
Husên Dûzen
Kurteçîrokên D. Zeraq
şermê bi agirê şermê dişewitînin
Surgûn
û Wêjeya Kurdî gelek caran bi hev re tên bilêvkirin. Bi deh
salan li bakurê Kurdistanê ji ber qedexe û astengiyan tu
berhemên wêjeyî ber bi çavan nediketin. Gelek kesên ku ji
ber sedemên siyasî çûbûn derveyî welêt, karîbûn berhemên xwe
di hoyên surgûnê de biweşînin.
Van salên dawiyê ev rewş hat guhertin; kesên
mîna Yakob Tilermeni, Sedat Yurdtaş, Hasan Kaya, Recep
Dildar, Felat Dilgeş, Fewzî Bilge, Ronî War û yên din di
warê kurteçîrokê de, çend berhemên berbiçav derxistin.
Dilawer Zeraq jî yek ji wan e, ku van çar
pênc salên dawiyê bi sê pirtûkên kurteçîrokan bal kişand
ser xwe. Pirtûka wî ya yekemîn „Kakil“ xelata çîrokan a
weşanxaneya APECê wergirt (2002). Piştre „Bişirîna Şermînî“(2003),
û berî bi çend mehan pirtûka sêyemîn bi navê „Şevên Winda
Wêneyên Meçhûl“ li Amedê derçû.
Di sala 2003´an de, çend hevalan û min
rêzeke sohbetên li ser pirtûkan di koçkeke internetê de
pêkanî. Hîngê „Kakil“ jî, di bernameya me de bû. Mixabin, ew
program zûtir ji dema ku ez fikirîbûm hat bidawîkirin û dor
nehat „Kakil“ê. Min hîngê soz dabû ku „ez ê hewl bidim ku
nirxandina wê bi rêyeke din“ bikim. Lewra min dil heye, ku
ez ji Kakilê dest pê bikim û çend peyvan li ser „Bişirîna
Şermînî“ bêjim û dawiyê li ser „Şêvên
Winda“ rawestim.
Kakilê bajêr, an strana derengmayînê
Nivîskar bixwe ji bo „Kakil“ dibêje, „Çawan
nûxiriya dê û bavekî li gorî zarokên dî, bi awayekî dîtir
e,li ber dilê wan, ê min jî wisan.“

Ji nav neh kurteçîrokên pirtûkê ya herî
balkêş jî „Kakil“ e, ku ji pirtûkê re bûye nav. Gava min ew
xwend kurteçîroka Kurdo(Fewaz)Husên, „Serê ku her tişt ji
bîr dikir“ hat bîra min. Fewaz Husên bi vegotineke
hûrhûnandî li dijî bêbîrbûna Kurdan a dîrokî derdikeve û
gazî wan dike, ku ew çanda geşbûyî ya welatê xwe bînin bîra
xwe. Ji ber ku protagonîstên gelek kurteçîrokên Dilawer
Zeraq jin in, û di „Kakil“ de rewşa mamosteyekî tê vegotin,
dibe ku ew nivîskar bi xwe be. Çîrok bi forma „ez“ hatiye
vegotin ku ew bi vegotina hisên resen, sembolên bihêz û
şêweyê kompakt mînakeke zaf balkêş e.
Protagonistê ku li Amede, bajarê ku ne amade
ye kakilê xwe jê re veke dijî, ji rewşê qet nerazî
ye.“Stêrkên şeva zivistanê bizdok bûn û di xapînokiya
taritiyê de, bi şewqa xwe ya kêmronî pev re dilîstin.“ Ev
zilamê bitenê yî tagirtî, şeva xwe di nav xwêdan û xewnên
nebaş de derbas dike. Serê sibê radibe ji Deriyê Çiyê berê
xwe dide ber bi Deriyê Rihayê ve, bi rê de çavên wî li „peykerê
bi rûyê sar“ dikeve, bala xwe dide derdora xwe. Kurikekî li
ser peyarên kevirîn rûniştî dibîne.“Xwe li hev quncifandibû;
rûsariya peykerî cemidîna min a hundurîn ku ew ê tu caran
nikarîbûya wan germ bikira, di nav canê xwe de li hev
dicivand.“ Di vê rewşa ku gelek pirs di serê wî de hene, di
wê kêliya ku dixwaze rewşa bajêr fam bike de sê keçên
xwendekar di ber wî re derbas dibin, wî dişibînin bi
mamosteyê xwe, lewra hevokeke „bi zimanê kakilê bajarê wî“
ji devê yekê ji wan derdive. Bi bihîstina wê hevokê re,
bêhna wî tê ber wî. Dide pey wan keçan, dikeve nav hesteke
ku bajar jê re kakilê xwe vekir û pê re lihevhat.
