
Ednan Hesen
Hêvî
Were
Hêvî bi ronahîke çaxim
Li benda te melûl bûye çiraxim
Buharîke şevên payîza êemrim
Bela sorgul hemû geşbin di baxim
Gumana min bûye şopa xeyalit
ji ber eşqa te va sohtî deyaxim
Bizava min riya ber pê te xweşkim
Ji bil çavim çû nîne bo te raxim
Li asmanê evîna min birêse
Tu Hêlîna xwe avake li şaxim
Di zevya min de dara xwe biçîne
Di daristana eşqêde kesaxim
Di firmêskên te re eşqê dibînim
zemawenda evînek bê qiraxim
Di çavên ter diyarin xewnê sala
Hemû şûnwar, rêwengî û qûnaxim
Eve çend sal der û der ez mişixtim
Di bin destarê jînêde pelaxim
Me çend karwankujê mîna te dîtin
Bi hejmara birînên dil û daxim
Delala min were, lêvên birînê
Kul û axivtine, lewra bi axim
Li nav bexçê jiyana min bilûse
Gulek sor ez di ber sîng û beraxim
Swêd 10/03/06
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org