
Amer Celik
çîroka Şêx
Mîrzayê Anqosî
Babet: Civat
Di
dîrokê de, gelek qehreman peydebûne û di dema xwe de wan
qehremanan bi dilsozî ji bo parastin û bahweriya xwe , şer
kirine.Fikra qehremantiyê xwedî cihekî giştî ye. Kesên
qehreman jiyan û praktika wan ye cûdaye ji ya kesên din.Di
fikra xelkekê de tiştên herî pozetîf di şexsê qehremanan de
xwe dide xuyan kirin.Qehremantî li cem hemu xelkên cîhanê
newek hevdûne. Li gora rewşa dîrokê qehremanî cur bi cur tê
guhratin,û bi awayekî berçav karakterekî dînî yan netewî
digire.Di nava xelkên Rojhilata navîn de,qehreman û
qehremantî xwediyê cihekî taybetî ne. Li cem Ereban "Anter
bin Şedad" li cem farsan ü kurdan Rostemî Zal û Kawa
qehramanên navdarin.Di demek kevin de ev qehremanên navdar
hatina xuyakirin.Gel jî bi deh çîroka û pesin li ser wan
girêdana.
Bêguman di dema
Osmaniyan de jî,qehreman peydebûne û li gora wê dema xwe
qehremaniyek kirine. Gelek caran ev qehreman bi ser ketine û
car-caran jî bi ser neketine,di civata me de jî "di dema
Osamiyan de" qehreman peyde bûne. Lê pirê caran qehremanên
me bi ser neketine ,ev yek jî girêdayê kurdane,Kurda bi
sedemên olî û civakî dijî hevûdu şer kirine . Gelek caran
kurdan bi xwe êrîş birine ser qehremanên berxwedana
Kurdistan û ferman li Xelkên xwe rakirine.
Di civata me de
qehreman peydebûne ku ordiya Osmaniyan ya dijmin ji hev bela
kirine,lê mixabin heya niha kesekî li ser wan
nenivîsiye,tevî ku çîrok li ser wan hatine girêdan jî, gelo
sedem çin e... ?
Cima di dîroka
kurdan de behsa Ezîdî Mîrza ku şerê ordiya Şahn Şahiyê dikir
nahtiya bahs kirin ? Cima kurd li ser Şêx Mîrzay ê Anqosî,
Hesinê Hewêrî, Mîrzikê Zaza nanivîsine?...Erê gelo di dema
berxwedana de ,di dema wan de Kesekî qehremanî weka wan ji
bo Kurdisanê kirina ?... Ewan ji bo parastina behweriya
dînî, ya kurdistanê xwe dana kuştin,Ji bo urf û edetên
xwe,ji bo zimanê xwe li dijî Osmaniya şer kirine Ji bo
parastine civat kurd, şerê ordiyê kirin û hatina kuştin.
Erê ev qehreman nehêjan ku
nivîskarên me li ser wan binvîsin !?
Berî dest bi çîroka Şêx Mîrzayê
Anqosî bikin, binvîsin,dixwazim careke din hevokekê li ser
qehremana dîsa bêjim
Di behweriya min de nivîskarekî
bo xelasiya gelê xwe mijarekê binvîsê,yan rêya ronahiyê
nîşanî gelê xwe bidê,ew jî qehremanê dema xwe ye.
Cîrokên li ser Şêx Mîrzayê Anqosî hatine girêdan,merov
dikare pirtukekî dagira,lê ezê şaxekî ji çîroka wî binvîsim,şaxê
ku çawa bi mêranî, li dijî zulm û zordariyê radibê û wê
zordariyê qebul nakê. .
Dibêjin : Şêx Mîrza Şêxekî başbû
,mêrekî mêrxas bû. Ewî tu caran hevaltiya Osmaniya nedikir û
baweriya wî bi paşayê Romê nedihat.
Berî ku Şêx Mîrza were girtin (kuştin)
ewî namek di sala 1828an de ji serleşkerê Rosiyayê bi destê
Kîrakosê Ermenî ji serleşkerê Rosiyayê Paskêvç re şandiya.Sê
caran ev name şandiye.,heya name wî gihîştiye Rosiyayê.
Di name xwe de doza arîkariyê ji
leşkerê Rosiyayê dike û wan agehdar dike ku dîsa Osmanî
dixwazin fermana Ezidiyan rakin û wan qir bikin.
