
Arşevê
Oskan
Xwendinek, Li
Çîrokên
Pirtûka „Penaber“
Berya
demkê û piştî derçûn û çapkirina pirtûka çîrokan, ya
nivîskar û rojnamevanê zîrek Dilbixwîn Dara „Penaber“ bi
salekê, çend hevalan ji min re dan xwanêkirin, ku ev
serpêhatiyên tu dinivîse, nêzîkî çîrokên pirtûka Penaber in.
Evan gotinan ez bêhtir ber bi van çîrokan ve rakişandim, û
piştî ku Dilbixwîn ev pirtûk diyarî min kir, li ser rûpela
yekem bi xêza destê xwe nivîsandibû „kekê Arşev, hêvîdarim
ku Penaber bi dilê te be“ min jî rûpelên vê pirtûkê yeko
yeko wergerand, bi çavekî hûrbînî hemû bûyer, serpêhatî û
pirsgirêkê civata çîrokan xwendin.
Di van çîrokan de, gelek mijarên balkêş, di
nava rûpelên xwe de hildigrin, bi şêweyekî pir hêsan, ku her
kes dikare van hevokan bixwîne, bêyî ku carekê tenê jî, li
gotinên wan bilikume. Bi zimanê kurmanciya jorîn, ev hevok
hatine hûnandin û di nav de, kêm caran jî bi zaravê herema
Kobanê hatiye bikaranîn. Ew Kobaniya ku nivîskar bi xwe
rojên temenê zarotiya xwe lê mezin kiriye.

Herweha ji aliyê avakirina hevokan jî, gelek
caran bala min kişand ku mîna hûnanduna despêka romanê
hatibû avakirin, wisa bi kûr û hûr bûyer hatine şopandin. Ne
dûre, ku gelek çîrok di despêka xwe de, ji bo mijarên
nivîsandina romanê hatibin hilbijartin û pilankirin û di
dawiya hewildanê de, nivîskar ew di formên çîrokan de
hiştibin, yan jî spartibe xaneya çîroknivîsînê..
Ne tenê nivîskar çîrokên penaberan di vê
pirtûkê de destnîşan dike, wekî ku min di hinek jêderan de
xwendibû, yan bihîstibû, lê belê ji vê bêhtir dest avêtiye
pirsgirêkên civakî û ji wê wêdetir jî, destê xwe avêtiye
bîranîn û pirsên zarotiya xwe, wekî ku di çîroka „Solên
Mistikê, Rojiya Bavê Min, Negrî, Jiyan Hîn Jî Xweş e!“ û
hinekî din… ango nivîskar bi xwe, bûye wek şahidê demeke
jibîrbûyî di bin toza salan de. Bîranînên xwe dixwîne, di
neynika giyanekî şikestî de, bi çi şêweyî bin ne xeme, lê ev
bîranîn, dikarin carna bibin romaneke qalind jî, ne tenê wek
kurteçîrok bimana, ji ber ku nivîskar dest avêtiye gelek
pirsan di nava çîrokekê bi tenê de wek mînak: di çîroka „Windabûna
Nivîskarekî“ de. Dest avêtiye derdên penaberiyê, xwendina bi
zimanê kurdî, xapandina xwedanê çapxanê, poşmaniya li welêt
û malbatê, nakokiyên di hundirê wî nivîskarî bi xwe de,
bazdana li dûv çaraserkirina pirsgirêkan û pêdarya li dûv
nivîsandina zimanê kurdî…. hwd.
Ez tiştekî di van çîrokan de dibînim, ku kêm
caran di çîrokên kurdî de tên dîtin, û grêdanên tiştên
dijberî hev, wek: ken, xem, kesayet, têkçûn, serkeftin, tirs
û mêranî, herweha mirov dikare nav li wan bike, pêkenokên
xembar.
Nivîskar di çîroka xwe ya bi navê „Eyo
Namûsê Diparêze“ de, çîroka kurê axayekî, ku ji bêçariya
abûrî û hejariyê, dest ji war û malbata xwe xwe berdide û
berê xwe dide kolanên Elmaniyayê û axurê çêlekan ji rêxê
paqij dike. Bibîrtîne, ku li welêt nîvê temenê xwe di axuran
de derbas kiriye, lewma ji navê axur nefret dikir… li vir
wek ez dizanim, li welatê me kurên axa axuran paqij nakin,
karkirên wan hene, dibe ku nivîskar li vê xalê hayê nebûye,
yan jî rewşeke taybet hatibe holê, lewra xwendevanê çîrokê
dikare di vê mirêkê de şaş bibîne. Bawer dikim wê dirustir
baya, ku kurê axa ev kar red kiriba û ev redkirin, ji wî re
bibûya sedemên gelek pirsgirêkên dîtir. Ji wê meznahiya xwe
daneketiba, lê nayê wê wateya jî, ku hûnandina çîrokê bi vê
xalê tê şikandin yan jî têkdiçe, berovajî vê yekê ye, ku
nivîskar xeyal, rêbaz û armanca çîrokê bi hêsanî daye
pîvandin.
