî ko
vekuşt çirax zêrîn
wergirt ji nû libas rengîn.
(rûpelpel: 152. malik: 1964-1965)
Wênyên
huner, li nik Xanî, ji hêmanên suruştê tije dibin:
Ew
çend ji a´ridêd gulgûn
Vêkra diwarîn serşik pir xwîn
Goya ko di feslê nubuharî
Baran li
gulşenan dibarî
(rûpelpel:
173-174. malik: 2283-2284)
Tişta
ko di wêneyên Xanî de balkêş e, rojhilatiya wan e, bêhna
hêsaniya jiyana kurdan, û derbirîna gelêrî, ya ko ketiye
çarçeweke nû, jê tê:
Go
ey hewesa dil û hinava
Her yek ji we rohniya du çava
(rûpelpel 64. malik 656)
Ev
gotin "rohniya du çavan" her rojê pirîcaran di derbirîna
gelêrî û filoklorî, û ji devên pîrejinên kurd der tê. Ev yek
bergehan di navbera Xanî û kelepûra kurdî de tune dike.
HEVPEYVÎN
Di navbera van hemî tiştên ko derbasbûne
de, gava derî ji hevpeyvînê re vedibe, ew jî di cihên ko
bêyî wê nabin de, tê, û bingeha hunerî diparêze, da derbirîn
zelal û zindîtir bibe, û bikaribe hundirê derûna kesên
çîrokê numa bike.
Hevpeyvîn, bi xwe, axiftinek e, ko di
navbera du, an pir kesan de dibe. Çîrok û şano di vî warî de
hevbeş in, lê di çîrokê de, hin caran tê, û di şanoyê de
stûneke giring e ji bo xwesipartina nivîskarî, ji ber ko
şano ji bingeha xwe de, li ser hevpeyvîna ko di navbera
kesên wê de peyda dibe, ava dibe.
Hevpeyvîn, di çîrokê de, li kêlek
xeberdanê, roleke hunerî, û armanceke rewşenbîrî dileyizin,
ji ber ko heyameke germ di çîrokê de peyda dike, û şêweyê
drbirînê zindîtir dike, û zanîn û rewşenbîriya nivîskaran
eşkere dike.
Kar û barê hevpeyvînê di çîrokê de ew e,
ko perdeyan ji pêş bûyer û hêrsên kesên çîrokê hilîne, û wan
biwênîne, û çîrokê bi rê ve bibe, da hêmanê dramatîka wê
xurtir bibe, û hundirê derûna wan kesan ronî bibe.
Bi rastî jî hevpeyvîn li nik Xanî, roleke
hêja di çîrokê de lîstiye. Eger em li malikên jêrîn mêze
bikin, em dê bihêsanî bibînin ko ji hevpeyvînê pê ve, wê tu
tiştê dîtir nikaribe wêneyên derûnî yên herdu lehengan,
nemaze di hevdîtina dawî de numa bike:
Perwanyê
go: Tu xweş delîl î
Şeme´yê wehe go: Tu xweş xelîl î.
Perwaneyê go: Tu rehnema yî
Şeme´yê wehe go: Tu can fiza yî.
Perwanyê go: Tu dil fizor î
Şeme´yê wehe go: Tu sîne soz î.
Perwaneyê go: Tu padîşah î
Şeme´yê wehe go: Tu quble gah î.
Perwanyê go: Tu hor zat î
Şeme´yê wehe go: Tu nor zat î
(rûpelpel: 168. malik. 2192-2197)
Eger
ne hevpeyvîn bûna, wê salixdan, an xeberdanê, bi tenha xwe
nikarîbûya ev wêneyên derûnî û ramanî yên mîr û dergevanê wî
biafranda. Hevpeyvînê roleke bingehîn û girîng di vê pergalê
de lîstibû, û rasteqîniya wêneyên herdiwan ber bi çav
kiribû. Em li mîr guhdar bikin bê çi ji Tajdînî re dibêje:
Ev
renge mîr digote Tajdîn:
Fî´lêd Bekir negir nizanîn
Em qismê mîr qismê aş in,
Pir fetl û gerîn, pêş û paş in
Naçar ji
bo me aşivanek,
Labudde
ji bo me aşvanek.
