
Heyder Omer
Helbesta çîrokî û dastan e *
Rêdûzkirin:
Di şevbuhêrkeke wêjeyî de, ku mijara wê ( durvê hunerî yê
Mem û zîn )ê bû, pirsek ji min hate kirin, ew jî ev bû „
Gelo, Mem û Zîn a Xanî dastan e, yan na?!“. Bi rastî ne di
bîra min de bû, piştî şirovekirina durvê vê dastanê li ber
ronahiya usûlên dastanî, ev pirs dê ji min bête kirin.
Ev pirs bû sedema vê lêkolînê, da ez bidim
xuyakirin ka dastan çî ye, û usûl û hêmanên wê diyar bikim,
belkî karibim bi vê yekê bersiva vê pirsê bidim.
Helbest li ba miletan, ji berê de, li ser sê
beşan
hatiye parvekirin: Helbesta çîrokî û dastan e, helbesta
xweyîtî û stirandinê, û helbesta
şanowî.
Ev her sê beş
jî ne ji xwe berê peyda bûne, lê ewana diyardeyên hişyarî
û têgihîştin
û birêveçûna miletan in; ango birêveçûna helbestê li gel ya
civakê girêdayî ye. Lê helbesta dastan e ji her du beşên
dîtir kevintir e.
Bê guman tekiliyên hişmend
û zindî di navbera evan her sê beşên
helbestê û civaka, ku tê de ji dayikê dibin, de hen in. „
Cara pêşîn
helbesta çîrokî, li ser zibanên helbestvanan diyar bûye. Ev
cure jî serpêhatiya milet numa dike, û wêneyê jiyana wî
miletî ya fewdal, û tijî cengên, ku li dij neyaran têne
ajotin, û daxwazên azadî û rizgariyê dide xuyakirin.“(1)
Lê gava jiyana gelan dikeve hundir heyameke
hêdî, hîngê ew milet li xwe vedigere, jiyana xwe li dûzan
dixe. Di vê heyamê de, rê li pêş helbestvanan vedibe, ku ew jî
li xwe vegerin, têkevin hundirên derûnên xwe, û ji
xweyîtiyên xwe de dest pê bikin, di hundirê wê re li cîhanê
binerin, her tiştekî bi pêwendî û kesayetiya
xwe nîgar bikin.. Her weha helbesta xweyîtî û stirandinê wê
hîngê peyda dibe; ew jî helbesteke, ku hestekî germ û
awazeke hunerî tekûz û payebilind tê de berz xuya dibin;
helbesteke, ku helbestvan bi wê hestên xweyîtî, ku di hundir
derûna wî de dikelin, diyar dike.
Lê wek me berê jî gotiye, birêveçûna
helbestê ji ya civakê nayête birîn, û jê bi dûr nakeve;
civak çendî bi pêş
de diçe, ewqas helbest jî bi pêş dikeve, û dighêje astayên
bilind, ku çand,raman û huner sê istûnên wan in. Di vê
heyama civakî, çandeyî, ramanî û hunerî de helbesta
şanowî, wek diyardeyeke hunerî gelekî
payebilind, ji dayikê dibe. Ji ber vê yekê jî tê gotin “şano
hunera jiyanê ye”, çimkê dikare
jiyanê vekole, xwe berde hundirê wê, û hemî cureyên
têkiliyan û ramanan numa bike, û li nik bûyerên dîrokê
raweste, lê meyze bike, da wan ji hev û du verşîne
û perdeyan ji pêş
wan rake. Ji bo kar û barê vê helbestê hebûna zanîneke
payebilind, ku mirov û mirovaniyê baş
dinase, divaye, lê ev zanîn di her demê de peyda nabe, tenê
di demên gurbûna têgihîştin
û hişyariyeke
çandeyî, û felsefeya kûr de, peyda dibe.