Bêguman divê li vir merov ferhenga sembolên
nivîskêr bîne bîra xwe, lê hûr bibe. Wer xuyaye ku mebesta
wî bi „zimanê kakilê bajêr“, Kurdî ye, û ew rewşa ku ew tê
naghêje bê çi diqewime jî rewşa Amedê ye; jixwedurketin û bi
Tirkî axaftina şêniyên wê ye. Jê pêve rewşeke tevahî heye ku
her bêhntengiyê tîne pê; diyar e ku rewşa bajêr, pirrbûna
şêniyan û
berî her tiştî jî bandora şerê van salên dawî ye.
Babeta çîrokên din jî her li ser mirovên wî
bajarî ye; Merov di wan de pêrgî Muxlisoyê neh salî, ku bi
şev li kolanên Amedê di bin çêr û heqaretan de camên
erebeyan paqij dike, Serdarê parêzer, ku di şibakeya mala
xwe de rawestiyaye û li hevalê xwe yî ku li ber çavên wî
jiyana xwe bi guleyên polisan ji dest dabû difikire, dibe. Û
gelek mirovên vî bajarî yî din ku bêhnteng in, derengmayî
ne. Mirovên ku di jiyana xwe de derfet nedîtine, di dema xwe
de tiştên ku dixwestin bikin, lewra hesta biderengmayinê her
nava wan di kurisîne.Ev rewş di navê çîrokan de jî, diyar
dibe, navê yekê ji wan „Diltengî“ ye, ku vebêjer bi hinera
vegotinê, xwekuştina lehenga çîrokê dike bûyereke ne ewqas
dûrî jiyanê.
Piştî wê kurteçîroka „Derengmayîn“ê, bi van
peyvan dest pê dike: „Çi gava ku dilê min teng dibe, di ber
xwe de dibêjim:´Ji rûyê bajêr e!...` û ji bo ku careke din
dilê xwe fireh bikim, bi awayekî rûşuştî serî li bajêr didim.“
Li vî bajarî hestên tenêbûnê pê re çêdibin. Bêyî ku bizanibe
li ku ye, li Ofisê dimeşe, sura bayekî mîna şûr tûj, ji
aliyê Çiyayê Qerejdaxê tê. Guveguva bê tev li xumîniya ku ji
kûrahiya binerdê tê dibe. Nivîskar vê rewşê bi van peyvan
dide gotin: “xêzeke zirav di navbera berstûka sako û nermika
guhên min de, çê dike û strana ku derengmayîna min tîne
zimên dipistîne...“
Di gelek çîrokan de, kesên ku di encama şer
de gundê wan hatine xerakirin, an mecbûr man e ku ji gund
derkevin, derdikevin pêşberî me.
Şorika devê
mêrên bajarê xapînok.
“Bişirîna Şermînî” di sala 2003 an de, derçûye û ji 6
kurteçîrokan pêktê. Du taybetmendiyên kurteçîrokên vê
pirtûkê hene:
Protagonistên gelekan ji wan jin in. Ez
bawerim mînakên ku nivîskarekî mêr ewqas bi biryar û di
gelek berhemên xwe de her vebêjerên xwe, ji jinan helbijêre
kêm in. Bi tevahî ku mêr li ser jinan dinivîsin, gelek caran
dan û standin, rabûn û rûniştinên karakterên jin beloq
dimînin, hisên ku tên vegotin resen xuya nakin. Lê di van
kurteçîrokan de, Dilawer Zeraq, heta jê hatiye li ser
fîgurên xwe rawestiyaye, ku di dema xwendinê de ew hisa ku
ev ji devê mêrekî hatiye vegotin bi merov re çênabe.