Hingî bi
hikometê dikin dewr
Geh
e´dle jibo me kar , geh cewr.
Her çend Bekir weled zîna ye,
Aşê me ji wî bi fetl û ba ye.
Ev zumre
ko zalim û e´wan in,
Sûbaşî û
şehne û dergevan in.
Aşêd me
zaliman digêrî
Dexlêd
me zalima dihêrin.
Ev a´det tenê xas mîran
Nabînî li ber derê feqîran
(rûpelpel. 96-97. malik. 1139-1145,1148)
Û
carekê Bekir dibêje mîr:
Zahir
meke tu evê î´nadê
Carek vekuj agrê fesadê
Ji ew paş tu bêxe weqt firset
Zinhar medê eman û mihlet
Xesmê ko neşê bibî muqbil
Derman çi ye? şerbeta helahil
Lew lazim e ji hakiman du fincan
Yek xas xerab e yêk qencan
(rûpelpel: 150. malik: 1936-1939)
Eger
em li nik evan malikên jorîn rawestin, hêdî hêdî li wan mêze
bikin, em dê du wêneyên zelal, ko mîr û dergevanê wî tê de
bi awakî sayî numa ne, bibînin. Ew herdu wêne tije dek û
plan in. Bê guman, hevpeyvîn arîkariya me dike, û me dighîne
wan wêneyan. Ji min ve diyar e ko Xanî ev yek baş zanîbû,
lewre her yek ji wan, li cihê ko xwe tê de rehet dibîne, û
li ba mirovê ko pê bawer dike, bi dengkirin dabû.
Ev tiştên ko me diyar kirine, dişên teqez
bikin ko hevpeyvînê li nik Xanî, karibûye derûna kesên
çîrokê wergerîne, ronahî avêtibû ser wan pêlan, û hundirê
derûna wan kesan li pêş me vekiribû, heyameke zindî tijî ger
û liv di çîrokê de pêkanîbû. Vê yekê jêhatiya perê Xanî di
avakirina wan kesan de numa kiriye, ew jî avakirineke zindî
bû, nîşanên penahên derûn û hundirê wan kesan tê de têne
xuyakirin, û ramanên ko di hişên wan de li hevdu dikevin,
sayî têne wergirtin, û me dide hember hevdijîtiyeke gelekî
sayî, nêrîneke heyînî, ko ji newekheviya daxwazên xizanan û
yên mîrên fewdal peyda dibe, bingeha wê ye.
Xanî li pey kûrkirina wêneyên hunerî, yên
kesên çîrokê, û şirovekirina wan wêneyan, hê bilez û bez
diçe, destan jê bernade. Pirîcaran axiftina monologê bi kar
tîne, rê dide kesên çîrokê, da bi xwe, tişt û ramanên
hundirê xwe
derînin. Lewra hin caran em dibînin Zînê
di nava çar dîwaran de ye, derî û pencere girtî ne, bi xwe
re dipeyive.
Xanî, rewş û pergala wê, nesaxî û jarbûna
wê, ji der ve de wêne dike, û pişt re xwe li hember
wênekirina hundirê wê bê çare dibîne, ko nikare têkeve wî
hundirî, hingê divabû rê bide xwedî, da çi tê de heye, ew bi
xwe derbibire. ji ber vê yekê Xanî xwe dide alîkî, û Zîn li
gel nediyaran diaxive:
A´şiq
bi we wasitê cemalî
Salik bi
we nailê celalî.
Wêrane ye dil we maye xalî
Qet
xeyra we kes nahin hewalî.
(rûpelpel:
104. malik:1256-1257).
Hin carên
dîtir, em wê dibînin ko çawa berê xwe dide sîbera xuşka xwe
Sitiyê, û pê re diaxife:
Kay rûh
û rewan qelbê Zînê
Nûra
besera diyar û dînê.