Her weha em têgihênin, ku hemî hunerên
helbestê diyardeyên (numande) jiyanê, yên cuda, cuda ne, û
hev û du tewaw dikin, û bi mirov û mirovaniyê mijûl dibin;
ango mijara wan li derdora mirov digere, carekê wek civakekê,
pesna wê didin, û nirxê wê bilind dikin (hunera dastan e), û
carekê wek tekmirovekî, ku ji xweyîtiya xwe dubeş
nabe, û di navbera wê re li her tiştekî
dimeyzîne (hunera stirandinê), û carekê jî dîsan wek
civakekê, ku hundirê wê, digel tiştên
tê de hen in, çi xêr be, çi
şer be, aşkere
dike, û di dûv re jî hişyarkirin û rewşenkirina
cemawer ji xwe re dike armanceke sereke (hunera
şano). Vê lomê pêşkeftina
gelan bi
şanowê tê pîvan.
Rewşa
helbesta dastan e:
Her du helbestên xweyîtî û
şanowî ne kar û barê vê lêkolîna me
nin, vêca em dê wan li hêre (vir) bihêlin, û li nik helbesta
dastan e rawestin.
Evê helbesta dastan e û çîrokî, li nik
zanyarên zimanan gelek wate heye; tê gotin ev helbest bi
navê DASTAN hatiye bi navkirin, ji ber ku bi awakî baş
û hêzdar hatiye hûnandin, û malikên wê, vêkra(digel hev û
du) bi hêz hatine bestandin, an jî ji ber ku bûyerên gewre
dide ber xwe, wan bûyerên, ku bazdana siwarên leheng û
qehreman di nava
şer û cengan de wêne dikin, ji xwe re
dike mijar û naverok.
Hin carên din ji vê helbestê re tê gotin
helbesta ÇÎROKÎ, ji ber ku bingeha wê çîrokeke, çi çîrokên
cengan bin ( Ilyaza, Kela dimdimê), çi jî yên evînî bin (Mem
û Zîn, Xec û Siyamend).
Lê vî navê helbesta dastan e,
li nik ramanbîr, rexnevan, lêkolîner, û dîroknivîsên tore,
wateyeke din standiye, ku tenê helbesta çîrokî, lehengî, ku
bûyerên neteweyî wêne dike, û cihên berz dide karên gewre, û
matî, jê re tê gotin helbesta dastan e.
Sedemeke din heye, li kêlek van sînor û
pîvanan dimîne, ew jî dirêjiya helbestê ye, loma jî gava
helbestên helbestvanekî dirêj bin, pirîcar tê gotin ev
helbestvan xwedî hulmeke dastaneyî ye.
Mirov dikare ji evan rewş
û pîvanan têbighîne ku dastan helbesteke çîrokî lehengî, an
evînî dirêj e (2) xwedî tirazûweke (awaz) hundirî û dervayî
hêzdar e, û mijara wê bûyerên neteweyî ne.
Şêweyê
dastanê:
Tevî ku
şêweyê hin dastanan, li nik hin gelan,
pexşane
bûye, wek çîroka Eُntere
di toreya eُrebî
de, û
şêweyê
hinekan hin caran helbest e, û hin caran jî pexşane
ye, wek hin dastanên evînî kurdî ( Cebelî, Xec û Siyamend).
Lê hatiye zanîn ku
şêweyê
dastanê
şêweyekî
helbestî ye, ji ber ku raman di vî cureyê hunerî de, bi awaz
û rêzbendê tê hûnan, û raxistin, û hestên derûnî bi hêz têne
xuyakirin, pexşan
jî çendî payebilind be, wê nikaribe kar û barê wênekirina
hin kirarên dastaneyî, û xeberdana bûyerên gewre, û
salixdana lehengan hilgire, wek çawa
şêweyê
helbestê dikare.
Vê lomê em dibêjin, ku helbestê, di hunera
dastanê de, salixine taybetî heye;
şêwe
yê wê hêzdar e, ji ber ku ew bi xwe wêne û dengvedana hemî
aliyên jiyanê ye, çi jiyana tekmirov, û çi ya tevayî be.
Lewre gava mirov bala xwe dide dastanê, dibîne hemî tiştên,
ku ew wêne dike, hêzdar xuya dibin, digel hindê, ev hêz di
avahiya dastanê de jî berz e, ji ber ku di navbera gewrebûna
naverokê û
şêwe
yê dastanê de têkildariyeke germ heye, tirazû, kêş
û dengan li gel hev û du dibestîne, û tablowekî ciwan, ku bi
perrê helbestvanê hunermend tê çêkirin, numa dike, û
sînvoniyeke gewre, ku tirazûwa wê, wek ya dengên rum,
şûr,
û lehenga ye, pêk tîne, û stiranên neteweyî jî hêzdar dike.
