
Dîlan Zêbo
Dîsa Here
Fangfanga
Kişwarên
te ne
Gûşiyên
Simaqê di
kavilên
te de seridîne
Hîn Berxkên min derbazî Komikên Nefela te nebûbûn
Karikên min li ber Firîza bêhinvedana te xulmaş
nebûbûn
Here
Dîsa here
Bê xatir xwestin
Bê girî
Bê diyarî
MînaTermekî mirî
Li ser basikên Leylaneka ne diyar
Peyvên xwe
li piş xwe bihêle û here
Hemû Stêrkên şevbuhêrka min talan bike
Nêrgizên Avdara min binpê bike û here
Tîra dawî
Di pişta
Elenda biyaniya min de bila ya te bê
Stiriyê dawî
Di Somayên
Çavên
min de bila ji durûtiya te bê
Min siparî êşeka
hemdemî bike û here
Min bike
Valahiyek bê dengvedan
Nameyeka bê navnîşan
Welatekî bê Al
Zivistanek bê Ar
Min bike
Zinarek
Zindanek
Min bike netişt
Lê tenê
Mîna te
Ez nabim
Gunehkarek
Gunehkar
07.05.06 Elmanya
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org