Tiştê ku çîrok xwendevan bi xwe ve girê dide,
ku ji serî heyanî binî hatiye hûnandin, û bi saxlemî di
hersê qonaxên xweyî giring re derbas dibe. ango vekirin,
naverok, xetimandin. Ev nijad bi xurtî li cem nivîskar peyda
dibin. Zimanê hûnadin û avakirina hevokan, rêzkirina bûyeran,
bûyer û tevger bi şêweyekî hêsan in. Her xwendevan dikare
derbasî nav mijarên bûyeran bibe, herweha dikare xwe di nav
de jî bibîne, ji ber ku bûyer ne bi awayekî fentazî radestî
xwendevanên xwe dike. Dibe ku ji aliyê dahînanî, wek nirxekê
wêjeyî, bi vê mebestê, hinek qelsî peyda kiribe. Ew dimîne
karê rexnev û lêkolîneran, dema ku mirov bixwaze bi lêkolîn
û berawerdiyeke hûr li van xalan mikur bên.
Dema ku ez hevoka pêşî dixwînim, ez pê
dihisim ku hevoka li dûv wê çiye, ew jî tê wê wateyê ku
nirxê hêsanî û herikandina gotinan serkeftî ye. Bi awayekî
din jî, çîrokine hene, ku hevokên wan mîna hevokên helbestan
hatine avakirin, û ev şêwe heyanî radeyekê li cem
çîroknivîsê Kurd, Pîr Rusten peyda dibe, ew jî dimîne
şêweyek ji şêweyan. Aliyê din yê ku bala mirov dikşîne ser
xwe, aliyê ken û komîdî ye, ez bawer dikim ku wê bi hostayî
û mebest, ev alî hatibe nivîsandin, ji bo sivikbûna giyanê
xwendevan, ez dikarim wek vehesîna ruh bi nav bikim. Dibe ku
ev bi xwe nijadekî hunerî giring be, ji bo berdewamî û
girêdana çavên xwendevan bi rûpelê ve, lewra ev his bi min
re çêkir.
ji aliyên din ve, ku bi giringiya xwe ne
kêmî nijadên din in, ew jî navnîşanên çîrokan in, û
balkişandina xwendevan ber bi çîrokan ve, ez dikarim nav lê
bikim kilîta derbasbûna mijara çîrokê. Di vî warî de, gelek
nemûne bi xwendina min re derbas bûne, ku navnîşana çîrokan
ji çîrokan bi xwe fentazî tir tên xwanêkirin, ev ezmûne li
cem çîroknivîsê kurd, Helîm Yusif gelek caran derbas dibe,
wek „Mirî Ranazin, Dilê bê derî, Komara Dîna…“ lê li cem D.
Dara berovajî vê tên dîtin, bi wê hêsanî û dîrekbûna xwe,
dikarin bibin navnîşanên jîwariya civakî wek „Şêx Mirîşkê
Naxwe“, „Eyo Namûsê Diparêze“…. hwd.
Di çîroka „Negrî, jiyan hîn jî xweş e!“ de,
piştî wê hezkirina germ û dûvdirêj, dema ku Ciwan bi rê
dikeve, ji ber şêweya ku nivîskar hûnaye, û dana forma
xatirxwestinê, mirov dixe wê hisê ku wê Ciwan here û nema li
hevala xwe vedigere, û bi taybet dema ku Rewşen jê re dibêje:
du roj pir in. Di wê dema ku dilê xwendevan bi gotinên
Rewşen di´êşîne, ev xala dawiyê nişana serkeftina nivîskar
di hunera hunandina bûyerê de ye, „ Ezê ji Zozanê re çi
bibêjim, wê ji min nepirse kanî bavê min? ezê bibêjim tu bi
kûve çûye“ (R86). Şêweyê ku ev çîrok pê hatiye
nivîsandin, ji yên din cûdatir e, ne wisa bi dîrekî hatiye.
Wekî ku ji min re diyar bû, ku ev çîrok di hevokên xwe de,
hem ji xwendevan, yan jî, ji nivîskar bi xwe re hatibe pirsî,
û soza nivîsandina çîrokê ji aliyê nivîskêr ve hatiye dayîn.
Wekî hate diyarkirin, ku şaxek ji şaxên
penaberîyê bi xurtî di vê çîrokê de derdikeve pêş, û herweha
çîroka „Rojiya Bavê Min“ û gelekên din, di jiyana
gelekan ji me derbas bûye û ev çîrok baş hatiye hûnandin…
Bi tevayî ez dikarim êşên kurdan ji van
çîrokan bêhn bikim û hew!?.
26. 05. 2006. Hamburg
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org