Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Navdarên Kurd

  Helbest 

  Çîrok

  Şano

  Lêkolîn û Rexne

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


çîrok


 

 

 

 


Hesen Berzencî

Sê kurteçîrok

 

VEGUHESTINEK XURUSTÎ

DI PÊVAJOYA VEGUHESTINA BERDEST DE

Li ber derîyekî danişt, serê xwe bi sîka xwe re pîva, dît ku çawa pozê wî dirêj dibe…!,

guhên wî divezilin…..!, pirça laşê wî pir dibe….!, kezîyek mû li ser dûvê wî şîn tê…….!!!!!

Rabû ser xwe, û bilez bazda…………….

Ma behitî, û di cihê xwe de rawestîya…….dema ku xwe dît li ser çar lingan dide     teleba…………….!!?

 

KURTEJIYANA  KENEKÎ

Cara yekemîn Gulê di dîlanê de dît, girnijînek li ser lêvê wî şînhat, jiyan bi keskesora xemilî, girnijîneke piçûk bû, lê roj bi roj mezin dibû, ta ku bû kenek, û ji bo ku kenê wî  çavînî nebe, çavşînek pê ve kir…….

Lê gelek di wê navê re neçû, asîmanê wî ji keskesoran vala kirin, û dema ku xwest li ber xwe bide ew girtin û ew avêtine odeke vala û tarî…..

Wêneyên şahîyê di ber cavê wî re dibûrîn, kenê wî geş dibû, ode ronî dibû, pelçemokê şevê har dibûn, lê dixistin, lê wî kenî ji ser lêvê wî barnekir û ne çû….

Berî ku kenê wî li darbestekê bikin û bi darxin, zebaniyekî bi kurmanciyeke gewr du gotin tenê di guhê wî de gotin, û ode di tariyê de hişt, û çû ……..

 

KURÊ MILET

Di salvegera sinetkirina* paşê de heft roj û heft şevan dawet û dîlan li darxistin……

Paşê, her şev ji xwe û pîreka xwe re, mêrek ji nêv millet, hildibjart….

Kesî nediye çi dibe, û yê diye venegeriye.

Eger ew mêr wê şevê, çi bixwaze jêre tînin, wî mirovî dikine şahiyeke mezin de….

ta bi razana wî wê şevê bi jina paşê re ye?!!..

lê belê bi tîrêjê rojê re jî, termê wî ji xwedanê wî re tînin, lê bê yî ku perçên wî yên mêraniyê pêre bişînin….

Tev hêviyên  me ji vî paşayî re bi temenekî dirêêêj,

lê paşayê nû dikare bê guman bêje ez kurê vî miletî me!!?

 

*yê sinetçî parçek mezin jê kiribû ji ber ku danê sibê sinetçî bû û piştî nîvro qawirme difrot.

...................................
 
Veger >>      
                                                                          tirej.net/com/org

 

kurdi@tirej.net
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ tirej@tirej.net ]vebûna malperê 01/12/2002