Taybetmendiyeke din jî ew e ku teknîkek
hatiye bikaranîn, ku her çû bêtir di romanan de tê bikaranîn.
Cîh cîh herka vegotinê tê qutkirin, vebêjer li bûyerên
rabirdû vedigere û herdû şêweyên vegotinê li hev dihûne. Wek
mînak ji aliyekî rewşa fîgûrên kurteçîrokan a li wî bajarê
bi bedena kevirreş tê vegotin û piştî kêliyekê vedigere ser
gundên ku ew jê hatine, sedema koçeberiya wan destnîşan
dike.
Çîroka „Jiyek Cemidî Di Hemêzên Tîrmehê De“
ku di Kakil de jî hebû, bi vê teknîkê hatiye vegotin. Jineke
ciwan ji neçarî hatiye bajêr û li vir jiyaneke ku ew bi xwe
jî hew dikare têxe bin kontrolê dimeşîne; bi birînên canê
xwe re aqilê xwe wenda kiriye. Li kolanên bajêr digere,
carnan dike qîrîn, xwe davêje ber dikanekê ku dikandarê ku
şorika devê wî dirje ser çîpê wê yî tazî û bi pîhnan li
qorika wê dixe ku ew neçar dimîne li parka bajêr radizê.
Heta ku xortê çîpxwar î çiqilek di dest de tê li bin dara
biyê tecawizî wê dike.
Di kêliya ku em serpêhatiyên lehengê
dixwînin de vegotin, her ji çend paragrafan di nav re qut
dibe û, bi tîpên îtalîk jiyana gundê wê tê vegotin, em bi vê
riyê sedema hatina wê ya bo bajêr jî hîn dibin: Ji ber ku
malbata wan nexwestiye bibe cerdevan, dewlet demekê dide wan
ji bo ku mala xwe ji gund barbikin. Li ser daxwaza diya xwe
lehenga çîrokê li gund diçe pungê dide hev, li ser kaniyê
dişo, bi hêviya ku piştî ji gund biçin wê bixe nav mehîra
birayê xwe Sevdîn ku berî bi salekê tevî birayekî wê yî din
koçeber bûbû. Di wê kêliyê de cerdevan, “Ehmoyê kulek kurê
mala Çavqelişyan” ê ku tivinga xwe ji lingê xwe yê kulek re
dike destek tê û bi doxîna xwe destên wê girêdide, tecawîzî
wê dike.
Piştre em dibînin, li wê parka bajêr jî, ew
xortê ku çiqilek di destê wî de ye şûtika xwe ji navrana xwe
derdixe, destên wê girêdide û tecawizî wê dike.
Tiştê balkêş ew e ku Ehmo, dikandarê ku
pêhnê li qorika wê dixe, zilamê qeşeng ê ku bi hemû belxema
di devê xwe de tû wê dike û xortê çîpxwar hemû mirovên wê
derdorê ne, kurd in.
Şevên winda û jinitiya êşiyayî
“Şevên Winda Wêneyên Meçhûl” di
Cotmeha 2005´an de li Amedê derçûye. Pirtûka 80 rûpelî ji
çîrokekê pêk tê. Bi hevoka ku bi “Ev bajar li ser heft giran
ava bûbû…” dest pê dike tê diyarkirin, ku bûyer li Stenbolê
derbas dibe. Li gel ku dem nehatiye eşkere kirin jî, ji
bûyerê-Dayikên Şemiyê- tê famkirin ku divê bûyer di van deh
salên dawiyê de qewimîbe. Vegotina ji devê jinekê û
bi pênûsa mêrekî di destpêkê de bi mirov seyr tê, lê her
diçe mirov fêrî ser dibe.