Lê mixabin ku bersiva
Rosiyayê zu nehat. Di 1837an de Şêx Mîrzayê Anqosî di
zîndana Diyarber ê de hate kuştin. Fermana Ezidiyan bi emrê
waliyê Diyarbekirê hate standin ü fermanê dest pêk kir.
Têbînî
Ev şaxê çîroka Şêx
Mîrza weke ku me ji devên kalemêrên Ezidiyan girtiye wisa jî
ez dixwazim binvîsim. Ji aliyê min ve bi çîrokê nehatiya
lîstin .Cawa me girtiya wisa jî me nivîsiye.
Şêx Mîrza ; Şêxê
Anqosiya bû. Di dema xwe de Şêxekî başbû û mêrekî mêrxasbû.
Salih û Sehdo herdu jî
mezinê Anqosiya bûn.
Navbera Malbata Osmên (Osman)
Mehemedê Osmên û Reşoyê Ebêdo dijminayibû, kuştin bû.Ew deh
salin ku dijminatî ketibû navbera herdu malbatan. Lê piştî
dijminatiyê û kîna kevin herdu ,malbatan bext dane hev û
kuştin ji nav xwe rakirin.Di wê sala ku bext dabûn hev û ,dijminatî
hew dikirin.Lê heçî Reşoyê Ebêdo yê xwe sipartiye dewleta
Osmaniya û bi hevaltiya Osmaniyan çavsor bûye û neheqiy li
êl û eşîrên di herêma xwe de dikir.
Di dawiya zivistanê ,destpêka
biharê ,ku wê salê zivistan dijwar bû, heywan di kozan de ji
qerem ketbûn.Êmê pezê mala Osman kêmket.Hesen û Purto herdu
kurên Mehmed ê Osman ,herdu jî hîn cahilin,nû
hatîne,herduwan hêstirên xwe dan ber xwe û ber bi eşîra
Reşoyê Ebêdo.Cûbûn ba Xiçîkê Fila.(Xiristan)
Xiçîkê Fila ji bav
kalan de di nav eşîra Malbata Şamdîn axa de dijî,û xilamê
Reşo bû.
Purto ji Xiçîk pirsî ku
êmê pez yê firotinê li ba kê ji vê êlê peyde dibê.Xiçîk jî
gotibû:
Ka firotinê li ba min
heya . Ew li hev hatibûn , du (2) şelên kayê bi zêrekî.Xiçîk
zêrê xwe girt û deriyê lodê ji herdu xortan re vekir.qasek
di wê navê re derbas nebû Xiçîk ji xwe re got: «Erê gelo ev
xort kurên kê ne ?» Xiçîk bi ser Hesen û Purto de zîvirî û
pirsî:
-Erê birazî hûn lawê kê
ne ? Purto bersiv da û got:
-Em lawê Mehemedê Osman
in.
-Hûn lawê Mihemedê
Osmên in !? Bi îsayê Nûranî wa ka ji ba min nebir.
-Cawa em kayê nabin me
heqê kayê da te.
-Ez nadim wa,hûn bi darê zor? ketina loda kaya min.Gotinek
ji Xiçîkê fila yek ji Purto û Hesen,Xiçîk berê xwe da konê
Reşoyê Ebêdo û kire qîrin ,bavê Reşo di rê de dît.Dema çavê
Xiçîk bi bavê Reşoyê Ebêdo ket,hema wî bi dengekî bilind got:
-Min digot ; belkî mala
Şemdîn axa neqeliyan,lê weha diyare ku mêr di nav eşîrê de
nemane, Lewma Purto û Hesen lawê Mehemdê Osmên ,lawên nû
hatî weka du cewrên şêra êrîş berdana mala min û bi darê
zorê deriyê loda min vekirine û kaya pezê min ji xwe re
dadigirin. Reşo Ebêdo dengê Xiçîkê File bihîst û gazî birayê
xwe yê biçûk Ne`met kir û got:
Ne`metêbira tu bike û bilezîne
Rext û fîşekan li
bejina xwe bişdîne
Xwe bi filehê me
bighîne
Ka hal û h`ewalê fileh
çîne
Ne`met go:
Rebê alemê konê bavê te
ji nav kona hilîne
Gotine Fileh derewa û
yeke rast nîne
Reşo go:
Ne`metê bira dilê minî
hîne
Xwedê mala bavê te ji
kok hilîne
Rojekê ez serê xwe
dayinim û bimirim
Xelkê bi zor dora aşa
ji wa mala Şemdîn axa bistîne.
