
Kasî Yûsiv
EHMEDÊ PALO YÊ MIROV Û HELBESTVAN
Di
destpêka hînbûna me ya di xwendina zimanê kurdîde , me
gelek asteng nedîtin ji Bilî rewşa awarte , yaku xwendin ,
û fêrbûn ,û hînbûna zimanê kurdî , dibînê weke Gunehekî dijî
sîstma dewlta sûrî , diwan rojande ne her xwendevanekî
zimanên latînî
Zanîba zanîbû zimanê kurdîjî bixwênê na..
Di destpêka fêrbûna min ya xwendina zimanê
kurdî çavên min bi çend rûpelan ket Ewjî helbestên xwedê jê
razî mele ehmedê PALO bûn ku mindîtin weke tiştekî balkêş
Tiştekî nû diser guhên minre derbasdibûn birastî didemke pir
hindikde ez bûme Xwendevanekî pêşketî di zimanê kurdîde min
raza xweşbûna zimanê kurdî naskir û ez Bi ser kehniyên
binpoşvebûm min astê kubariya zimanê kurdî dît min kevnariya
Zimanê bav û kalên xwe dît ew kevnariya avakirî li ser
sitûnên pendan û encamên Bûyeran . min hêza zimanê kurdî
dizelaliya wîde dît min bala bûna wî di kûrbûna Wîde dît ,
ev zimanê ku karîbû di riwê çar dewletên xwedî sê zimande û
sêsedhezar Dûbarede xwe li ser piyê xwe bigrê di dirêjayiya
salên bindestiya xwede ev ne Zimanekî hesaniye ,ev nezimanê
dîlîtiyêye ev ne zimanekî weke her zimaniye ev Zimanê çiyaye
zimanê çemên bi nav û denge. Tu caran ez nediketim tirsa
windabûna zimanê xwede jiber perwerdekirina meya Sikolocî
avakiriye liser xwe parastinê ji sedema hilbijartineke
xewzayî ji nav hemû Awayê perwerdê,û jiber ku welatê kurdan
her û her cihê ceng pevçûnanbû .

Seydayê Ehmedê Palo
Ehmedê palo yek jiwan mirovane yê ku xwedî
ked û karin di warê zimanê kurdîde Di sala 1920 a
jidayik bûye li gundê sêraçûr ewjî gundek ji yên şarê
palone çibêjin li ser jiyanawî di aliyî astengiyêde hindike
; jiber ku mele palo diyaxwe u bavîxwe nedîtin û jiber ku
ne dihatin bîrawî û zarokbu çaxê ku herdû mirin, piştî ku
hinekî mezin bûye gavanî û carna şivaîjî kiriye disala 1948
ande bûye mele û pêre dest bihelbestvaniyê jî kiriye , palo
dihelbesta xwede mîna baraneke xurte him bihêze û him bi ber
û dan û firehî û xweþiye.
Serî ber jêr û balaye biramana
girêdaye
Tenê bê war û tataye qe carê nagî
hevdînê
Jiboxwe nakî tevdîrê dirav û seyd
û nêçîrê
Biþûr û xencer û kêrê dike dîdar
û nêrînê
Gelêmin bê ked û kare belengaz û
sitembare
Gelê dewra me hişyare gihiştî heyv
û perwînê.
di helbesta binavê palo de weke dengbêjekî
dilşewitî qîrdikê pesnêpalo gotina ji fabrîqeke germ derdixî
mîna nanê qemirî ku piçekî zêde di tenûrêde mayî bihin
jêtê,mîna pelpela ava kelandî hilm û deng jê tê ,dengê agirê
bêrîkirinê jêtê..
astengî di wê jiyanêde dîtibû ,belengaziyeke
ku karîbû bihêlê helbestvanekî mîna mel palo pirê caran hê
berî zarokên wî lê bighin birçî bimînî û di zivistanandejî
tazî bimînê.