Xwendekara zankoyê Yasemîna tirk, dest bi
vegotina çîrokê dike. Ew ji navçeyeke Anadolê ye. Ji bo
xwendinê hatiye Stenbolê. Herdû rojên dawiya hefteyê di
cafe´yekê de wek kasedar kar dike. Cihê karê wê li hember wê
qada ku Dayikên Şemiyê her roja şemiyê li wir kom dibin û
balê dikşînin ser mêr, law û mirovên xwe yên windabûyî ye.
Rojekê Yasemin ji cihê xwe dibe şahid bê çawa polîs li
jinekê didin, “bi her pihîna polis re wekî çawan wexta
elektrîkê didin mirov laşê mirov bêhemdî mirov direhele,can
û bedena jinikê jî wisan direhelî.”
Piştî vê bûyerê vebêjer, gelek caran tev li
çalakiyên Dayikên Şemiyê dibe. Armanca wê ew e, ku
peywendiyekê rasterast bi wê jinê re deyne, piştre fêr dibe
ku navê wê Seyran e, û ew bi zimanekî din, bi Kurdî
dipeyive. Çend hefte derbas dibin, roja ku dora axaftinê tê
Seyranê û divê biaxive, berî ku ew dest bi axafina xwe bike,
bêhiş dikeve ser erdê, serê wê birîn dibe. Yasemîn pê re
diçe nexweşxaneyê, serê wê pasûman dikin, ji wir jî wê dibe
mala xwe. Ji vir û pê ve, têkiliya di navbeyna herdu jinan
de ne bi aweyekî ku em ji rasteqînê nas dikin dimeşe;
baweriya wan zû bi hev tê, hogirî hev dibin. Belavkirina
rolên wan naskirî ye; Yasemîna keça gelê serdest dizane
binivîse û Seyrana ku bêtir dikare biaxive li hev tên ku
Seyran bibêje û Yasemîn jî serpêhatiyên wê binivîse.
Yasemin, nêt û planê xwe yên bi Seyranê re
weha vedibêje: „Êdî Seyranê dê êşa ku ji bo vegotina wê, ji
bo fêmkirina wê, hewce bû peyv û gotinan wateyên nûtir û
dîtir li xwe bar bikin, vebigota û min ê jî ji we re
binivîsanda, da ku „ez“ a ku me di hundurê xwe de, -ji xwe
jî- vedişart, bi „em“ ê re li hev bihata û êdî „ez a miz“ ji
xwe şerm nekira...“ (34)
Sedema ku nivîskar pêwistî bi dana vê rolê
bo jineke Tirk dîtiye ne eşkere ye. Eger nakokiyeke vê
xwendekara Tirk derxista pêş û diyar bikira bê ev bi çend
salan e, çawa van nakokiyan di hundurê wan de qeşmûş girtine,
dê hestên vegotinê hîn resentir bana. Lê bi vî awayî
nivîskar zor da ye xwe, ku fîgurekî binecirîne, li gor
daxawaz û vîzyonên xwe.
Ji rûpela 36´an pê ve Seyranê, li ser 48
rûpelan bi şêweyekî herikbar çîroka xwe û malbata xwe, ya du
mêran, du mêrên mala Bişarê Çeto, ya du wendayiyan, ya
xerakirina gundê wan zilm û îşkenceyên ku bi destê dewletê
li wan hatine kirin, koçeberiya bo bajarê bi bedena
kevirreş vedibêje.

Dilawer Zeraq
Seyran û kurê Bişarê Çeto Faris bi hev re di
dibîstana navîn de li gund dixwînin. Dilê wan dikeve hev. Di
demke ku Seyran li hêviyê ye, ku maliyên Faris bên wê
bixwazin, Faris ji nişkê ve winda dibe. Mala Bişrê Çeko tên
Seyranê dixwazin, lê ne ji Faris re; wê ji birayê wî mezin
Sevdîn re dixwazin. Seyran çu tiştî jî vê yekê fam nake, lê
li dij jî dernakeve. Li gel ku ne bi dilê wê ye, bêdeng
dimîne,dê û bav wê didin Sevdîn.Pêşî îmana wê ji wî diçe.
Bi demê re dilê wê li Sevdîn vedibe.
