
Arşevê Oskan
Em Êzîdî
ji îro pêve kurd kurê kurdan e
Serpêhatiya Nr (22)
Ji
roja ku Zerdeştê Kal berê ola me da xwe û ji Hindistanê
bigre heyanî bighê Yûnanistan û Misrê, xist bin dada xwe, û
pişt re Iskenderê Meqdûnî xaça xwe bi destê siwarên xwe
hilda jor û berê xwe da Zerdeştiyan û her tişt da ber êgir,
û piştî wî jî Misilman. Me tu xêr û xweşî di jiyana xwe de
nedîtîye, hertim kuştin, talankirin û bê aramî para me bû
ye. Di nav dabaşa dîrokê de, em her çûn kêm bûn. Ji aliyekî
de, me birayê xwe yên Kurd nema di nav xwe de qebûl kir û ji
aliyê din ve, em bi destê olên din hatin qirkirin.
Ji ber xapandinên dijminên Kurdan, yên
Misilman, ku Kurdên Misilman li me kirin agir, îdî me nema
xwest em bibêjin em Kurd in. Me got; hema bila em Êzîdî bin
û bes. Gelekan ji birayên me yên Kurd, fermana me rakirin,
ji ber ku Misilman bûn û serê wan bi fikirên Misilmantiyê
tije kîn kirin, yaho buhişt anîn ber deriyê malê. Ji ber van
fermanan, em nema di milk û axa bav û kalên xwe de fikirîn,
lewra derketina ji welat, ji me re bû kar û armanc. Em bi
hezaran koçber bûn û ketin kolanên xerîbiyê, li Elmaniya û
hinek welatên din belawela bûn.
Vanê ku em bi meznayî hatin, heta radeyekê
me xwe parast û em li ser irf û adetên bav û kalên xwe man,
lê zarokên me ketin dibistanan û her çûn nasnameya xwe ya
olî winda kirin. Me li welêt her tişt ji destê xwe berda, me
hesabê xwe kir, ku em ê heta hebin, li van welatan bijîn. Tu
rastî bixwaze, bila di navbera min û te de be; mana li van
welatan hinekî li me xweş hat, pere pir bûn, me erebeyên
buha xistin bin xwe, ha bajo û ha bajo, têr îraqê vexwin,
komeleyên me hatin çêkirin….. hwd. Lê ji aliyê zanistê ve…
mixabin, lê qalikê me baş hat guhertin.
Wê rojê min li posta xwe nerî, ku nameyek ji
hikumeta Almanan ji min re hatiye, têde nivîsiye; divê em we
bişînin welatê we, biryar bi heftsed malên Êzîdiyên bakurê
Kurdistanê derketiye, min nexwest ez vê xeberê belav bikim û
li daholê bixînim, lê tu nabêje, ev name ji gelek cînarên
min re jî hatiyê, ew jî wek min li xwe mikur nayên. Rûyê min
zer bû û bi kabokên sist ez ketim derî, jinikê li rûyê min
nerî, qutifî, ji min re got: “qey tu dîsa di karê reş de
hatiye girtin malxirab” Min got na keçê, vê carê
malwêrankirine, lê tu ji devê xwe dernexe haaaaa!!!.
Çima
tu nabêjî bê bava, komîtak damezirandine û berê wan dane
welêt û ji gundiyên me pirsîne, bê ti zilm û zordestiya
Tirko li ser we heye? wana jî, ji tirsa rihê xwe gotine: na,
kêf kêfa meye, zeviyên me yên pembo, genim, ceh, nok, nîsk,
pez, rez, çêlek…. em ketine xêra xwedê! Mala bavê wan bi ser
wan derewên wan de bişewite, ku bûn sebebên van biryarên
xedar, ku me ji welatên xwe biqewirînin.
Wekî ku
Şivan Perwer dibêje: “çawa dayikê xelkê nabin dayikê mirov,
wisa jî, welatê xelkê nabin welatê mirov” bi şerf ev gotin
raste! Niha ez karê xwe dikim ku ez bibêjim: doza me ne
Êzîdiyet bi tenê ye, doza me serxwebûna Kurdistanê ye. Wey,
ma em ne Kurd in, raste ola me Êzîdî ye, lê netewa me
Kurdayetî ye wey û netew bê welat nabe, bi Xwedê û Tawîsê
Melek, heta ku dilopek xwîna me hebe, emê doza serxwebûna
Kurdistana xwe bikin, ma mirov bê welat ji çi re ye lo.
Erê, ma emê piştî vî temenî ji nû ve çawa vegerin nav wê toz
û tirabêlkê. Ma ku em nema tehmûl dikin, wê çawa zarokên me
tehmûl bikin, Bi xwedê zor e (xwedê neke ku me bişînin, devê
min xwar bibe). Niha min doza xwe daye parêzerkî jîr û
jêhatî, min xwe wek siyasetmedarekî pejirandiye, ji vê yekê
çêtir tune ye. Ka hela em hinekî li wan guhdarî bikin, bê wê
çi bi me bikin, xwedê xêrke. Lê ez hawar û hêviya xwe
dighînim Twûsê Melek ku raporta berî du sala ya ku polisan
di derbarê girtina 29 kîlo Kokayîn li ser sînorê Holenda bi
min re girtibûn, dernexînin. Jixwe ku derxistn malik li min
viritî.
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org