
Ferhad Içmo
Ziman ... ziman ... !
Ziman
nasnameya millete, û tiştê ku sora, kurmanca, zaza û lora
di hêlîna kew de digihîne hev, zimanê Kurdîye, ev zimanê ku
bi sedê salan li ber xwe daye, û kefenê mirinê bi saya
nivîskar û hunermend û ronakbîran çirandiye, da ku bi zelalî
xwe bigihîne sedê bîst û yekê, sedê pêşketin û guhertin û
pişaftinê, sedê yekîtiyên abûrî, û perçebûna cuxrafî, lê
gelo ev ziman wê karibe hemberî pêşketina çandên
desthilatdar li ser linga zindî û bi hêz bimîne ... !!? bê
goman gelek kar û xebat ji vê yekê re divên wek :
1-nêzîk kirina zaravên kurdî ber bi hevde,
bi veguheztina peyvan di warê çand û afrandinê de .
2 – nûjenkirina ferhenga zimanê Kurdî bi
afrandin û dîtina peyvên nû ji bo pêdiviyên rojane .
3 – bikaranîna zimanê Kurdî di hemî cûreyên
kar û civîn û rûniştin û çalakiyan de, û li her dem û
deverê .
4 -damezirandina zimanekî sitanderd bi riya
bidûrketinê ji devokên herêmî û xwecihî .
5- pirkirin û pêşxistina dezgehên
ragihandin û çapemeniyên renga reng bi zimanê Kurdî .
6- xurtkirina tevgera wergerandinê, ber bi
zimanê Kurdî ve, û ji zimanê Kurdî .
7-terxankirina cihê yekemîn di çapemenî û
dezgehên ragihandinê de ji bo ziman û toreya Zarokan .
8-bikaranîna hemî say û şêwazên weşandinê ji
bo vejandin û belavkirina berheman bi zimanê Kurdî wek :
kasêt, vîdyo, sêdî, pirtûk, rojname, kovar, kombyûter û …
9–civandin û tomarkirina hemî beşên
filoklorê Bav û bapîran, sivik û bi lez, ji ber ku her
kalemêrek yan pîre jinek dimre, pirtûkxaneyek kevnar wêran
dibe .
10–parastina şûnwar û dest nivîsên kevin ji
windabûn û dizî û wêrankirinê. wek ku em dibînin, gelek ji
zimanê me re divê, bera em ne pir geşbînbin bi paşeroja wî,
eger em wî li pêşnexin, û nûjen nekin. nêzîk wê bê pişaftin,
pirtûkên me wê bibin dest nivîsin kevnar, û nenas di
pirtûkxane û mozexanên cîhanê de .
ji ber ku pirtûkxaneya me ji ya Tirk, Ereb û
Farisan ne mezintire lê ew ji me bêtir di tirsin û
dipûnijin.
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org