Ji vê pêve, helbesta dastane yekeke objektîv
e, ne xweyîtî ye, helbestvan, di wê de, ji xweyîtiya xwe bi
dûr dikeve, di axiftinê de ne amade ye, dibe qurbana huner û
lehengên xwe, û wan li pêşiya
me bi dengkirin dide. Eger ew ji vî sînorê han bi derkeve, û
nerînên xwe, yên taybet, pêşkêş
bike, hîngê pişta
xwe dide rola xwe ya hunerî, û huneriya dastanê jî birîndar
dike. Lê gava ji neçare, û li goreyî birêveçûna bûyeran,
pêwîstiyek peyda bibe, û wî bikşîne
ber bi çaterêkekê, ku nerînên wî diviya bin, hîng serê
axiftinê dide dest kesekî dîtir ji kesên dastanê, wek çawa
E. Xanî jî wusa kiriye, gava xwastiye bide xuyakirin, ku
divê mirov bi hişmendî
li hember bûyerên jiyanê raweste, axiftin daye dest Tajedîn,
da
şêwran li wî mirovê, ku
şandiye
ba mîr, bike, û jê re diyar bike wê çawa azadkirina Memo ji
girtîgehê, ji mîr bixwaze.(3)
Her û her ji helbestvanê dastanê tê xwastin,
ku wek lehengên wê be, xwe bike qurbana sincên tevayî, ku
kesayetiya tekmirov tê de sergirtî dimîne, da riya
serkeftinê li pêş
milet ronî bike.
Tevî vê jî, ev objektîviya, ku di hunera
dastanê de xwe dide pêş
xweyîtiya helbestvan, nikare zîrekiya wî veşêre,
an wenda bike, çimkê ev zîrekî her û her di navbera
hûnandina dastanê re, û bi alîkariya xeyal, rewanbêjî û
şêweyê
derbirina helbestvan diyar dibe.
Dastan helbesteke
çîrokî ye:
Berztirîn rewşên dastanê, rewşa çîrokî ye; ango ew berhemeke
xwedî mijar e (babet ), ku li ser bûyerekî, ku di heyameke
cîgehî û demdarî de digere, ava dibe, û zelalkirina ramanekê
armanca wê ye, û tevna wê bi xeberdanê ( çîrokbêjî, Serd ),
salixdanê, hevpyvînê, û monologê tê ristin.
Çîrokbêjiya dastanê li ser hinek nûçe û
bûyerên dîrokî ye kevin ava dibe, lê helbestvaniya
helbestvan wê dîrokê gewre dike, û kirasekî mezin, ku ji
rastiyê û efsaneyê peyda dibe, lêdike. Lewre Lamartînê
firansizî ji vî cureyê huner re dibêje „ Ew wêneyekî
helbestî ye, zaroktiya gelan tê de numa dibe“. Vêca
em dişên bêjin: Dastan dîrokeke, ku li ber deriyên
efsaneyê hatiye lê guhdarkirin.
Dastan helbesteke
lehengî ye:
Dastan ne xeberdaneke normal e, û ne jî çîrokeke xweristî ye,
ji ber ku mijara wê bi alîkariya zîrekiya helbestvan tê
mezinkirin û gewrekirin, ta ku heyameke efsaneyî wê ber bi
xwe de dikşîne,
û siha xwe dide ser lehengên wê, da ewana wek hêzdartirînên
lehengan bêne xuyakirin, ku lehengên îro li hember wan
gelekî biçûk û qels in. Ji ber ku ewana berhemên civakeke
hêzdar bûne, çi hêzeke gewdeyî, çi yeke sincî, û çi jî yeke
viyanî be.
Lehengên dastanan ji vê rewşa
êdyal peyda dibin, û li dij zulm û zorê serkêşiya
gelên xwe dikin. Lewre ewana her û her hêzdartirîn mirov in.