Şahî ji
te re, û xem ji bo min
Tajdîn
ji te re û Mem ji bo min.
(rûpelpel:
105. malik: 1265,12673)
Ev xwe
bi xwe axiftin, bi dilsotin li gel Zînê didomîne, cidayiya
ko di navbera rewşên herdu xuşkan de peyda bûye numa dike,
lê Zîn ne tenê li gel sîbera sitîyê diaxive, pirê caran ew
li hember perwaneyên ko li derdora agirê findan digerin
radiweste, û bi wan re diaxive, û keser û hesretên dil û
sînga xwe der dike.
Em vê
monologê li cem Memo jî dibînin, Xanî rê dide wî, da
derkeve, bi tenha biçe, li koh û newalan bigere. Bi xwe re
biaxive, an bi sîtava dilrevîna xwe re , an jî li kêleka
çemê Diclê raweste, û keserên xwe jê re bilorîne:
Kay
şubhetê eşkê min rewan e
Bê sebr
û bê sikûnê a´şiqan e.
Bê sebr
û qirar, û bê sikûn î
Yan
şubhetî min, tu jî cinûn î.
Qet nîne
ji bo te re qirarek
Xalib di
dilê te dane narek.
(rûpelpel:
109. malik: 13201323)
Pirê caran
Memo li nik bê jî radiweste, û bi sotin û dilêş pê re
diaxive, û lava jê dike da rêka xwe bi dilbera xewrevîn
xîne, û bi dilekî şikestî eniya xwe ji wê re berjêr bike,
silavên germ bighîne wê:
Kay
cismê letîf şubhetê rûh
Dergehê
beden li ber te meftûh.
Ez hêvî
dikim ko bê tewequf
Rincîde qedem bibî tekeluf
Carek here suddetil-se´ed
Gavek here sudretil-nîhayet.
Ewel here bibûse astanê
Paşê here pêş dilistanê.
Emma bi tewadi´ û te´zîm
Sed mertebe ihtîram û tekrîm.
Ahiste ji bo bike du´ayê
Dabeste
wê bike senayê.
Şayiste
bike tu ihtîram
Dest
beste vewest bike selam.
(rûpelpel:
110. malik: 1337-1343)
Tevî ko
helbestvanê me, di vir de, dide pey şopên hin helbestvanên
rojhilatê yên dîtir, nemaze yên ereb, û Feqê Teyran
(1564-1660), lê karîbû wêneyeke zelal û sayî çêbike, ko
pêlên derûnî û hêrsên herdu lehengan tê de eşkere xuya bibin.
Ev
nimûneyên ko me nîşan kiribûn, didine xuyakirin, ko Xanî bi
zanîn û bi jîrbûneke payebilind monolog bikar tanîn.
Çimkî karê
monologê ew e ko, me têxe hundirê kesên çîrokê da tiştên tê
de hene, dûrî pêşkêşkirina bûyer, yan hevpeyvîna bilêv,
berçav bike, ji ber ko monolog, wek ko zanyarên derûnî
dibînin, ji bo ronîkirina asteyên hişyariyê alîkarekî hêja
ye; berî ko bi derbirinê bêne wergerandin.
Ev cûre
teknîka hunerî, bi cûreyê nivîskarê Firansayê Edward De
Jordan (1861-1949) tê naskirin. Çawa tê gotin ewî mirovî ev
teknîk di çîroka (Darên Daristana Qutbûyî) de, ya ko di sala
1888an de li Parîsê der çûye, pêk anîbû û dabû nasîn, ko
monolog axiftina kesekî naskirî ye, armanc jê ew e ko bêyî
alîkariya nivîsevan, me têxe hundirê wî kesî de. Monolog
axiftineke bê guhdar e, guhdar jê re nîne, ji ber ko
axiftineke bê lêv e.
