Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Navdarên Kurd

  Helbest 

  Çîrok

  Şano

  Lêkolîn û Rexne

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Şano


 

 

 

 


Mizgîn Mele

REŞÊ

 

Holeke vedibe, li kêleka rastê mirovek di xew deye,  dengê Dîkan piştî çend kêlîkan, dengê kûçkan û dîsa  dengê dîkan tenê,  xewar xwe di nav livînêde  di li vîne.

 

Reşê: lo lawo Axtî pişta te riziya di vê xewêde] tu têr nabe ji razanê,derkev rokê bibîn] her cem hevalkî dostekî, wey xwelî li serê tebe, hevalên te  xelk bi hisreta wan in, ez hîn zarokên wî xwedî dikim, evjî şensê min e .

Axtî:dîsa bû sibe û te dest bi xwendina nûçeyên kevin kir, nimêja min li min çû, şevê din xew bi çavê min nebû (serê xwe tenê ji bin nivînê deraniye û destê xwe bi textre  berdaye) û dawî tu li hundirbî, li dervbî, mirin li pêşya teye.

Reşê :ma ne şerme xelk bêjin, kurên Reşê di nav livînade dimrin, kî di malbata me de, ne di kozik û çiyande, ne di xebat û lebatande  miriye.

Axtî:ev çil sal, her sibehê tu vê çîrokê ji min re di bêje, ezê jî carî bikim, ên li ezmana jî bên kuştin, ji dev û çêra  xelkê rizgar nabin, ê ko nizane ji wî werê, ez bi dilê xwe ketime nivînê.

Reşê:tu nikare rabe ezê te rakim, wek mêran lingan bide ber xwe, sipas ji xwedêre tu ne tawiye nebawîye.

Axtî:ezê herim cem kê.

Reşê:ji mirovên te bêtir û ji civata pirtir

Axttî :civakê pişta min şikandiye û bi taybetî mirovên min, çavê te lêye tu dîsa min bixînî nav dev û diranêd wan.

Reşê: de tu jî di nav nivînêde bimir, bila xweşya dujminan li me were.

Axtî:bila ez miryê nav livîna bim, ne kuştyê cîran û merivan bim.

Reşê:(bidengekî nizm digrî).

Axtî:(şipya dibe)ez nikarim nikarim  bê karînim, ez windame kî min heye pişta min bigre. derewa dikin ez ketyê derewê wa me, dema dinya diya herkesîbû mêrê te keda bavê xwe bi ser  hevde nanî, ev barê bê îman, ji min re hiştiye, neyarê bav û kalê min bi beza balefirane pere û pelê dara li cem wan yekin,  ez ne bileza Kwêsîme] hisreta min pênc perene.

Reşê:her yek li gorî xwe di xebite û dileze.

Axtî:ya tu di xwaze ez pê de herim, nekarê malê tenêye.

Reşê:ma kî min ji te û ciwan pêve heye, çavên min derkevin heger ez rojên nexwş ji tere dixwazim .

Axtî:min şaş fam nek dayê, tu barê giran li min dikî, hêza min tine bi xelkêre têkevim berberî û tolhildanê.

Reşê :dîwar bibhîzin, wê belav bikin, ko Reşê lawê xwe  hînî şer û pevçûnê dike, ez ne ewqasî bê hest û wijdanim tiştê ku çav û dilê min ji vê janê girtiye, têra çiya kî dikin bi derizin.

Axtî:dayê ez westyame ez têra xwe êşyame, du  gavan ez nikarim ji livînê dûrkevim.

Ciwan:dayê te karê min kirî?.

Reşê:tê kengî biçe bavê diya xwe?.

Ciwan:îro,  ez û Cemşîd .

Reşê : va ciwan wê  biçe xwedê bê erê wek îroye, ev deh salê te çêbûn tu di nav nivînêde te rojekê ev kur hînî dersekê nekir, te negot ev zimanê diya teye, tu çi dikî ji wan kitêban.

Axtî :xwezî min tiştek ji van kitêban nizanîba, xwezya min bi dilê nezana, serê xwe bê xem datînin û pix dikin xewê.

Reşê:ew helbestên Cigerxwîn û qêrînêd wî, bi dehê caran tu xistiye dawa xwe, timî digot xwendin, xwendin.

Axtî:lê yadê  bi dehan dîwan, rebenê cegerxwîn belavkirin, bi saxya xwe mirîbû, ma min nexwend hijdeh sal ji emrê xweyî ciwanî min da, îro xwendina min perakî bi qul nake, bi serde jî bê nas nameme, û ne niştecîme.