Gava Axîl, di ILYAZA de, qêrî dike, dengê wî dighêje her du
leşkerên
Girîk û Turwada, û tirsê dixe hundir dilên turwadiyan, û
gava diçe
şer
û cengê, çi leheng nikarin li pêş
wî xwe bigrin, û gava dest ji
şer
dikşîne,
hevalên wî gelek tengayî û çetiniyan dibînin, û xemgîn dibin.
Weha jî Ênî di INYAZA de, û Rolan di ( La chanson Rolan;
SIRÛDA ROLAN ) de tên xuyakirin. Her weha Memê Alan, gava
hêzê dide xwe, zincîrên, ku pê hatiye girêdan, ji hev û du
perçe dibin, û qêrîna Eُrif
di MEM û ZÎN a Xanî de tirsê dixe hundir dilê mîrê Botanê.
Bi kurtahî em dikarin bêjin: Lehengên
dastanê xwe didine hember her tiştên
mezin û hêzdar, yên bi tirs û saw, ku gelên wan dorpêç dikin,
ji ber vê yekê jî ewana, ji warên camêriyê, bêtirsiyê û
dadmendiyê ve, di ser mirovên din re têne xuyakirin û
naskirin. Ango hemî nirx, giyan, dîrok û serkeftinên milet
di kesayetiyên xwe de dicivînin. Vê lomê milet jî ewan
lehengan di dilên xwe cîwar dikin. Ma me nedît hemî
nişteciyên Cizîra Botanê, bi girî û
şîn
Memowê xwe birêkirin zamanê?!:
Dastan helesteke
neteweyî ye:
Bûyerên dastanê pirê caran neteweyî nin, jiyan û rewşa
miletekî bi tevayî wêne dikin. Ji bo vê jî dastan wek
jînenîgariya milet e, an jî dîroka dijîtiya, ku di navbera
du miletan de peyda dibê ye, mileltek ji wan serdest bûye,
zulm û zorê li yê din dike, evê din jî berxwe dide, û ji bo
rûmet û mafên xwe
şer
dike. Ev dijîtî her diçe, gur dibe, û sergêr mezin dibe,
hîngê lehengên neteweyî radibin, gelên xwe li derdorên xwe
dicivînin, û hemî vêkra dixebitn û
şer
dikin, da zulm û zora li wan dibe têk biçe, û ew jî bi
serkevin.
Lê diyar e, ku ev dijîtî ne yekeke derûnî
hundirî ye, wek çawa di helbesta
şanowê
de xuya dibe, lê yekeke ku di navbera du miletên ji hêlên
nijad, xwîn,
şaristaniyê
û uُrf
û aُdetan
de ji hev û du cudan in, peyda dibe. Vê lomê mirov dikare
bêje ev dijîtî ji bo man û nemanê ye.
Her weha dastan mîna dîroka gelan û neviyên
wan tê naskirin, ji ber ku ew miletekî tev pergal, sinc û aُdetên
wî wêne dike, ta ku hatiye gotin “ Gava mirov
dastanekê dixwîne, hîngê ew dîroka miletekî dixwîne”.
Loma jî eger dastanên hemî miletan bêne komkirin ser hev û
du, dîroka cîhanê wê jê peyda bibe.
Vêca eger mirov bixwaze Girîkên kevin nas
bike, wê daxwaza xwe li nik Homîros di ILYAZA de bibîne, û
eger bixwaze gewherê netewa miletekî nas bike, wê armanca
xwe di dastana wî miletî de bibîne.
Lewre gava Pro. Dr Qenatê Kurdo, naveroka dastana MEM û ZÎN
a E. Xanî dinerxîne, evê boçûna giranbiha diyar dike “Di
wê de Ehmedê Xanî wêne û
şiklê
jiyana Kurdan bi ensîklopîdî, yek bi yek aniye ber çavan,
ewî bi rastî hal û ehwalê miletê xwe, ê belengaz, hejar,
bindest û qeydkirî aniye ber çavê me.”(4)
Lê buha û nirxê dastanê di vî warê neteweyî
sînorkirî de namîne, belê ew derbas nirxê mirovane nemir
dibe, ji ber ku lehengên wê ne tenê neteweyî nin, belê
mirovane nin jî. Giyanê kê, netewa wî çi dibe bila bibe, wê
nelerize, gava ILYAZA bixwîne, û bibîne Hîktor çawa xatir ji
xanima xwe Endiromakê dixwaze, an bibîne Firyan çawa melûl û
stûxwar xwe davêje ber nigên Axîl?!.. Giyanê kê li hember
dilsojiya Tajedîn wê germ nebe?!..An kî vînê ji vîna Memo
nastîne?!..
