
Arşevê Oskan
wey xwelî li serê me niviskaran be
Serpêhatiya nr (20)
Pêşiyên
me gotine: ``Ku tu li nav goristanê razê, tê xewnên xirab
bibîne´´. Li vir piştrast dike, ku akam û bandora cih li ser
mirovan heye, lewra ji roja ku ez hatime Almaniyayê ev bûn
bîst salên min, min bi çav û guhê serê xwe ecêbên giran û
serpêhatiyê balkêş dît û bihîstin. Mirov dikare van
serpêhatiyan mîna kaniyeke dewlemend di nivîsê de biherikîne
û dawî nayê.. li welatê me fedî û şerma civatê, rê li ber
gelek tiştan digirtin û jiyana kesan bi sînor dihişt, bê
guman aliyekî xirab û aliyekî çak ji vê pirsê re heye, lê ji
ber ku çav û ruh û guhê mirovên me pirçî mabûn, hatin û
ketin nav vê jiyana bê sînor, vê dabaş û kultura tevleihev,
li viyalî û wiyalî dilikumin, dikin û nakin dawiya vê
birçîbûna pîr nayê, dibe jî heyanî mirina insanê min
berdewam bike.. dîsa gazin ji van kesên milî û nezan nayê
kirin, ku gelekan ji wan jinên xwe berdan û gelek jî hîna ji
bo wê pirsê di gumanan de dijîn. Bi taybet jî, di nav xelkên
me yên ku bi nivîs û hunerê ve mijûlin, wanê ku dibêjin
zewqa wan bilind e –xwedê giravî- Ji dema ku enternêt û
telefonên belaş ketin malan, bi xwe re agir jî berdan
malbatê. Gelek poşman bûn, ku jinên xwe fêrî bikaranîna van
alavên malwêran kirin, hey kes nama kare bi keçên xwe.
Gelekan jî ji wan, heta destê sibehê nema razan, bi keçan,
jinên bi mêr, jinbiyan, jinên Efrîqî û jinên Rûsan…..h.w.d .
Ne pêwiste, lê ya pêwist divê mê be û hew. Zar û zêçên xwe
jibîr kirin, hingî ketin nav van hewildanan, nema bi jinên
xwe amin dibin ku wan bişînin dikanan. Herwisa dest ji kar û
xebatê berdan û ketin ser nanê sosyalê û derîkê xwe
zîvirandin. Ketin nav xewn û gumanan, nema baweriya wan bi
serê wan jî tên…
Min berê jî bihîstibû, ku xwendevanên me ji
welatê rût û tazî, berê xwe dabûn Rûsiyayê û li wir ketibûn
dabaş û tora dilê xwe û bi serxoşî ji hişê xwe çûbûn,
xwendina xwe nîvco hiştibûn û dest bi karê qaçaxiyê kiribûn,
yan jî ketibûn tora mafiyayan, piştî çend salan hatibûn
kuştin, yan hatibûn windakirin û çîroka jiyana wan bi dawî
hatibû. Gelekan jî, berê xwe dabûn Almaniyayê û li vir mafê
penaberiyê xwestibûn û navê xwe guhertibûn û hetanî deh
salan bi tirs dijiyan… ez serê we bi van çîrokmîrokan pir
ne´êşînim.
Li vir ez jî, wek nivîskarekî xwedan girafêt
û taxim, ji welat hatim û ketin nav vê xirecirê, min dît ku
çîrok û çîvanokên wan rewşenbîrên me, yên me ew mîna
pêxemberan didîtin, qal û bahsa jinan e, jin û zarok hebin
nebin ne giring e, ya giring ew e, ku çend dostikê wan hebin
û her ku dostik pirbûn, pozê wan jî bilindtir dibe.. hingî
ji min re jî hat gotin, min ew kêmasî li xwe qebûl nekir, û
li dostikeke xwe geriyam, bêje min emêla yekê peyda kir û
pêr ketim têkilîye, min hemû tiştên xwe bi xwarî jêre got,
nav, emir, bejin û.. û…. Ji bo ku wê
bixapînim, lê min nizanîbû ku temenê wê di xapandina mêran
de bihurîbû, digel ku wê jî, dizanîbû ku ez derewan lê
dikim. Hingî ez li ser misincirê germ kirim û wêneyê xwe bi
kamîrê re şanî min nekir, lê ji min re wêneyekî xwe yî berî
bîst salan şand. Dema ku temenê wê sî sal bû, min di dawiya
her şevê de jêre « xewnên gulgulî » ji qewla Qado Şêrîn ve
dixwest…
Min nema xwe girt û doza hevdîtinê lê kir, wê xwest were
bajarê min, min jî navnişanek jêre nivîsand, ku were li
banhofê li rexê çepê li serê kolanê bisekine, da ku ez di
seat 0ê de, werim û wê li wir bibînim. Wê şevê ji kêfa xew
neket çavên minî bendewar û di wê rojê de, kêlîkên min pir
giran derbas dibûn, xwarin nema di ber min re diçû, min bi
dehan sozên bi hevalên xwe re beravêtî kir û qurmiçand, min
dest ji civîna partiyê berda, min xwe bi kirîna cilan talan
kir, lê ku ez hatim û min ew li wir dît, bi wî çakêtê sor
–wekî ku me berê ji hev re nişan kiribû- ku pîreke 50î salî,
rû qermiçî, çep û rast çavê xwe bi lez, li min digerîne û
xortek di temenê min de jêre dibêje dayê, li rex wê
sekiniye. Min dî jina min bi hezar qatî jê xweşiktir e, min
ji xwe re got : wey xwelî li serê me be. Ez di ber wê re
derbas bûm û lê nesekinîm, wekî ku wê nasnakim, di aliyê
kolanê yê din re vegeriyam malê û du rojan di xew de mam,
piştî ku ji xew rabûm û hişê min hat serê min, dîsa min çavê
xwe li yeke mê gerandin.
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org