Ne`met bê dil û behwerî
tiving avête milê xwe û ber bi loda xiçîkê fila de çu û
herdu xortên mala Osman "Purto û hesen" bê pirs û bersiv di
loda Xiçîk de kuştin. Laşê herdu xortan li ser pişta
hêstirên wan şidandin û hefsar dan dest xulamekî û bi ser
mala Osman de şanden. Kuştina herdu xortan qasê eşîran
hejand, ne mala Osman û eşîrên Kurdan ên din qeweta xwe li
himberî mala Şemdîn axa (Reşoyê Ebedo) didîtin. Nurê û Guzê
Reşe xwe li nav eşîrên kurdan gerandin. Eşîreke kurdan ceger
nekirin kû reşe wan hilînin, Bersive qasên eşîran yek
axaftin bû ,,Reşoyê Ebedo zilamê Osmaniye ye, em nikarin
şerê ordiya Osmaniya bikin"
Nûrê û Guzê mehekê
seranser reşe xwe gerandin, tu kesî reşe wan hilnegirt.
herdu jin bi dilekî kul zivîrin mala xwe. Dibêjin: demeke
kurt derbas bûbû,du mêvanên mala Osman hatin, ji roja ku
Purto û Hesen hatine kuştin hizin û girî di nav êle mala
Osman de ye. Yekî ji mêvanan xwe negirt û pirsî:
-Mehmed axa we reşe xwe
li ba qasên eşîrên kurdan gerand û kesekî reşe we hilnegirt.
Ma hûn çûne ba Şêx Mîrzayê Anqosê "Ezîdî"?
-Şêx Mîrzayê Anqosî
!?Na.
-Mala wa li darê mîratê
bigerê! Hûn mêrê mêre ji bîr dikin hûn li serserî û
tewlazan,zilamên Osmaniyan digerin. şêrê Ciya, berberê
dewlate Osmaniyan,camêrê bi xîret ,Şêx Mîrzayê Anqosiy bavê
Hesen û Melo ye-
Di wê rojê de Nûrê û
Guzê berê xwe dan mala Şêx Mîrza, xwe avêtin pişt dirgoşe
Şêx Mîrza. Şêx Mîrza li oda Salihê Sahdo bû."Salihê Sahdo
axayê Anqosiya bû"
Jina Mîrza kurê xwe
şande odê û got:
-Bavo diya min got,
were malê agir bi mala me ket.
Şêx Mîrza gote kurê
xwe:
-lawo her ez zanim ezê
niha bêm. Şêx Mîrza çû aliyê malê silav da Nûrê û Guzê û
got:
-Gelî kirîva hûn bixêr
hatin. Ez dizanim ku xêr di vê hatine weda nîne.Wek hûn
dizanin diniya muslmaniya û dewlatê Osmaniya li me bihêncete
careke din wê ferman li me Ezidiya rakê. Nebûy û tu caran
nebê , mêrê Ezidî bênamusiyê qebûl bikê. Herin mala xwe min
reşe we hilgirt. Ev namûsa kurdistanê ye. Serê bavê Hesen û
Melo tê jêkirin û ez we herdu jinan bê hêvî û omîd ji mala
xwe birê nakim. Şêx Mîrza vegerya oda Salihê Sehdo, Salih
pirsî.
-Şêxê min; înşeleh xêre
-Tu xêr têde nîne
-Şêxê min;tu dizanê
barê Reşoyê Ebêdo û Osmanyan barekî girane lê qey xwedê
aniye pêşiya me, welah ez dizanim Osmanî wê dîsa fermanê li
me rakin û Reşoyê Ebedo jî bi wan re.