Di dastanê de tiştên
gewre û matî henin:
Dastan ne tenê serkeftinên miletan tomar dike, lê digel
hindê jî, wek çawa li nik pêşiyên
kevnar diyar e, têkiliyek di navbera wê û ol de heye, ji ber
ku dastan di heyameke xwedî raman û baweriyên ayînî destpêkî
û belengaz de ji dayikê bûye.
Di çerxên berê kevnar de, mirov belengaz
bûne, zanîna wan nizim bûye, pir caran di tiştan
nedighêştin,
û nikarîbûn ji bo her numandeyekê sedemên hişmend
bidîtana, lewre gava li pêş
şirovekirina
wan tiştên
biyanî xwe qels didîtin, hema ew tiştan
bi hêzeke veşartî
û ne xuya ve girêdidan. Hino, hino ew hêz ji bo xwe kirin
xweda, wek xwedayên ronahiyê, û xêrê, an xwedayên tariyê û
şer.
Gava
şer
û ceng di navbera miletan de peyda dibûn, her miletekî ew
xweda du par dikir; parek xwedayê xêrê bû, ku dida kêlek
xwe, û para din xwedayê
şer
bû, ku dida kêlek dijminê xwe. Lê pir neçû, ewan miletan
xwedayên xwe daxistin astayê mirovan, û lehengên xwe jî
hildan tengên wan xwedayan, ta ku karînên ewan lehengan mîna
yên xweda hêzdar bûn. Vê lomê gelek lehengên nîvxweda,
remildar û
şirovekarên
xewnan di dastanan de cih girtine, û rê li pêş
hebûna karên efsanyî dûz kirine.
Lê tevî vê jî hemî rewşên
dastanê didine xuyakirin, ku hebûna karên matî di wê de
ewqas ne giring e, ji ber ku dastan wek helbesteke çîrokî ye
dirêj, li gel jiyana milet girêdayî ye, û ev jiyan jî çi
caran ranewestiye, her û her bi rê ve diçe, û gavên fireh di
penava zanîn û hişyrbûn
û çandê de davêje, û pêre jî hişê
mirov fireh dibe, û di bin siha efsaneyan de dîl namîne.
Lewre jî dastanên çêkirî hino, hino xwe ji efsaneyan
rizgarkirine, wek çawa di MEM û Zîn a Xanî de diyar e.
Gava Xanî dastana xwe, li dawiya çerxa
heftdehê dinivisand, ewî dizanîbû, ku ew dem ji ya Homîros,
Vircîl û helbestvanê gelêrî kurdî cudatir e, û zanîbûye ku
têgihêştin,
zanîn û hişyariyê
gavine fireh ber bi pêş
de avêtine, û nema hişê
mirovan hêmanên efsaneyî, ku di dastana MEMÊ ALAN de henin,
dipejirîne, lewre ewî gelek guhertin di dastana xwe de pêk
anîn, û hulm û bêhna efsaneyî, ku ji jêderê wî ( Memê Alan)
tê, ji dastana xwe (Mem û Zîn) bi dûr xist, da bûyerên wê ji
hişan
ve nêzîk bike.
Her kesê li MEMÊ ALAN vegere, dê bibîne ku
destpêka wê efsaneyî ye, ji ber ku (Xizir); ev kesayetiya ne
xuya, sê caran ber çav dibe, û evîna Memo û Zînê jî bi
şêweyê
efsaneyî dest pê dike, çimkê keçikên pêriyan her du evîndar
cara yekem di xewnê de gîhandibûne hev û du, û zincîra, ku
Memo pê tê girêdan, ji hev û du diqete, û wek maram dibe,
dide pey Beko, û agir jî nikare Memo bişewitîne
( bisotîne ).Hêmanên efsaneyî di wê dastanê de gelekin, ta
ku ew bi vî
şêweyê
efsaneyî kuta dibe.
