Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Navdarên Kurd

  Helbest 

  Çîrok

  Şano

  Lêkolîn û Rexne

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Kevnetor


 

 

 

 


Bûk û tûtûk

Ji kevnetora kurdî

 

Hebû tunebû, rehme li dê û bavê min û we bû, çûkek hebû, çûkekî bê kar û bar bû. Ji xwe re difiriya, dikir çîveçîv û li ser vê yan wê darê vedinişt. Rojekê ji rojan biryara xwe da ku here ji bo xwe havilekê bike. Bi rê de çûk westiya, li ser sitirîyekê venişt. Çima sitirîyek di lingê wî ranabe!! Sitirî gelekî canê wî êşand. Kire qîre-qîr û hawar. Bi vir de û wir de firiya, çû û çû ta ko rastî pîrikekê hat. Pîrik li ber tenûrekê bû. Ardû xistibû tenûrê, pif dikir nedikir agir pê nediket ko tenûra xwe germ bike. Çûk çû li ser tenûrê venişt, ji pîrê re got:


ÛŞY.. ÛŞY : Pîrê, stiriyek ketiye lingê min, heke tu wî stirîyî derxî bavêjî tenûra xwe wê agirê te pê keve, tenûra te germ bibe, tu yê nanê xwe lêxî.

Pîrê got: ÛŞY.. ÛŞY, Baş e! Sitirî derxist, avêt tenûra xwe pif kire agir, Agir pê ket, tenûr germ bû, pîrê nanê xwe lê da, nan pijiya, gava pîrê nanê xwe yê dawîn ji tenûrê derxist ko bide rê biçe malê, çûk ji ser darê firriya hat got:  ÛŞY.. ÛŞY, Pîrê ez sitiriyê xwe dixwazim.

Pîrê got: ÛŞY.. ÛŞY, Min sitriyê te avêt tenûrê pê nanê xwe lê da.

Çûkî got: ÛŞY.. ÛŞY, Min çi jê ye, ya divê tu sitirîyê min bidî yan jî ez ji dêvla wî ve heft nanan ji te dixwazim.

Pîrê got: ÛŞY.. ÛŞY, Aman, yeman çûko wiha meke, ma ne te sitirî da min, min xêra xwe ew ji piyê te derxist, te bi xwe got bavêje tenûrê da agirê te pê keve. Kir nekir, Çûko ji ya xwe nehat xwarê, got: ÛŞY.. ÛŞY, Ya sitiriyê min yan jî heft nan! Pîrê mecbûr heft nan dan çûkoyî.
Çûko h
eft nanên xwe girtin firiya çû, dît ku şivanek li ber peze, şivan şîr dotiye tasa şivaniyê, bişkulan diçîne şîr, dike bi wî awayî bixwe. Çûko çû li ser berekî ber şivan venişt got: ÛŞY.. ÛŞY, Şivano, a ji te re heft nan, biçîne şîrê xwe û zikê xwe pê têr bike! Kêfa şivan hat. Nan û şîrê xwe xwarin, hemî qedand û zikê xwe têr kir. Tam wexta ku şivan got ªOxx! Elhamdulîllah!´, çûk firriya hat li ber şivan venişt, got: ÛŞY.. ÛŞY, Ka nanê min! Şivan şaş ma, got: ÛŞY.. ÛŞY, Min nanên te çand şîr û xwar!

Çûk got: ÛŞY.. ÛŞY, Na, ez nanê xwe dixwazim. Ya tu yê heft nanan bidî min yan jî heft beranan...
Şivanî got:
ÛŞY.. ÛŞY, Aman, yeman çûko wiha meke. Kir nekir, Çûko ji ya xwe nehat xwarê, got: ÛŞY.. ÛŞY, Ya heft nan, yan jî heft beran!. Şivan mecbûr heft beran dan çûko. Çûko heft beranên xwe girtin firiya çû , dît ku li gundekî dawet e. Mala dawetê req û beqên dora gund kom kirine dixwazin wan şerjê kin û bikin xwarina dawetê. Çûko çû li ser dara ber mala dawetê venişt, got: ÛŞY.. ÛŞY, Dev ji wan req û beqan berdin! Ev e ji bo we heft beran, serjê bikin, bikelînin bidin berbû û mezûbanên xwe!. Kêfa xwediyê dawetê û ya hemû berbûyan hat. Beran şerjê kirin avêtin ber birincê, her kesî xwar zikê xwe pê têr kir. Ku ji ser xwarinê rabûn Çûko firriya hat got: ÛŞY.. ÛŞY, Kanî heft beranên min bidin min! Xwediyê dawetê got: ÛŞY.. ÛŞY, Me beranên te serjêkirin danîn ber mêvanên xwe, xwarin qediya.

Çûko got: ÛŞY.. ÛŞY, Na, ez heft beranên xwe dixwazim. Yan hûn ê heft beranên min bidin min, yan jî ez bûkê dixwazim.

Gotin: ÛŞY.. ÛŞY, Eman, yeman çûko wiha meke! Kirin nekirin, çûko ji ya xwe nehat xwarê: ÛŞY.. ÛŞY, Yan heft beranên min yan jî bûkê...Mecbûr bûk dan Çûko. Çûko bûka xwe girt, firiya çû, rastî berxvanekî hat, li ber berxan bû, tûtûka wî di dev de bû û bi meqam lê dida, dilê Çûko bijiya tûtûkê, çû got: ÛŞY.. ÛŞY, Berxvano ma tu qebûl nakî ku em bûk û tûtûka xwe bi hev bidin! Kêfa berxvanî hat got: ÛŞY.. ÛŞY, Lê çawa! Çûko bûka xwe da berxvanî û rakir tûtûka wî firriya çû, li ser zinarekî venişt. Tûtûka xwe xiste devê xwe got: ÛŞY.. ÛŞY, Tû, tûûû, min sitiriyê xwe da bi heft nanan, heft nanên xwe dan bi heft beranan, heft beranên xwe dan bi bûkekê, bûka xwe jî da bi tûtûkekê! Gava Çûko welê got, dîna xwe dayê ku çiqas ehmeqî kiriye, poşman bû. Lê poşmaniya dawî tu fêde neda wî. Cardin tûtûka xwe xist devê xwe, got: ÛŞY.. ÛŞY, Tû, tûûû, min sitiriyê xwe da bi heft nanan, heft nanên xwe dan bi heft beranan, heft beranên xwe dan bi bûkekê, bûka xwe jî da bi tûtûkekê! Tûtûka xwe rakir, bi hêrs û girî li tehtê da, perçe werçe kir, avêt. Dest vala firiya çû, wenda bû, kesî nezanî ku bi ku de çû...

Çîroka min li diyaran, rehmet li dê û bavê xwendevan û guhdaran, ji bilî fesadên ber dîwaran.

...................................
 
Veger >>      
                                                                          tirej.net/com/org

 

kurdi@tirej.net
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ tirej@tirej.net ]vebûna malperê 01/12/2002