Dibîne ku “Sevdîn pir mirovekî famdar
û têgihîştî” ye. Pirr najo, Sevdîn tê girtin û dibe windayî.
Piştî bi çend mehan Faris rojekê derdikeve tê. Di heman
malê de, bi hev re dijîn, heta ku ji wan tê riya xwe ji ser
hev dadigerînin. Lê wek ku di rewşên wisa de, di nav Kurdan
de adet e, Seyran li Faris tê mahrkirin. ”Faris, bi qasî
demekê liberxweda, lê ew jî zêde li hember daxawaza diya xwe,
li hember adet û toreyên ku Xwedê pê dizane ka jiyana çend
jinan tê de genî bû ye, nesekinî.” Di
destpêkê de, dilê wan li hev venabe.
Dem her tiştî dide jibîrkirin. Ew wek jin û mêr jiyana xwe
dom dikin.
Di vê demê de Seyran têdighêje, ku ew evîna
di kêliya pêşîn û hezkirina bi demê re, ku mirov hev nas
dike û ji hev hez dike ne heman tişt e. Li gor hestên wê
Faris her evîndarê wê yî yekemîn dimîne, lê Sevdîn şuyê wê
ye, ew wî qet jibîr nake. Sevdîn mîna zilamekî nerm,
dizanîbû bê kengî çi bigota. Faris, ne amade bû ji bo evîn û
daxwazên xwe bitêkoşe, ji aliyê din ve kesekî diktatoriyel
bû. Gava ku tiştek ne li gor dilê wî ba, dikarîbû qiyemet
rabikira. Lê li aliyê din tirsonek e jî Faris, ku ji bo li
dijî maliyên xwe dernekeve dev ji evîna xwe berda û demekê
wenda ma.
Piştî bi salan jî, gotinên Sevdîn ji bîra
Seyranê narin, mîna vê:”Heta ku jinek nizanibe ka ew dixwaze
mêrek çawan, bi çi rengî jê hez bike û vê yekê pê nede
hisandin, ji hezkirinê tu çêj û tehm nagire…” Dibe ku merov
li vir bê ser wê fikrê ku ev şewêyê hizrînê piçekî zêde ye,
ji bo figureke mîna Seyranê. Xuyaye ku nivîskar ev figura
nepirrxwende bi aweyekî wisa xurt ava kiriye ji bo ku eşkere
bike ku mirovên bindest jî, bi îmkanên kêm dikarin xwe
bighînin radeyên bilind, ku Yasemîna xwendekar gelek tiştan
jê hîn dibe.
Balkêş e, ku di çîrokekê de du mêr mîna
şûyên heman jinê, du karakterên ji hev cihê hatine bicîkirin.
Ji pirtûkên wî yên din jî em dizanin, ku ev
nivîskar zaf bi sembolan kar dike. Îca gelo seba çi du mêrên
mala Bişarê Çeto jî kirine şû û wendayiyên Seyranê? Di nav
Kurdan de, Bişarê Çeto bi mêraniya xwe, Cemilê Çeto jî bi
hevaltiya dewletê û piştre jî, poşmaniya wî ku
çu sud nedayê nas in.
Wer xuya ye, ku nivîskar ev herdû figurên vê malbatê bi cîh
kirine, ji bo ku diyar bike ku mala Bişarê Çeto jî êdî ne ew
malbata ku bi Cemîlê Çeto dihate bîranîn e.(„Cemilê Çeto ji
kerê keto!“)
Tiştekî ku balê dikşîne, tunebûna nakokiya
di fîguran de ye. Piraniya fîgurên wî di vê pirtûkên de
pozîtiv in.
Jê pê ve, tunebûna diyalogan, an kêmaniya
wan bi taybetî di beşê Seyranê de, di van rûpelên duvdirêj
de jî xwendinê piçekî dike bar.