Tevî ku Xanî xwe bi ser vê dastanê de pal
dide, lê ewî hêmanên efsaneyî ji dastana MEM û ZÎNê bi dûr
xistine, û bi
şêwekî
heyînî xeyalî dest pê kiriye. Evîna evîndaran, û bûyerên
dastanê, li nik Xanî, di kernevala Newrozê de numa dibin, û
keçikên pêriyan li ba wî wenda dibin, lê rola wan dikeve
destên kesayetiyek xwedî hebûneke rêal ( heyînî), ew jî
pîrejineke navê wê Hêlanê ye. Lê Xanî bi hayîbûn û guman li
ber navê (Xizir), ev hêmanê efsaneyî rawestî ye, ji ber ku
ev kesayetî di baweriya misilmanî de xwedî rewşeke
pîroz e. Loma jî Xanî carekê evê kesayetiyê bi zibanê
Tajedîn tîne zimên(5), lê wî dixe çarçeweke rêal, wek çawa
ji her mirovekî rî sipî re tê gotin, careke dîtir jî wî wek
hestekî evînî diyar dike.(6)
Gava Xanî vê bergehê dixe navbera efsaneyê,
û tore û ramana xwe, hîngê rewşekê
ji rewşên
çerxa xwe û ya tore û ramana gelê xwe, di wê çerxê de diyar
dike, bêyî ku durv û
şêweyê
dastanê birîn bike.
Ev guhetinên me berçav kirine, ne ji xwe
berê peyda dibin, lê ew berhemên birêveçûna hişyariya
mirovane ne. Ji bo vê yekê dîroknivîsên tore du cureyên
dastanan dinavînin. Yek ji wan dastana kevn e, ku
berhemeke gelêrî ye, tevayê gel bi afrandina wê hevpişk
in; her helbestvanekî para xwe tê de bi cih kiriye, ta ku
gîhaye helbestvanê dawî, û wî jî bi zîrekiya xwe ew daye ser
hev, û kuta kiriye, wek çawa Homîros ILYAZA afirandiye. Beşê
din jî dastana çêkirî ye, ku tenê helbestvanek wê
dafirine. Evî cureyî ji helbestvanê latînî gewre Vircîlyos,
ku INYAZA afirandiye, de dest pê kiriye, û di dûv re hinên
dîtir hatine, wek Dantê, Ronsar, Hogo, Mêlton, Firdewsî,
Xanî , û hwd ...
Avahiya Dastanê:
Her celebekî toreyî
şêweyekî
taybet û hin hêmanên hunerî hen in, ku gelekî pêwîste haya
daner ji wan hebe, da di kar û berhema xwe de bi cih bike, û
pêre huneriya wê berhemê, bê kêmasiyên hunerî, biparêze.
Vêca eger em bêne warê hunera dastane, û
hêmanên wê bipelînin, em dê hebûna du cureyên yekîtiyê, di
vê penavê de, pêwîst û diva bibînin:
1. Yekîtiya
hûnandinê (daneriyê): Ev cure, bi yekîtiya karê toreyî û
hunerî tête xuyakirin; ango divê dastanê bûyerekî navend
hebe, hemî bûyerên dîtir li derdora wî bigerin, wek çawa
bûyerên ILYAZA Homîros li derdora cenga Turwada, û yên
INYAZA Vircîlyos li derdora avakirina bajarê Romayê, û yên
MEM û ZÎNê li derdora evîna her du evîndaran digerin, û wî
bûyerê navend tewaw dikin.
2. Yekîtiya
avahiyê: Li gor pêdiviyên vê yekîtiyê, divê dastanê
lehengek hebe, bûyerên wê bi wî ve girêdayî bin, û li gor
dûzaneke xweristî, lê bê dirêjkirinên bê nirx, bi rê ve
biçin. Lê eger wênekirina bûyeran, hin caran, dirêjkirina
xeberdaneke hunerî xwedî nirxên ciwan pêwîst bibîne, divê
helbestvan dest jê bera nede, lê bêyî ji hundirê mijara xwe
bi derkeve, divê wan,bi dirêjahî, salix bide. Wek çawa
Homîros hevaljiyana Axîl, an
şerê
navbera Axîl û Hiktor, û Xanî jî her du evîndaran salix
dane.
