
Arsevê Oskan
Ez dest û lingê te maç dikim, min ne hetikîne
Serpêhatiya Nr (21)
Ji
bo ku Silo pasê bigre, ketibû nav tevgereke ku nayê
bawerkirin. Piştî reva xwe ya ji welêt, çend salekî li
Rûsyayê mabû û kesî cih û warê wî nezanîbû. Hinekan digotin
hatiye girtin û hinekan jî digotin Silo av û av çû, lê li
wir nikarîbû gelek pere qezenc bikira, lewma wekî gelekan ji
me, berê xwe dabû Elmaniyayê û ketibû nav hereketê. Navê xwe
guhertibû û kiribû Rizgarê Welat. Lê Rizgar kiye ? kesek
nizane! Ew jî, her weha rastiya xwe ji kesî re nabêje.
Bi çîrokeke dirêj, ji vir hetanî welat
dikşiya, mîna dûmaneke hevgirtî, serê hakimên Elman
gêjkiribû û pelikên dadgehê, têra çîroka wî nekiribû. Heta
giha asta ku yê qadî jêre got, bese, bes! û erebeya
nexweşxanê xwestibû, ku dunya li ber çavê wî mîna tara
bêjingê li hev zîvirîbû, celtayê li dilê wî xist û rebeno ji
kîsî xwe mir, lê ya baş ew bû, ku zarokên wî tunebûn û jina
wî bi Silo ma.
Rizgar sûnda jinberdanê xwariye, ku tucarî
wêneyê xwe li ser rûpelên enternêtê naweşîne, dibêje –xwedê
giravî- ev ne piransîpa min e, ma em hatine xwe li ser vî
miletê reben bikin axe û paşa!? Wekî wî gotibû: „Ez tenê
dixwazim xizmetê ji gelê xwe re bikim, ez li navê xwe
nagerim heyran!“.
Min jî, li ser rûpelek ji van rûpelê
enternêtê, yên Kurdên Rojava xwend, ku semînerek li bajarê
Hanovera Elmanî pêktê, ji bo 12 emîn salvegera serhildana
Qamişloyê, yê ku wê semînerê bide, navê wî Rizgarê Welat e.
Ev semîner tenê ji bo Ronakbîr û zanyaran e, xwedê giravî
yên asta wanî zanistî ji ya milet bilintir e, kesên normal û
jin û zarok lê amade nabin, ji ber kûrahiya fikrên Rizgar,
ev kesana tênaghêjin. Min jî, xwe ji rewşenbîran hesab kir û
ez ketin taya çûyîna xwe, ku li vê semînerê amade nebim,
navê welatparziyêr bi min re namîne, tu wate ji kurdewariya
min re tune ye.
Ji destê sibehê min xwe amade kir, da ku ev
Rizgarê ku mîna evsaneya Ristemê Zal, ji min re diyar dike,
min di dîmenekî xweşik de bibîne û min wek guhdarekî
bipejirîne, ez li tirênê siwar hatim û li ser edrêsa ku
hatibû nivîsandin çûm û giham ber derî. Li çi binerim! ku
gumegum ji hundir tê, ji dûmana çixareyan sale bûye şeva
reş, kes kesî nabîne. Helbestvanê ku navê wî li ser govarên
kurdî „Pêxemberê zimanê nûjen“ hatibû nivîsandin, wergêrê ku
digot: „Bi şerefa min, heta niha sêsed pirtûkên Elamanî
wergerandine kurdî û li çapxanan digerin.“ Siyasetmedarê ku
qedeha xwe li ya hevalan dixist û digot „Tekoşer jî wek wen
in, bi we re vedixun û serxweş dikevin“ û bi wan çend
gotinê, ku ji welêt bi xwe re anîbûn, dehbare dikir û dikira
serê me bixwara. Rojnamevanê ku rojê xwe dikir peyamnêrê
saziyeke cîhanî û bi aqilê kesî razî nedibû, yê ku digot:
„Ez bûme wek Ewropiyan, yê xwe li xwişk û diya min
diceribînin, ez bi aqilê wan dikenim“. Xwedanê malpera
yekemîn di cîhana Kurdan de. Sernivîsê govara sê mehê ku
digot: „çi ferq di navbera min û Celadet ma ye, çî min kêmî
wî ye!?“ …… hwd.
Devê wana erînekê li mamoste Rizgar ji hev
çûbûn, dunya zivistan e, dema ez ketim derî, haya Rizgar ji
min çênebû, hinekî reng û bengên me bi derbasbûna salan re,
ji hev re hatibû guhertin, lê Rizgar vêketibûyê, xwîdan ji
xwe vedimalt, û serhildan hemî anî ber derîyê xwe, hemû
şehîd kirin zarokên xaltîk û metikên xwe. Hinkî gotinên wî
civat germ kir, min nexwest ez wî bibirim, hetanî dawiya
civînê, ez hatim û li kêleka wî rûniştim.
Berya ku xelk belav bibin, hinekan dixwestin
wêneyên xwe bi wî re bikşînin, hinekan jî, ew vexwendî
bernameya xwe ya telefizyonê kirin, hinekan dixwestin
hevpeyvîneke dirêj pêre pêkbînin, hinkan jî, dixwestin wî
bikin mêvanê koçika xwe ya paltalkê, lê wî daxwaza kesî ne
pejirand.
Bi silava min „Merheba Silo“ re, û ku çav li
çavê min ket, hêdîkanê, di ber xwe de got: „Ez dixlê namûsa
te de, ez dest û lingê te maç dikim, min ne hetikîne û dengê
xwe neke, ezê deynê birayê te hemûyî bidim te“. Min qîma xwe
bi deynê birayê xwe bi tenê nanî: „Tê deynê welatiyan
hemiyan bide, tu deyndarê hemû Kurdan e, hey kurê … „.
Bi destê min girt û xatir ji civatê xwest û
em derketin kolanê, ji min re got: Li vir bisekine ezê herim
li wê inîşka tarî bimîzim û werim, da ku em herin mala min û
deynê xelkê bidim te“. Lê Silo bi mîza xwe re winda bû, ji
Elmaniya derket û heta niha, tu xeber jê nehatiye!!!
Silo berya 5 salan ji ber deynê heremê bi
milyonan, reviyabû Rûsyayê û navê mirinê bi dûv xwe xistibû,
û li Elmaniya jî yên wek Silo dikarin bibim tekoşer û
Rizgarê Welat!!.
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org