Tiştê
balkêş ew e, ko berî monolog weke alaveke hunerî binav û
deng bibe, berî vê yekê bi dused salan, Xanî karê vê alavê
nas kiribû û sala 1695an, di çîroka Mem û Zînê de, bi kar
anîbû, lê em neşên bibêjin ko Xanî xwediyê wê ye, ji ber ko
Feqê Teyran berî wî bi kar anî bû, belê em dişên bibêjin ev
xelek nirxê wî yê hunerî digihîne asteke bilind.
ZIMAN
Di tevna
hunerî de, ziman roleke payegiran dilîze, ji ber ko ev
curetevn bi zimên tê ristin û xwendin, û çîrok pê heyîna xwe
bi cih tîne. Ji vê pê ve ew rola nirxbilind, zindiya zimên
bingeha wê ye. Lê wê çawa ziman zindî xuya bibe?. Şêweyê
tijî tevger û liv, û nêzî jiyana rojane, û ji peyvên hêsan
pêkhatî, zindiya zimên berçav dike.
Hêjayî
gotinê ye em bibêjin ko çendîn bergeh di navbera heyama
çîrokê ya gelemper, û şêweyê derbirinê de hebin, ewqasî
zimanê wê qels, jar û bê giyan xuya dibe. Lewre
bidestxistina zimên ji hêla nivîskar ve zor giran e.
Zimanê Xanî
di vê çîrokê de zindî, tijî hêmanên helbestiyê xuya dibe,
çunkî di navbera heyama gelemper a çîrokê û zimanê wê de,
bergeh nîne. Du tiştên sereke vê yekê teqez dikin:
1-
Tevlihevkirina çar zimanên, ko Xanî baş desthilatê wan bû,
ew jî, zimanên kurdî, ´erebî, tirkî û farisî ne, ko di wê
demê de, li rojhilatê bi kar dihatin.
Bikaranîna
peyvên biyanî, li nik helbestvanên rojhiletê, yên dema Xanî,
ne kêmasiyeke zimanzanî bû, û ne jî şermeke hunerî bû. Tevî
vê jî, tiştê balkêş ew e, ko Xanî ewan peyvên biyanî dixe
ristina siwarkirina hevoka kurdî:
Rabûne
ve rojekê pêkve
Fikrîne
bi reng û rûyê pêkve.
(rûpelpel:
60. malik: 597)
Di vê
malikê de Xanî peyva ´erebî (fikir) bi kar tîne. Ev peyv di
wî zimanî de nav e, lê Xanî paşkîta lêkerê kurdî pê dixe, û
lêkerekî jê peyda dike, wateya wî, di malikê de, dibe
(nêrîn), çimkî wateya malikê weha tê: Rojekê herdu (Tajdîn û
Mem) pêk ve rabûn ser xwe, berê xwe dane hevûdû.
Xanî ne
tenê vê peyva ´erebî bikar tîne, lê belê pala xwe dide hin
zimanên dîtir jî, û biserbilindî jî vê yekê eşkere dike:
Kurdî,
´erebî, durrî û tazî,
Terkîb
kirin bi hezl û bazî.
(rûpelpel:186.malik:2476)
Bidexistina
van zimanan, şêweyê Xanî dewlemend dike, û jê re dibin
alîkar da dergehên afrandinê li pêş wî firehtir vebin, wî ji
xelekên sînorkirî rizgar dikin, da çi şiyanên van zimanan
hebin, gişan ji bo armanca xwe bike karmend, û festîvala
jidayikbûna destana kurdî, ji hundirê derûna kurdî ya
dilovan der bixe.
2- Xanî
hemî zaravayên zimanê kurdî, û beşên wan zimanan bi kar
tîne. Bingeha zimanê çîroka Mem û Zînê, devoka botan e, ji
kurdmanciya jor e, lê pirîcaran Xanî destên xwe dirêjî
zaravayên kurdî yên dîtir dike, û peyvên wan bi kar tîne,
wek vê peyva (nedêrîn) ko fileyên Lorî wê bi kar tînin:
Ey
waqifê waqi´etê dêrîn,
Em
xeyrete mehreman nedêrîn.
(rûpelpel:77.malik:852).