Reşê:ciwanê min guh li bavê xwe meke, ev deh salê wî dûrî dinyê ketiye.

Ciwan :yabo çima te xwe xist bin nivînê, pîrka min tiştekî şaş ne gotiye.

Axtî:pîrka te  çend gotnê kalkê te ji xwer ezber kirine.

Reşê:ez diya Gulistanim xewaro heyfa wan kitêbên li pişt serê te, dema gulê çû pêşmegetî li çayê Cûdî bikra te simbêle xwe kiribûn wek melhêba pûş û te cênîkê xwe kiribûn mîna  quloçan û te digot; qîza te selameta diyê wê xera bike reşê .

Ciwan:çilo pîrê cênîkê wek quloşan ?.

Reşê:(wêneyê axtî ji dîwar radike)kurê min ew jî metka te ji min re got simbêlê xwe kirne wek tîpa M yanî Markis û cênîkê xwe kirine, wek herfa L binere yanî Lenîn.

Ciwan:(bikenekî bilind)bavê min bi cênîk û simbêlan Markisîzim û lenînîzim ava dikir.

Reşê:û niha ez dibêjim rab bi şeriq bi xerib guh bide mala xwe lawê xw, ji mir dibêje ma ne  emê bimrin, wê çi bi lawik bê xwedakî wî heye, ez ji tere taştê bînim.

Axtî : ê min ez na bêjim .

Ciwan:ka rab bibêje, bi xwedê got û bêja pîrka min ji ya serokê partîk kurd di televizyonê de şevê din di peyivî hevgirtîtir û zelal tire.

Axtî: pîrka te çîrokan ji tere dibêje, wilo pîrka min jî çîrok ji min re digotin.

Reşê:Ciwanê min bavê te ji qudûm ketiye mirovê ewqas sal ji civatê dûr be wê çi karibe xwe îdare bike.

Axtî: ez zanim tê pişta vî lawkî bişkînî, min nikarîbû  û nizanîbû tola xwe bistînim, te tola bavê min û ya bav bavê min davêt milê min, kurê min: tenê îşê te bi barê te hebe, barê çar bavan tu nikare rake, incex Ristemê zal, yan şêrê Elî karibin barê pîrka te hilgirin.

Ciwan:yanî çîrokê pîra Reşê xwen û xeyalin, ez bi van çîrokan mezin bûme min diya xwe nedît pîra Reşê hem diya min e, hem jî pîrka min e, û hem bavê min e, heya niha xewnê min bi wan çîrokan rene, û bi wan re difirim, dibim lehng, pişta mezlûm û rebena digrim.

Axtî: zora min çûye kurê min, ez ne bi destê xweme ez bi şev û roj razayî bim, nema xewnekê dikarim bibînim, heyfa zaroketiyê, ku bi mirovan re namîne heta temenê meznayê.

Reşê: wa min taştya te daniye.

Ciwan; (li katijmêrê dinere)na dayê dikim biçim derenge (ciwan diçe pirtûka xwe ji bîr dike) .

Reşê:Ciwanê min te kitêba xwe ji bîr kir tê di vêde pêşeroja xwe bi bîne kurê min (pirtûk didestê  Reşêdeye) tê di vêde şaşityên  bapîrê xwe bi bîne tê di vêde bersiva em kine û çilo gerek mirov bijî tê bibîne tê di vê kitêbêde bikaribe PARASTINA GELEKÎ jî bi bîne kurê min.

Ciwan: (destê xwe ber bi bavê xwe vedike).

Reşê: belê û tê sedemên reşbînya bavê xwe jî têde bibîne(û bi ken )tê reşaya pîra Reşê jî bibîne (destê xwe li pişta ciwan dixîne) ji bîr meke dinya wek vê şanoya em têde dilîzin çendî ku tu di rola xwe de jîr û serkeftîbe, wê ewqasî xelk ji te re li çepka din, û yê tembel û ji hev ketîbe, wê xelk  ne tenê çepkan jêre lê nexin, wê bi çeplê wî bigirin û ji şanoya  dinyê tevî  bavêjin.

 

dawî  

8-2-2006

 

...................................
 
Veger >>      
                                                                          tirej.net/com/org

 

kurdi@tirej.net
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ tirej@tirej.net ]vebûna malperê 01/12/2002