
Lawkê Hacî
Tu bo çi tu
Her
tişt têne guhertin
Her tişt hatin guhertin
Lê tu weke xwe mayî
Di qur,anê tê gotin
xwedan guhertnê dike
Ew bi xwe nayê guhertin
Eger tu jî xwedayî
Xweş dizanim ne wayî
Lê tu weke xwe mayî
Buhar ji demên salê
xemla Çiya û malê
Ne wek hev tên her carê
carna jê bi bêhnek xweş
Carna jê dibe arî
sergeşt mam min nas nekir
Raman ji hev perçekir
tişt pê nayê tişt jê nayê
wisan rolek buhayî
Tu ne kevir û tebayî
Lê tu weke xwe mayî
Sitêrkên te pir geşin
Yek ta çar pê ser xweşin
Dimijin û dinoşin
Bi pîlan û her hawî
Dem bi tevan xuyayî
Lê tu weke xwe mayî
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org