Lê divê dastanê, wek
şanowê,
hinek beşên
din hebin, da karibe evan her du cureyên yekîtiyê serast
biparêze, ew beşan
jî ev in:
1. Pêşkêşkirin:
Divê bêhna oleweriyê ji vî beşê
hanê were, eger helbestvanê dastanê ne xwedabwer be, hîngê
ew li pêş
xwedayên çêkirî, xwe stûxwar û melûl dike, û bangê li wan
dike, lê eger ew xwedabwer be, destên xwe li pêş
xweda vedike. Her du jî pesna xwedayê xwe didin, hêzê û
alîkariyê jê dixwazin, da karibin vî karê xwe yê hunerî
tewaw bikin. Ji vê pê ve hêdî, hêdî dest bi xeberdana
bûyerên dastanê dikin.
2. Bûyerên dastanê:
Dastan tabloweke, ku jiyan bi bûyer û rêveçûna xwe ve tê de
xuya dibe. Vê lomê hêmanê nişkaviyê
tê de xurt e. Nişkavî
jî ew tişt,
an bûyerê ku mirov ne bendewarê wî ye, lê ji nişkave
peyda dibe, û guhertinan di rêveçûna bûyeran de peyda dike,
wek çawa Axîl ji nişkave
dixeyide, û ziyana vê helwestê dighêje hevalên wî, û Bekirê
dergevan ji nişkave
dikeve nava bûyerên dastana Xanî.
3. Girêk: Her
berhemeke çîrokî xalekek heye, bûyrên çirokê li nik wê germ
dibin, li hev û du têne badan. Ev xalek çav, guh û hişên
xweneran ber bi xwe de dikşîne,
û ewana dipirsin: Kînga û çawa sergêr wê çareser bibin?. Ev
xalek bi navê girêka çîrokê tê navandin. Ew jî bilindtirîn
pileya hunerî ya çîrokê ye.
4. Çareser: beşê
dawî yê çîrokê çareserkirina girêkê ye. Li vir jî hemî
helewstên, ku di çîrokê de hene, ji hev û du vediqetin, û
hemî sergêr çareser dibin, û her tiştek
bi bi hêz ber bi dawiyê de diçe, wek çawa Men û Zînê ji ya
xwe namînin, destên xwe ji evînê sar nakin, û li goreyî
ramana Xanî, ya tesewufî, li wê dinyaya din digihêjin hev û
du.
Not û jêder
-
Bessam Tehhan : Lêkolînên rexneya
Rojavayê. Zangoya Heleb, 1973,
rû: 2.
-
Dastanên hemî miletan dirêj in. Wek
nimûne: Mihabiharata ( Hindistan ) 90000 malikên wê hen
in, 16000 malikên Ilyaza ( Girîk ) hen in, 4000 malikên
Sirûda Rolan ( La chanson Rolan ) hen in, 14221 malikên
Komîdya Xwedê ( The Divine comedy) hen in, 65000 Malikên
Şahnama Firdewsî ( Îran ) hen in.
-
E. Xanî : Mem û Zîn. Vekolîn û
şirovekirina Mihemed Emîn Osman, çapa yekemîn, çapxana
Elcahiz, Bexda, 1990, rû: 317,318 malik 1921 – 1933.( ev
jêder wê ji vir û pê de bi navê Mem û Zîn bê ).
-
Pro. Dr. Qenatê Kurdo: Pêşgotina
Radektor, Mem û Zîn, çapa M.B. Rodînko, Moskova 1962, rû
9.
-
Mem û zîn, rû 98, malik 538,539.
-
Jêdera berê, rû 249, malik 1528.
Ev lêkolîn, bi xwe, besheke ji pirtûka min ( E. Xanî. Raman
û huner ), ku hîna
chapnebûye.
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org