Sibihê zû,hîn ronî
derneketibû, Şêx Mîrza dused siwar bi xwe re rakirin û çûn
ba mala Osman, ewî sund xwarbû ku nanê mala Osman nexwê,û wî
nanê mala Osman nexwar. Piştî axaftin û tedibîrê, qasidek
şandibû ba Reşoyê Ebêdo û gotibû,
-Gelek silav li kirîvê
min Reşo bike bêjê;kirîvê te Mîrza gelek silav ji bo te
birêkirna û dibêja rêya Silindê berde bila koçerên kurdan
derbasî zozanan bibin. Her kerîk pez zêrekî bidin te,hindike,
du zêr, hindik çar heşt....dunsed (12)zêran bidim te.Qasid
axaftina Mîrza yek bi yek gihande Reşoyê Ebêdo. Sê caran Şêx
Mîrza qasîd şande ba Reşo Reşo bersiva Şêx Mîrza bi qasid re
vegerandibû û gotibû:
-Min peymanek bi
dewleta Osman paşa ra daye û ez wê peymanê ji bo xatira
mirovekî weka Mîrza kafir navbera xwe û Osmaniyê xerab nakim.
Cara sisêyan Şêx Mîrza
qasid şand û got:
-Silava li kirîvê min
Reşo bike û bêjê: kirîvê te hêviya ji te dikê tu rêya
koçeran berdî ku koçer derbasî zozana bibin. Kuştinê neka
nava eşîrên kurdan.
Reşo bersiv şande ji
Mîrza re û got:
-Min soz daye ez derba
Silindê bernadim,ku koçer derbasî zozana bibin heya bîst û
pênç bavê koçer biqelin li germiyana.Mîrza tu ne berberê min
û dewletê Osmaniya yî. îcar tu ji bavê xwe de bêminetî, tu
neyê şerê min,ez ê werim te, fermana we kafiran biarîkariya
Osmaniya, min ji îro de rakir.
Piştî cewaba Reşoyê
Ebêdo ya car sisêyan, Şêx Mîrza li dora 300 siwarî bi xwe re
radike û berê xwe da derba Sinlidê, şerê Reşoyê Ebêdo, di
dest pêka şer de Şêx Mîrza,Reşo yê Ebêdo kuştbû.Reşo xeber
dabû Osmaniya, lê berî ku eskerê Osmaniya bigihê qada şer
Reşo hate kuştin û Şêx Mîrza rêya Silindê ji koçeran re
vekirbû.Dema leşkerê romiya gihabû qada şer, bi h´îla û
bêbextî xwestin bi Şêx Mîrza re biaxivin û gotin: "Hûn kurd
xwe bi xwe ne, tiştekî me di meselê de tune". Mîrza jî deng
li siwarên xwe kirbû ku şer nekin. Bi vê bêbextiyê leşkerê
Osmaniya Şêx Mîrza û herdu kurên wî Hesen û Melo girtin û bi
xwe re birin.
Dengê girtina Şêx Mîrza
li herêmê zu belav bû.Waliyê Diyarbekirê; gotiye"Ezê Şêx
Mîrza û herdu kurên wî (Hesen û Melo) roja îda Remezanê li
hola sera Diyarbekirê îdaniya xwe serjêkim.
Ev axaftine walî gihabû eşîre mala Osman. Malbata Osmên
qeweta xwe li dijî dewlete Osmaniyan nedîtin. Lewma jî bê
deng mabûn. Evarek, ji êvarên fitara rojên Remezanê bû,
civate Mehmedê Osmên geriya bû Jina Mehmed û Guzê berê xwe
didin odê û jina Mehmed çarka xwe bi serê Mehmed dadikê û
debêje:
-Hûn layiqê vê yekên kû
hûn çarke jinan li serê xwe dakin û simbêlê xwe kur bikin.
Dibê civat bihitî mabû û tev di cihê xwe de sar bûbûn. Lê
Mehmed pirsî:
-Cima!?
-Şêx Mîrza tevî Hesen û Melo di zîndana Diyarbekir dane û
walî gotiya:Ma ez van kafira roja îda Remezanê îdaniya xwe
serjêkim.Ma Şêx ji bo kê fermana xwe rakir ye!?
Di wê şevê de Mehmed
Osmên 500 siwar bi xwe re karkir û 500 beranên bihar xwarî
bi xwe re birin û berê xwe da sera Diyarbekir û gote walî «
paşa min 500 beranê bihar xwerî ji eskerê te re anî û hatim
rica Şêx Mîrzayê Anqosî- Paşa bersiv weha da:
-Axa min sund xwariye û
ehd daye ez vî kafirî roja îda Remezanê îdaniya xwe ser
jêkim . Lê piştî tu hatî, îro herdu kurên wî bi xwe re bibe
û paşê ezê Şêx Mîrza jî bişînim mala wî.Bi vê hîlê û
bêbextiyê Şêx Mîrza di zindanê de me.