Xanî ne
tenê peyvan ji wan zaravayan werdigire, lê gava hevoka xwe
siwar dike jî, bi ser ristina hevoka wan de pal dide:
Êdî çi
bibêjim , ez nizanim,
Bilmez ge ne sûyleye zubanim.
(rûpelpel:126. malik: 1577).
Di vê malikê de du zaravayên kurmancî
hene, û hevokek bi tirkî û kurmacî, tevlihev, heye. "Êdî çi
bibêjim, ez nizanim" bi kurmanciya jor, (Zubanim) bi
kurmanciya jêr, û (bilmiz ge ne sûyleye) bi tirkî, ango:
(zubanê min jî nizane çi
bibêje). Lê tiştê ko bala me dikşîne ne
tenê ev yek e, lê siwarkirina hevokê ye jî.
Di zaravê Xanî de, (Devoka botanî ji
kurmanciya jor) cînav bi navan nakeve, lê di zaravê
kurmanciya jêr de, dikare weha çê bibe. Ango kurmanciya jor
dibêje (zubanê min), û ya jêr dibêje (zubanim).
Gelek caran Xanî hevoka xwe bi kurmanciya
jêr dirêse, wek çawa di malika 765an de dibêje (şêxim), û di
ya 1610,1974an de dibêje (mîrim), nabêje (mîrê min).
Nimûneyên ji vî cûreyî, li gel Xanî gelek
in. Çimkî wek tê zanîn, di devoka botanî de, ji kurmanciya
jor, pergala pirjimarî ya navan, bi paşkîta (an) tê nas
kirin, wek nimûne (bajar-bajaran), lê gava ev pirjimarî
têkeve ser navekî dîtir, hingê (an) tê guhertin, û dibe
(ên), wek (bajarên Kurdistanê). Lê belê ev (ên) di devoka
Hekarê de, dibe (êd) wek (bajarêd Kurdistanê), û di devoka
Badînanê de, dibe (êt), wek (bajarêt Kurdistanê).
Her kesê ko bi hûrbînî li Mem û Zînê
vegere, dikare bibîne, ko Xanî ev her sê wêne bi kar anîne.
Di malika 1067an de dibêje (zilfêd, destêd) nabêje (zilfên,
destên), û di yek malikê de, herdû wêneyan bi kar tîne:
Ahoye sipî, û çavêd reş bûn,
Biskên di siyah bihn di xoş bûn.
(rûpelpel: 129. malik: 1617)
Û di malika 1085an de dibêje (kêfêt)
nabêje (kêfên) û ne jî dibêje (kêfêd).
Ev
nimûneyên jorîn didine xuyakirin, ko zimanê Xanî gelekî
dewlemend e, û ji jiyana rojane ve gelekî nêzîk e. Ev
numande jî wek em dibînin, di ramana Xanî de nîşana du
tiştên hunerî û neteweyî ye. ji hêla hunerî ve, zindiya
zimanê çîrokê teqez dike, û ji hêla neteweyî ve jî dide
xuyakirin ko şiyanên yekkirina zimên, li nik kurdan gelek
in.
Li dawiyê
hêjayî gotinê ye em bibêjin, ev çîrok çîrokeke helbestî ye,
ko ji 2655 malikan hatiye raxistin. Ev dirêjayî belkî
karînên helbestvan, di tenga bi karanîna yek rêzbendê re
qels û jar bike. Lê Xaniyê gewre çareyeke hunerî ya hêja jê
re dibîne. Helbestvanên tirk û farisan destanên xwe beş-beşî
dirustin, û her beşek li pêlewazekê û rêzbendeke cida siwar
dikirin, da xwe ji vê astengê rizgar bikin. Lê Xanî ev
destan tev li pêlewaza (Hezec) siwar kiriye, û yekemîn car
bû ko di helbesta kurdî de rê li pêş hilma xwe vekirî
hiştibû, û rêzbend guhertibû malika (Mesnewî), ko herdu
birên wê xwedan rêbendek in, ji ya malika dîtir cida ye.
Ji kovara DUGIR.
J8, Zivistana 1998an
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org