
Mihemed Hemo
Navşeqa reş dikir
Pir
caran bîr û bawarî merov kwîr dikin, dibînin û nabînin .
Çinkê piraniya merovan bîr û bawariyên
xwe yan ji tirsê digrin yan jî ji atîfê, ev rengên bîr û
baweriyan çavên merov kwîr dikin.
Loma piraniya xelkê rojhilatî di reşiyê
de dimîne. Di sala 1990 de gava mala me li welatê Lîbiya bû,
li bajarekî ser deriya sipî bi navê Ziwara, em bi cihî
bûbûn .
Xasiya min ji Sûryê hat mêvandariya me
bêhna me bi wê derdiket, lê ew ji tilfiziyona me bêhin teng
dibû .Çinkê di wê demê de satalayt neketibû Sûrê xelkê sûrî
ji Tv ya sûrî pêva nedinasî. satalayt neketibû Lîbîya jî lê
ji ber ku bajarê em lêbûn li ser derya bû TV ya me nêzîkî
bîst kenalên Îtaliya dihanîn. Gava çavên xasiya min li
rûtên Îtaliyî diketin, gelek lê giran dihat çavên xwe
diqujmirandin reş hişînî dibû, te digot qey keçên wê xwe rût
kirine.
Rojekê min û hevmala xwe ew bi tenê li
mal hêşt û em çûn bazarê,Tv ya me jî li ser kenalek Italî bû
pirogramek li ser masîyan derketibû xasiya min jî bi dilxaşî
berê xwe dabû wê pirogramê. lê rojê çend caran wê kenalê,
reklemek derdikir, keçek ciwan xwîn şêrîn, dev biçûk te
digot qey ne Italî ye, bi rûtî wek ji dîya xwe bûye reklemek
dirêj dikir, lê ticarî xasiya min, ew reklam nedîbû Piştî ew
pirogirama masiyan ku xasiya min bi xweşî berê xwe dabûyê
xelas dibe, Xudêkê me bicersîne, yekser reklama wê keçê
derdikeve, çavên xasiya min li wê keça rût dikevin diqîre
:şerme, şerme keçê kwîrbê xwe bistirîn mêr ji wêde tên, li
pişt xwe binir mêr tên kûrbê, xwe bi pişt dîwêr de wa li te
sêr dikin, wey rûyên te reş bin hele xwe çawa dike, wex wex
TV ya zavê min qehpikan jî tîne malê, ev mal li min heram
heram, min çi xalî li sere xwe kir ku ez hatim va mala
heram? Feqîrê nizane Tv yê jî vemrîne, bi derva de baz dide.
Ji zû de min zanî ev zavê me gawire ,wele ji ber gawiriya
xwe bi tenê jî naçe cihenimê wê me hemiyan bi ber xwe de bi
xwe re bibe agirê Cihenemê .
kurê me yî şeş mehî jî li ser dawa wê xew
kirbû bi hêlbertiya wê re vecinqî bû girya bû ew jî ji ser
dawa xwe avêtibû û gotibû her bidêgirî ma ne tu jî kurê wan
gawirane ?
Em vegerîn mal me derî kuta, derî ji me
re vebû min dît xasiya min ne li heve, rûyê xasiya min tal
tale û qîre qîra kurê min jî li hundir tê !
Me got çi heye çi bûye ?
Çi heye?
Hûn dizanin çi di mala we de heye, çima
hûn xwe nasnakin ku hûn çine!?
Ez ne dînbûma ez nedihatim cem we !
jina min :Çima ew zarok digirîn dayê?
-îşê min ji zarokên Gawiran tuneye, here zarokên xwe hêdî
bike, ew jî yê wek we derên, ma yê li min werin ?
Min got: Bes bêje çi heye çi bûye ??
Got: tilviziyon û gotina xwe bi serî
nekir, girîyekî bi kuzûr ket qirka wê û bû îske îska wê,
nema karî bipeviya, tenê digot tilviziyonê we, tilviziyonê
we û nikarî peyva xwe bi serî bikira.
- Tilviziyonê me çi bûye? jina min got :
tiştek tuneye, te tilvziyona li ser ew qenala Îtalî hiştî
sedî sed ew reklema rût derketî ew acizbûye, ma tu aqilê wê
nizanî ?
Ez yek ser ketim metbexê û min qehweyek
da ser agir, çinkê bes ew bîhin teng bibûya tenê qehwê bîhna
wê fere dikir .