Emîn paşa û Reşîd paşa
di zindanê de doza ku Şêx Mîrza muslum bibe lê dikirin.
Axaftinên wan hev nagirin û Serayê de şer kirin.
"Li gor çîrokê û stranê
heya Şêx Mîrza hate kuştin wî bîst û çar /24) Cawîş û nefer
bi xencerê kuştin. Piştî kusttina Şêx Mîrza bavê Hesen û
Melo fermana Ezîdiyên Bişêrêyê Batmanê dîsa rabû, Dewleta
Osmanî bi eskerek pir û tevî çend eşîrên kurdan ku
hevalbendiya Osmaniyan dikirin çûne ser Ezîdiyên Bişêrîyê.
Stran bi çend şaxan li
ser Şêx Mîrza û qehremaniya wî hatiye girêdan. Ez şaxekî ji
wê stranê dinvîsim.
Şêx Mîrzayo,teyrê mala
bavê min tubî
min gote te; bi raya
Romê nere
tu bi raya Romê nizanî
şêx Mîrza dibêje:
şêrînê lê dakê,bila
Şêxûbekir qewete te nede
petarê ji çavê tera
bînê
çima xencera
xerzanî,şurê şawîzî
ji lawê xwe re nanî
xerncera xerzanî
tehlîma sibê
ji bavê Hesen,bavê Melo
re tanî
li beyana sibê
dest avête xencera
xerzanî
serî bi Emîn paşa,Reşîd
paşa de tanî
Reşîd paşa,Emîn paşa
weke berxê deloheliye
de lê lê dakê,
qawîşê de, min birin û
anîn
Lo lo şêxo dîno wezîro
Ezê bi holîcana bajarê Diyarbekir ketim
binêre seran-sera
min dît;baş
çawîşa,qumandare-milazimên dewletê
bazdabûn û meşiyane
sere
qutikî li bejna bavê
Hesen,bavê Melo ye
ji kula dilê min
re,keşmîrê zere
Şêx Mîrza dibêje:
şêrînê lê dakê;
Min dest avête xencera
xerzanî
heta ez gihîştim Reşîd
paşa,Emîn paşa
min kuştin;
bîst-çar çawîş û çar
nefere
lê ez çibikim,xupana
xencerê
na zîlan kêşbû
xupana xencerê bê zîl
hate der
Lo lo şêxo dîno wezîro
Şêx Mîrza dibêje:
şêrînê dakê;
navê te bi şêranî
Edlanê
qirka te bi hilo û morî
mircan û kehrebanê
ez nakevim xema wê xemê
laşê xwe û daxdanê
nakevim xema vê
lêdanê,qawîşê
vê hepis xanê
heyfa min tê wê heyfê
hilm,xeber ji bavê
Hesen,bavê Melo re
hate qawîsê,vê qawîş
xan
birek malên Etmanka bi
kotekî
dadana ser gundê mey
Behzanê
Lo lo şêxo dîno wezîro
Şêx Mîrzayo teyrê mala bavê min tubî
tiştê te kir, li
diniyayê kesekî nekir
ji dewra Elî û
Emer,welî û pêxemberan
û virda
ji dewra Ezidê min sor
mermerê sera
Diyarbekir,ji xwînê rengîn nekir
ji xeyînî şêx Mîrza
bavê Hesen,bavê Melo
micêwrê Şêxûbekir
Lo lo şêxo dîno wezîro
Reşîd paşa,Emîn paşa:
Sê denga gazî bavê
Hesen,bavê melo dikirin
Were hedeyetê emê toqê
(nîşan) dewletê
Bi te vekin
şêx Mîrza dibêje:
Gotinên xerab layqê we
û bav û bapîrên wene
Têma kuştin
Tucaran bi dewleta romê re, nayême rayê
Li beyana sibê,min
derbek lêda ;
heresa pêşî
qumandarê
dewletê-dewleta romê
bi sê ciha taq têda
vekir
Lo lo şêxo dîno wezîro
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org