Peywendiyên Yasemîn û Seyranê bi zimanekî
wisa tên vegotin, ku di gelek deveran de ew qas nêzî hev
dibin, merov dibê qey ew lezbîyen in. Wek mînak: „Me bi
awirin mirovane û bi bişirîneke biçûk û şîrîn li hev niherî.“,
„Di wê gavê de min xwest bi destê wê bigrim, wê hemêz bikim.“,
„Em wê rojê bi nihêrîna çavan û bişirîna lêvan nêzî hev bûn
û çûn ser dilê hev.“
Yasemin roja dawî bi Seyranê re diçe ber
otobozê, wê rêwî dike bo bajarê wê, ji bîr dike ku bilûza ku
wek diyarî ji wêre kirî bû bidê yê. Piştî ku otoboza Seyranê
bi rê dikeve hay jê diebe. Belkî yek ji wan jibîrkirinên
mirovên tirk be ku gelek caran di peywendiyên wan û Kurdan
de bi wan re çêdibe.
* * *
Di van salên dawî de, gelek kes ji ber zulim
û tadeyên dewletê ji gundên xwe hatin derxistin. Gelek gund
hatin xerakirin. Fikir û ramanên ku Kurd ji kurdayetiyê bi
dûrxistîn zêde bûn. Rexneyên li dijî dewletê di kurteçîrokên
Zeraq de hene, lê yên li Kurdan bi xwe ji derveyî babatê
hatine hiştin. Her ku çû li cîhanê rexne li xwe û şêweyê
tekoşinê tên kirin. Wek mînak van salên dawiyê, hin
nivîskakrên Felestîn derketin û li gel rexneyên li dewleta
Îsraîl, hin rexneyên tûj li Întifada jî kirin. Balkêş e, li
gel ku Dilawer Zeraq dest avêtiye gelek babetan-pirsgirêka
jinan...hwd ev babet li derveyî niviskariya wî ma ye.
* * *
Bi tevahî-ji çend çewtiyan pê ve- zimanekî
zelal û paqij bi hosteyî hatiye bikaranîn. Li gel ku
nivîskar ji farqînê ye jî, heta jê hatiye devoka derdora
Farqînê bikarnaniye. Vegotin herkane ye, hêza sembolên di
vegotinê de hostayetiyeke taybet e. Ew zimanê wî yî bê
rawest, hevokên wî yên bi biryar bi wan dengên ji hundirê
karakteran re dibin yek û ekleleke xweş didin.
Li gel ku zimanê nivîskêr kurdiyeke resen e
jî, mirov cîh cîh pêrgî hevoknan dibe, li gel ku li der û
dora Farqînê tên bikaranîn jî bandora Tirkî xwe rêdide. Wek
mînak:„Me ne got roj e, ne got şev e, em...“, „Ez ji eniyê
min maçî kirin...“, „..ew ji çeplê wê girtin.„, „Wan mêr
hemû li mala muxtêr li hev civandin û hetanî nîvê şevê jî ew
nehiştin...“ Gelo di hevoka dawî de “nehiştin” bi kîjan
wateyê hatiye bikaranîn? Bêguman xwendevanekî ku bi Tirkî
nizanibe dê bêje „kesek ji wan li jiyanê nehiştin.“, an jî
dibe ku xwendevaneke/î din bêje „ew li wir nehiştin, birin
devereke din“, lê belê wer xuyaye ku nivîskêr ew bi wateya „bernedan“(tr.:birakmak)
bikar aniye.
* * *
Gava ku mirov
bala xwe dide teknîkên ku Zeraq bikartîne, mirov dibêje qey
nêta wî heye di demeke ne dûr de, dest bavêje romanê. Ev
teknîka gelek caran li çarçoveya kurteçîrokê nayê, lê
îmkanine zaf baş ji bo romanê pêşkêş dikin.
Çavên me li rê ne.
Sibat/2006
- Sevên Winda
Wêneyên Mechûl, 2005, Amed (Wesanên Lîs),
- Bisirîna
Sermîn, 2003, Stenbol (Wesanên Aram),
- Kakil, 2002,
Stenbol (Wesanên Sî)
Ev nivîs di hejmara dawî
(11) ya KOVARA W de berî bi çend hefteyan li Amedê hatiye
weşandin, û li ser daxwaza nivîskar di Tîrêj de jî belav
dibe.
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org