Gerdê bimînî her wiha bibdestê marû ejdiha
Ber asitan û dergiha jar û
pepûka ber teşî
Ser ranebî darê sitem derbakul
û derd û elem
Pê şabibî tirk û ecem tazî
bila kî rû reşî
mele palo evîndarê çiyayên palo bû ,
evîndarekî ku evîndar diser xwere nedîtine çawa dikarê pesnê
çiya bidê mîna kamîrayeke dijîtal ku bi hûrbînî wêneyan didê
çavên bîneran û xwendevanan ,her wêneyek jiwan rehberê
peyrewiya mihr û evîna çiyane didilê paloyê mirovde ,palo ev
mirovê xwedî hestê pêlepêl , ev şehsiwarê gotinê, ..
deverê kurdistanê yek biyek nasdikê , û wan deveran
şirovedikê mîna dilyanekî didadgehêde sûnd dayî ku pesnê
herî zelal û rast bibêjê û ku neweyiyê nebêjê
cih û warê minî palo jibona
min tu hêlînî
bi vî rengî nedî halo jibo
çavême dûrbînî
tu daxwaza dil ûcanî dikim
nakim te nabînim
divoka canê heyranî gul û
rehan û nesrînî
qe na pirsî çima nayî gelo bo
çi xwiya nabî
melûl ûdîl û yek tayî
jibonamin tu mizgînî
ev cigehperest çiqasî evîndarîya wî ji
cîgehanre hebû wilqasjî dilsozê deveranbû lewra çiya û
newalên kurdistan ezberkiribûn ….eve palo yê hevîrê gotinan
bitiliyên bîranîn xwe sitiriye ew bîra tiþî gotinên kurdî
yên mezin û biçûk û hûr û gir û þayik û gij û hînik û germ
û asê û sist û bala û nizm …ku karîbû dibistaneke paloyî
ava bikê bi dibistaneke eger xwedî jêre hebana dê sûdeyên
mezin diwarê zimanê kurdîde ji berhemên wê bana .
carekê hatî gumanim hilkişîme
ser ser çiyan
ronî da roja cihanê jê
dibînim her ciyan
ku cihek ava û þîne rind û
şêrîn û delal
renge reng têda civîne nifşê
daran û gulan
tev şikeft ûkort û çalin hêrik û
lat ûzinar
cok û cobar û newalin ber qef û
ser kaniyan
nêrgiz û reyhan ûmêrgin deşt û
zozan û gelî
dezgehê şêr û pilingin cîgehê
hîn û jiyan
gol û derya têne dorê rengê
qizwîn û siya
kaniyan da der ji torê colê
berxan û miyan
tê diçêrin ber bi banî hêdî
hêdî kom bi kom
ku jiber dengê şivanî mane
ser av û çeman
ez dibînim tê xwiyane gewher û
zêr û dirav
rewşen û ronî vedane ser kelat
û her deran
givgiva bayê sebaye raserî
çiyayên bilind
xuşxuşa zad û giyaye me,mea
berx û miyan
tiptipa sêv û hinaran
teqteqa berq û birusk
dinge dinga lat ûxaran gumguma
topê giran
çikçika belk û pelane pirpira
têr û tilûr
gim gima xap û derane xur
xuradar û berane
ewkizêna dinava palode liser şoreþa berzanî
bîna wê ji helbestên wî difûrê mîna bîna miska evîndaran
dirojên şahî û newrozande , weke her kurdekî xwedî şeref
divayawîjî biserketina wê şoreşêbû lê mixabin hêviyên wî
pêknedihatin di ti warande ,
eger neji awaya jiyana palobana ew jiyana
hişkî ziwa ,belkî palojî nekêmî
cegerxwînbana di baweriya minde û ev
liberhev pîvan lêkolîneke taybet jêre divê. palo
xwediyê heşt pirtûkên kurdiye ûyek jiwan şanoyeke û yên
dîtir helbestin palo disala 1991ande çûye dilovaniya xweda û
koçê xwe jinav me barkiriye û digoristana mihmeqeyade hatiye
veşartin
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org