Min fîncanek qehwe dagirt û danî ber wê û
cigareyek jî jêre vêxist û da dest wê, hin bi hin lerzandina
wê kêm bû, bîhna wê hinekî fereh bû, hindik hindik zimanê wê
vebû .
Got: ya ez ê di vê malê de bimînim yan ev
tilvziyon, ya baştir hûn tilvizyona xwe têkin oda xwe bila
çavên min lênekevin .
Min got: ji bo xudê îro çi bi te hatî va
çar salin ez zavayê we me, min ticarî ev dînbûna te nedîye,
çi li te qewimiye ??
Hûn dînîtiya xwe nabêjin ya min dibêjin ?
Qehpe di mala we Kevin û ez dîn nebim ?
-Qehpe ketine mala me, kanî ? wey wey ev
çi gotine ?
- Belê qehpe di mala we de hene, ma hûn bi xwe nizanin ?
- Na wele em nizanin ka qehpeyekê ji mala me derîn ?
- Di tilvziyonê we yî bê şeref dane ez ê çawa derînim, xudê
zane ku we ev tilvziyon ji kijan welatê gawira haniye ?
-Wele va salek tilvziyon di mala me de ye me ti qehpe tê de
ne dîtine
-Te nedîne ?gavê jinek li pêş xelkê xwe rût ela rût bike û
şilf tazî xwe nîşan bide, ne qehpeye çiye ? Ev tilvziyon di
vê malê de be, nanê min li vê malê nema, tilvziyonê me jî
heye, rojekê ji roja me nedî ji sînorê xwe bi derket, ne mêr
ne jî jin bi rûtî derkirin ser şaşê.
-Yanê tu dibêjî tilvizyonê me bê exlaqe?
-Erê wele bê exlaqe ,ne yê mala ye .
- Tv ê ya me saleke di mala me de ye, me ti bê exlaqî tê de
nedîtine, ile gava tu bi tenê li mal wê bê exlaqiyê bike ?
Ma em dînbûne perê xwe di tv ê yekî wisa serberdayî kin,
tiştê wisa tineye, te li ber me wisa got li cihkî din wesa
nebêje kes ji te bawar nake
- Bi ya we be ez derewa dikim ?
-Haşa me negotiye tu derewa dikî, lê dibe
te bala xwe baş nedabiyê, jin şilf tazî dernakevin ser şaşê,
ma qey bê dê û bave wisa rût derkeve ser şaşê.
- Wele wele bi serê we rût ela rût derket
ne derpî û ne sityan lê hebû, wek ji dayîka xwe bûbû li pêş
wa xelkî bû gawira gawir ne fey neheya.
-Dê sûnda mexe te gunêye, tu jinek
muslimanî, çil sale tu li mêj xwe dikî, tu zanî eger Îtaliya
tiştekî wisa nîşan bide Qezafî serokê Lîbiya wê dinyayê bi
serê wan de xerabike ,wê di şevekê de agir berde Îtaliya, ma
tu nizanî Qezafî çendî muslimane, hema tu jî di sûndan re
derî dibêje jinek şilf tazî rût ela rût di tilivzyona we de
derketî, ev dikeve serê merovê bi aqil, tu ber cefayê xwe
nakevî çil sale tu ji xudayê xwe re limêj dikî, tu îro jî
ganhê xelkê radikî, çi wele jinek rût bê derpî û bê sityan
di tv ê ya we de derketî, dinya berdayiye çiye? Ma musliman
li dinyayê neman ? Tu zanî eger tiştekî wisa biqewime şerê
cîhanê sisiyê wê çêbibe, te li ber me wisa got li ber kesî
din wisa nebêje namûs girane, tu bextê xwe reş dikî, wele
xudê te nabaxşînê ev namûse ne tiştekî dine, çawa jinek wê
xwe rût bike derkeve ser tilvizyonê, ez derewa nakim min
gelek caran dîye jinên rût li tv ê derketine, belê ne rût
ela rût qenebê derpîyê xwe lêye .
- staqfirela staqfirrla yareb tu gunehên
me afbike va roja çarşemê .
Wele kurê min bila em li pêş Rebê xwe
rûreş nebin, navşeqên jinkê reş dikir, de ka ew derpî bû
tiştekî dinbû ez nizanim?!Ya reb tu me efoke.
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org